Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Sîncar: Doza Kobanê doza tolhildanê ye

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, diyar kir ku Doza Kobanê doza ‘tolhildanê’ ya desthilatê ye û wihat got: “Ev dozeke berhema desthilata ku encamên têkçûna DAIŞ’ê ya Kobanê hezm nekiriye. Em ê vê bi hev re vala derxin.”

Piştî 6 sal û 3 mehan ji ber çalakiyên 6-8 cotmehê yên li dijî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê, Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de derbarê 108 kesan de doz hatibû vekirin. Di dozê de 28 kes girtî tên darizandin. Danişîna dozê ya ewil dê îro li 22’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê were dîtin.

HDP’ê, amadekariyên xwe yên ku piştî vekirina dozê dabû destpêkirin temam kirin. Welatiyên ku li pêş rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Enqereyê kom bûn wê bi wesayîtan biçin Sîncanê. Wesayiteke ku HDP’ê ji bo rojnamegeran girt jî li pêş Navenda Giştî ya HDP’ê rabû. Ji bo gengeşiya ku dibe li pêş eywana danişînê çêbibe, komîsyoneke ku parlementerên HDP’ê jî di nav de ne hat avakirin.

Di danişîna ku HDP bi Koma xwe ya meclisê tev li dibe de tê payîn ku şandeyên biyanî, serok û nûnerên baroyan, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî jî di nav de gelek kes danişînê bişopînin.

‘Em ê bi hev re vala derxin’

Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar, beriya danişîna ewil a Doza Kobanê ya ku were dîtin, li pêş Kampusa Girtîgeha Sîncanê daxuyanî da. Beriya daxuyaniyê ji ber astengkirina polîsan a rojnamegeran niqaş derket. Polîsan destûr neda ku rojnameger kamerayan bi kar bînin. Li ser vê yekê rojnamegeran daxuyaniya Sancar bi telefonên xwe qeyd kirin. Li gel Sancar dest bi axaftina xwe kir, polîsan jî bi dengekî bilind anons kirin. Piştî ku HDP’iyan bertek nîşan dan careke din nîqaş derket.

Sancar bi gotina ‘Hewl didin ku me bêdeng bikin’ bertek nîşanî astengkirina daxuyaniya wan da û wiha axivî: “Me dixwest beriya danişîn dest pê bike werin gel hev. Lê weke hûn jî dibînin dîwar danîn nava me. Di fikirin ku wê me bêdeng bikin lê xwe dixapînin. Di vê dozê de fikirîn ku me bi qûtifînin lê xwe xapandin. Em ê ji îro û şûnde jî nîşanî wan bidin. Ev dozeke komploya siyasî ye. Dozeke hêviya azadiyê û hesreta aştiyê ji holê rakirinê ye. Em ê jî ji bo demokrasî, azadî û heqîqetê berxwedana xwe bidomînin. Ev dozeke tolhildanê ye. Ev dozeke berhema desthilata ku encamên têkçûna DAIŞ’ê ya Kobanê hezm nekiriye. Em ê vê bi hev re vala derxînin. Em ê têkoşîna demokrasiyê mezin bikin û hesabên desthilatê xera bikin.”

Şandeya HDP’ê piştî daxuyaniyê ji bo danişînê bi şopîne derbasî eywana danişînê bû. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar