Derhêner, senarîst, romannivîs, lîstikvanê navdar û pêşengê sînemaya kurdî Yilmaz Guney îro 39’mîn salvegera koça wî ya dawî ye. Yilmaz Guney şoreşgerekî di warê çandî û hunerî bû ku ji ber hest û ramanên xwe hatibû sirgûn û koçberkirin. Bi hunera xwe şerê dijmin kir û mafê gelê xwe û çîna karker parast.
Yilmaz Guney 1′ê Nîsana 1937′an li bajarê Edene yê bakurê rojhilatê Tirkiyeyê çavê xwe li dinê vedike. Yilmaz Guney di hevdîtineke li gel rojnameyekê de anî ziman ku herêma ku lê jiya bi hejmara niştecihên xwe yên pir dihat naskirin û wiha got: ′′Li vê herêmê tundî û dijwariya jiyanê heye, her niştecihek vê herêmê çeka xwe ya taybet heye ku pê xwe biparêze. Tu qanûn tune ye ku herêmê bi rê ve bibe.”
Guney jî zarokatiya xwe di van mercên zehmet de derbas dike. Ev yek jî rihê parastina xizanên ku mafên wê têne çewisantin di hundirî wê de ava dike. Malbata Guney jî xizan bû û bavê wî karker bû. Guney û 7 xwşîk û birayên xwe rojane bi birçîbûnê re rû bi rû bûn. Xizanî û dijwariya rewşê hîsê hunerî di hundirê wî de xurt kir ku di çîrok û helbestên xwe de îfade kir.
Rêwîtiya ber bi çîrok û helbestan ve
Rêwîtiya hunerî ya Yilmaz Guney bi nivîsandina kurteçîrok û helbestan dest pê kir. Yilmaz Guney di 19 saliya xwe de biryar dide ku biçe bajarê Stenbolê û li wir gelek kesayetên sînemayî yên girîng nas dike û berhemên xwe nîşanî wan dide. Kesê yekem ê ku derfet da wî derhênerê sînemayî Akif Yilmaz bû. Akif Yilmaz yekemîn car Guney wekî aktor bi cemawer dide nasîn û ji vir ve rêwîtiya hunerî ya Guney dest pê dike.
Guney destpêkê derbasî fakulteya hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê dibe û 2 mehan tenê li fakulteyê dixwîne. Piştre derbasî fakulteya aborî ya Zanîngeha Stenbolê dibe û vir kurdiyatiya xwe aşkare dike û radighîne ku dê mafê gelê bindest biparêze. Guney ji ber vê gotina xwe tê girtin û nikare xwendina xwe temam bike. Lew ra girîngiyê dide hunerê ku wekî çeka xurt a parastina doza gelê xwe û tevahî gelên bindest dibîne. Guney ji ber nêrînên xwe yên siyasî yên bi cesaret ên têkildarî parastina mafên gelê Kurd û xizanan, her wiha ji ber nivîsên xwe gelek caran hat girtin. Cara yekê sala 1961’an hat girtin. Nivîsên Guney ji bo zêdetirî 7 zimanan hatin wergerandin û ji bo wergirtina xelata wêjeyan a Nopelê hat pêşiyarkirin.
Di ber behreya lîstikvanî û nivîsandinê re, Guney di 1968’an de derbasî qada derhêneriyê dibe ku wekî rêbazeke xurt ji bo îfadekirina nêrînên xwe dibîne. Fîlmê yekemîn ku Guney derêhêriya wê kiriye bi navê Seyidxan e. Lê ew fîlm li gorî asta ku dixwest bi ser neket, lê ji Guney re bû tecrubeyek di warê derhêneriyê de. Piştî çend salan derhêneriya gelek fîlmên din kir. Di heman demê de awayên kişandinê dîmenan û hemû hûrgiliyên din ji hevalên xwe re şîrove dikirin.
Fîlmên kişandine
Ji fîlmên ku Guney derhêneriya wan kirine ev in: Rê, Kerî, Hêvî, Reviyayî, Kabûs, Xizan, Gurên Birçî, Seyidxan, Sibe Roja Dawîn e, Elqem, Kurên Vî Welatî, Zemanê Tutunê, Padîşahê Padîşahan û Ez bi Guleyan Bandor Nabim.
Piştî ewqas sal ji zulm û girtinê, Guney di sala 1981’an de di îcazeya çavdêriyê de ji zîndanê direve û berê xwe dide Yewnanistanê, ji wir jî berî dide Fransayê û li wir bi cih dibe. Dewleta tirk nasnameya Tirkiyeyê jê destîne û bi tawanên cuda cezayê 22 salan girtîgeh lê dibire. Guney di daxuyaniyeke xwe de gotibû, reva wî ya ji zîndanê bi hevkariya hin aliyên di desthilatdariya Tirk de pêk hat ku dixwestin wî ji Tirkiyeyê derxin.
Di 9’ê Îlona 1984’an de Guney di 47 saliya xwe de ji ber nexweşiya kanserê koça dawî kir. Di merasîma definkirina cenazeyê wî li goristana Berlaches de xwişka serokkomarê Fransayê yê wê demê François Mitran û hin rayedarên hikumeta Fransayê beşdar bûn.
Rêwîtiya huner û sînemayê ya Yilmaz Guney ji sînemagerên kurd ên li tevahî Kurdistanê, bi taybetî yên rojavayê Kurdistanê bû jêdera îlhamê. Gelek saziyên hunerî li ser xeta Guney, ji bo ragihandina doz û qêrînên gelên bindest dixebitin.