Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Sînmîş ji girtîgehê derket li malê çalakiya xwe didomîne

Çalakger Îhsan Sînmîş ku piştî ji girtîgehê hat berdan çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Sînmîş li ser çalkiya xwe wiha got: “Li wir 90 roj in hevalên min di greva birçîbûnê de ne. Ma ez ê çawa xwarinê bixwim. Ez ê jî heta adawiyê çalakiya xwe li malê bidomînim. Kesên van zext û zoriyan qebûl bikin, her tiştî qebûl dikin.”

Di 28’ê Adara 2018’an de qeyûm tayînî, Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Çapxaneya Gunê hatibû kirin. 23 xebatkarên çapxaneyê hatibûn binçavkirin û girtin. Yek ji van kesan jî Îhsan Sînmîşê 55 salî bû. Dadgehê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 9 sal û 2 meh ceza lê birîbû û ew berdabû. Sînmîş, di 1’ê Adarê de li Girtîgeha Sîlîvriyê li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû û piştî hat berdan niha çalakiya xwe li mala xwe didomîne.

Sînmîş destnîşan kir ku di şexsê Ocalan de tevahiya Rojhilata Navîn û kurd tên tecrîdkirin û ji bo daxwaza wan bê qebûlkirin ew di greva birçîbûnê de ye. Sînmîş bilêv kir ku mafên girtiyan çi bin ên Ocalan jî ew in û ev maf mafên bingehîn in. Sînmîş anî ziman ku li Tirkiyeyê tecrîd bûye sedema nêvengeke aloziyê lê belê wexta hevdîtin bi Ocalan re bê çêkirin dê ev nêvenga alozî ji holê rabe. Sînmîş anî ziman ku li Rojilata Navîn û Tirkiyeyê aştî girêdayî Ocalan e û wiha got: “Her tişt girêdayî hevdîtineke bi Ocalan, bi daxuyanî û talîmateke wî ve girêdayî ye. Bi hevdîtinên li gel Ocalan dê Tirkiye, Sûriye, Irak û Rojhilat Navîn rihet bibe.”

‘Îdare pêdiviyan bi cih nedianî’

Sînmîş bi bîr xist ku niha bi hezaran girtî di greva birçîbûnê de ne û îdareya girtîgehê pêdiviyên girtiyên di greva birçîbûnê de bi cih nedianî. Sînmîş anî ziman ku îdareya girtîgehê bi awayekî qismî hin pêdivî bi cih dianîn lê belê di demên dawî de ew jî nedidan û wiha got: “Niha 80-90 roj in hin heval di greva birçîbûnê de ne. Pir zihîf bûne. Vîtamîna B1 nadin girtiyan. Ji bo hebên vîtamînê bidin me daxwazname dinivîsand. Lê ancax piştî du sê hefteyan şûnde didan û car hebû qet nedidan. Wexta dihatin dayîn jî ji dêvla vîtamîna B1, vîtamîna B12 didan.”

Li qawîşên 8 kesî 42 kes dimîne

Sînmîş bilêv kir ku girtiyên ji destpêk ve di greva birçîbûnê de ne nikarin tiştekî bikin û wiha got: “Êdî hem deng hem jî ronahî hevalan nerihet dike. Her wiha cihê me jî pir teng bû. Kapasîteya qawîşê 8 kes bû. Lê em 42 kes lê diman. Niha 24 kes di qawîşê de ne. Nivîn heta ber deriyê tuwaletê jî dihatin raxistin. Me nikaribû paqijiyê bike.”

20 rojan carekê serê xwe dişûştin

Sînmîş bilêv kir ku wan bi xewliya şil hevalên di greva birçîbûnê de bûn paqij dikirin û 20 rojan carekê serê wan dişûştin û wiha got: “Wexta me ev dikir, me nedihişt heval biwestin. Xweşikî me nikaribû bi hevalan re xeber bide. Wexta em diaxivîn, me pir deng dernedixist, da nerihet nebin. Pir hesas bûne.”

‘Divê tu kes vê zilmê qebûl neke’

Sînmîş diyar kir ku piştî hatiye berdan ew li malê çalakiya xwe didomîne û ev tişt got: “Li wir 90 roj in hevalên min di greva birçîbûnê de ne. Ma ez ê çawa xwarinê bixwim. Ez ê jî heta adawiyê çalakiya xwe li malê bidomînim.”

Sînmîş diyar kir ku ji bo grevên birçîbûnê civak pir bêdeng maye û ev tişt anî ziman: “Ger ev çalakî li devereke din a cîhanê bûna niha erd hejiyabû. 10 hezar mirov di greva birçîbûnê de ne. Lê deng ji kesî dernakeve. Di çapemeniya tirk de gotinek jî nayê kirin. Ên dixaivin jî digirin. Mirov pir tirsandine. Êdî kes newêre biaxive. Lê belê kesê dibêjin em mirov in divê vê zilmê, van zext û zoriyan qebûl neke. Kesên van zext û zoriyan qebûl bikin, her tiştî qebûl dikin. Divê çi hikûmet be, çi nivîskar, çi rewşenbîr û çi jî partiyên siyasî bin ji xwe bipirsin û bifikirin ka ev mirov ji bo çi ketine greva birçîbûnê. Kes jixwe ber nakeve greva birçîbûnê.”

Sînmîş peyama hevalên xwe yên girtîgehê jî bi raya giştî re parve kir: “Heta gelê me li pişta me be, dê kes nikaribe bi me. Em ê tevî gelê xwe heta dawiyê têbikoşin. Encam çi dibe bila bibe em ê tecrîdê bişikînin. Em ê tecrîdê bi dawî bikin.” STENBOL

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar