Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Şîmşek: Li hemû welat wê parêzer li ser peywirê bin

Seroka Navenda Koordînasyon û Ewlehiya Sindoqan a Hilbijartinê ya Baroya Îzmîrê parêzer Gamze Şîmşek diyar kir ku divê hilbijêr ji bo ewlehiya sindoqan nekevin fikaran lê ew jî xwedî li sindoqan derkeve û got: “Li hemû welat wê parêzer li ser peywirê bin.”

Baroya Îzmîrê di meha hezîrana 2022’yan de bi avakirina Koordînasyon û Ewlehiya Hilbijartinê dest bi  xebatên hilbijartinê kir. Ji wê rojê de ye baroyê xwe gihand parêzerên dildar û niha beriya hilbijartinan li Îzmîr û navçeyên wê û gelek bajarên din perwerde dan. Li Îzmîrê hezar û 600 herêmên hilbijartinê hene û li her herêmê herî kêm parêzerek wê li  dibistanan amade be. Seroka Navenda Koordînasyon û Ewlehiya Sindoqan a Hilbijartinê ya Baroya Îzmîrê parêzer Gamze Şîmşek der barê mijarê de axivî û diyar kir ku wê roja hilbijartinê li ser peywira xwe bin û got beriya her tiştî wê her kes dengê xwe bi kar bîne.

‘Em ê li tevahî dibistanan hebin’

Şîmşek da zanîn ku li hezar û 600 navendên hilbijartinê yên Îzmîrê yanî li her dibistanekê wê parêzerek bê peywirdarkirin û wiha got: “Li her navçeyê wê ekîbên me yên mobîl hebin. Dema li dibistanan pirsgirêkek bê jiyîn wê ekîbên mobîl ji bo piştgiriyê biçin cem wan. Her wiha wê li baroyê maseya krîzê bê avakirin. Wê bikaribin bi telefonê xwe bigihînin me. Ne tenê hevpîşeyên me wê welatiyên me jî dema binpêkirinek hebe ji wê hejmarê xwe bigihînin me. Jixwe wê parêzerên me bên şandin. Lê di her rewşê de dikarin xwe bigihînin me. Ya girîng ev e ku dema binpêkirinek hebe hema em bikevin tevgerê. Wek sazî cihgirtina li wir gelek girîng e. Em ê wek sazî li her dibistanê bin.”

‘Divê ewil deng bên bikaranîn’

Şîmşek ji bo xwedîderketina li sindoqan bang kir û wiha dirêjî dayê: “Di 2’yê nîsanê de lîste hatin aşkerekirin. Bi vê re me got bila welatî navnîşanên xwe kontrol bikin. Di vê mijarê de bawer im hîna kêmasî hene. Çareserkirina vê pirsgirêkê tê wateya xwedîderketina li dengan. Bi taybet welatiyên herêma erdhejê li cihên nû bi cih bûn û ger ku cihê nû diyar nekiribin divê biçin îkametgaha berê dengê xwe bi kar bînin. Yanî mafê wan ê bikaranîna dengan heye. Dikarin vegerin cihên xwe yên berê. Xwedîderketina li dengan tê wateya bikaranîna dengan. Divê ewil deng bên bikaranîn.”

‘Wek maseya krîzê em ê zûtir li ser peywirêbin’

Şîmşek di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku li dijî binpêkirina mafan li dijî guhertina çewalan û dizîna dengan wê  parêzer li cihên hatine peywirdarkirin girtekan bigirin û girtekan ji lijneya hilbijartinê re ragihînin û bi vî awayî pêşî li rewşên wisa bê girtin. Gamze Şîmşek wiha dawî lê anî: “Wek maseya krîzê em ê zûtir li ser peywirê bin. Çewalên dengan pir girîng in. Di rewşa vekirî yan jî bê mohr bên em ê mudaxale bikin. Li hemû welat wê parêzer li ser peywirê bin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar