Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Cumartesi - 5 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şirîkên êrîşa li Qamişloyê

DYE jî, Rûsyayê jî ji destpêkê ve peymanên çêkirin û sozên dan gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih neanîn. Berevajî; êrîşên bejahî û hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser herêmê ji nedîtî ve hatin

Ferda Çetîn |

Pêr (9’ê Mijdara 2021’an) li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê bi balafireke bêmirov a bi çek bombe li wesayîtekê hat barandin û ji malbata Gulo 3 kes hatin qetilkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Rojava piştî bûyerê daxuyaniyek dan û gotin; ‘Dewleta tirk peymanên navneteweyî binpê dike û sûc dike. Em bang li hêzên navneteweyî dikin ên ku ji pêkanîna ewlehiya herêmên me berpirsyar in ku wezîfeyên xwe bi cih bînin.’

Bêguman ev êrîş ji aliyê Tirkiyeyê ve bi piştgiriya leşkerî û siyasî ya NATO’yê hat kirin.

Mebesta Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ‘hêzên navneteweyî yên ji pêkanîna ewlehiyê berpirsyar in’ li rojhilatê Firatê DYE, li rojava jî Rûsya ye.

Ji ber ku DYE û Rûsya di encama peymanên bi Tirkiye û Rêveberiya Xweser a Rojava re ketine bin berpirsyariyeke bi vî rengî.

Banga ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ji aliyê siyasî û hiqûqî ve hincet û rabirdûyeke xwe heye.

Nûnerê Taybet ê DYE’yê yê ji bo Sûriyeyê James Jeffrey 22’ê tîrmeha 2019’an çûbû Enqereyê, bi rayedarên tirk re di mijara ‘herêma ewle ya li bakurê Sûriyeyê’ de hevdîtin kiribû. Jeffrey li ser vê mijarê her wiha bi lurdên li Sûriyeyê re jî hevdîtin kiribû.

Di vê çarçoveyê de di navbera aliyan de ‘herêma ewle’ û ‘mekanîzmaya ewlekariyê ya hevpar’ hat avakirin.

Li hev kirin ku li ser sînorê Tirkiyeyê çeper, qenal, bend û tunelên parastinê yên hêzên leşkerî yên Rojava bêne rakirin, çekên giran ji herêmê bêne derxistin û bi 5 kîlometreyan xwe ji sînor vegirin. Ev mesafe piştre kirin 30 kîlometre.

Dema ku li qadê ev dibû, li Enqereyê jî 16’ê cotmeha 2019’an di navbera DYE û Tirkiyeyê de ‘peymana agirbestê’ ya ji 13 xalan hat amadekirin.

Peyman di dîroka mirovahiyê de tiştekî nû bû. Du dewletên ku li heman kampê hevalbendê hev bûn, du hevkarên NATO’yê ku li hemberî hev şer nedikirin ‘peymana agirbestê’ çêkiribûn.

Bi rêya vê peymanê qaşo dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser xaka Rojava dihat astengkirin, garantî dihat dayîn ku êrîş li dijî mirovên li vê herêmê neyê kirin.

Peymaneke bi heman rengî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de 22’ê cotmeha 2019’an li Soçiyê hat kirin. ‘Lihevkirina Soçî’ ya ji 10 xalan mîna ‘Peymana Agirbestê’ ya bi DYE’yê re biryar dida ku kurd bi 30 kîlometreyî xwe ji sînor vekişînin.

‘Peymana Agirbestê’ ya di navbera DYE û Tirkiyeyê de hat kirin û ‘Lihevkirina Soçiyê’ ya navbera Rûsya û Tiriyeyê, zext li Rêveberiya Xweser a Rojava dikir ku fedakariyê bike, tawîzan bide û bi hinceta ‘Ewlekarî û hesasiyetên sînor ên Tirkiyeyê’ kurd dehf didan ku bi 30 kîlometreyî xwe ji sînor vekişînin.

Li hemberî van hemûyan, di herdu ‘Peymanan’ de tenê sozek ji kurdan re dihat dayîn. Dewleta tirk dê qada bejahî û hewayî bi kar neyne, dê êrîşî Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê neke, dê bi tu awayî gefê li ewlehiya can û malê gelên li vê derê nexwe.

Ji wê rojê û vir ve êrÎş, kuştin, komkujî qet nesekinîn. Artêşa tirk tevî çeteyên xwe yên El Qaîde, El Nûsra, DAIŞ û OSO, xaka Rojava dagir dike; dest datîne ser malên kurdan, jin, ciwan, extiyarên kurd direvîne û fîdyeyê kom dike.

Li cihê ku nikare van bike bi balafirên bêmirov ên biçek û bi balafirên şer êrîşan dike, kurdan qetil dike.

DYE jî, Rûsyayê jî ji destpêkê ve peymanên çêkirin û sozên dan gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bi cih neanîn. Berevajî; êrîşên bejahî û hewayî yên Tirkiyeyê yên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji nedîtî ve hatin.

Bi êrîşa Tirkiyeyê ya li Qamişloyê re ku ji malbata Gulo 3 kes qetil kirin, herî kêm bi qasî dewleta tirk û Tayyîp Erdogan berpirsyariya Neteweyên Yekbûyî, DYE û Rûsyayê jî heye.

Neteweyên Yekbûyî, DYE, Rûsya û Yekitiya Ewropa ku dema di şer de leşkerekî tirk tê kuştin qiyametê radikin û peyamên piştgiriyê ji bo Tirkiyeyê diweşînin, li pêşberî qetilkirina sê kurdên sivîl li Qamişloyê bi rengekî cihê şermê, bêdeng mane. Ev yek jî ne tenê binpêkirina peymana wan e, di heman demê de tê wateya piştgiriya yekser a ji bo komkujiyên ku Tirkiye û desthilatdariya Erdogan dike.

Çavkanî: Yenî Ozgur Polîtîka

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar