Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şîrketên AKP-MHP’ê ji bo wêrankirina ekojojiyê serferbûne

Ekolojîst Cemîl Aksû diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê şîrket ji bo çiya, daristan, çem, qadên çandiniyê tarûmar bikin seferber bûne û wiha got: “Tejaneya çemên Dîcle û Firatê ji ber madenkarî, bermahiyên bajaran, çandiniya endustriyê veguherîne qadeke eko qirkirinê. Ji ber vê yekê jî têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê têkoşîneke ekolojîk be. Eger mêtinger dixwazin xaka te bêkêr bike, hingî wezîfeya te ye ku tu daristan, çem, qadên çandiniyê biparêze."

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê erdnîgariya bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêşkêşî alîgirên xwe dike. Bi çêkirina kan û bendavan ekolojiyê wêran dike. Ji Polen Ekolojiyê Cemîl Aksû têkildarî qirkirina ekolojiyê axivî. Akdû diyar kir ku sedsala Tirkiyeyê veguheriye rejîmeke rewşa awarte û ev yek jî bi taybetî ji sala 2015’an û vir ve ketiyet meriyetê. Cemîl Aksû got, “Serwer li gorî destûra bingehîn û qanûnên xwe jî tevnagerin. Qanûndanîn, rêveberî, dadgerî hemû li Qesrê ne. Lêgerîna li maf, lêgerîna li edaletê, grev, çalakî bi tundî têne tepisandin. Ev rejîma rewşa awarte li gel êrîşa li ser tevgerên muxalefeta civakî û berxwedana hawirdorê ya herêmî ye.”

Aksû ragihand ku li Tirkiye û Kurdistanê şîrket ji bo çiya, daristan, çem, qadên çandiniyê tarûmar bikin seferber bûne û anî ziman ku ji ber qezenca şîrketan karker li ser kar û ji ber nexweşiyên pîşeyî jiyana xwe ji dest didin.

Aksû diyar kir ku li Kurdistanê hiqûqa mêtingeriyê heye; polîtîkayeke du alî ya hilweşandinê tê meşandin û got, “Kurdistan di statuya mêtingeriyê de ye, li ser vê jî hebûna neteweyî ya Kurd tê înkarkirin, têkoşîna azadî û wekheviyê tê tepisandin. Ya duyemîn jî sermaye di asta navneteweyî de bi rola xwe radibe û li gorî vê jî polîtîkaya aboriyê dimeşîne. Ji ber faktora destpêkê cografya Kurdistanê salên dûr û dirêj bi polîtîkayên koçberiya siyasî û aboriyê re rû bi rû hat hiştin. Bi GAP û bendavan di bin navê ‘razemeniyê’ û ‘bendavên ewlekariyê’ de ked û hêza xwezayî ya herêmê pêşkêşî sermayeyê hate kirin. Ji ber van her du polîtîkayên hilweşînê hem xwestin neteweya kurd parçe bikin hem jî bi parçekirinê re gel weke hêza erzan a kedê li pîşesaziyên bajaran, li sektora xizmetê weke karker bi kar bînin. Ev yek ne tenê şîroveyeke, qelemşorên xulamê sermayeyê ev yek anîn ziman.”

Aksû got, mêtingerî sîstemeke welê ye ku hem xakê bi xwînxwarî talan dike, hem jî tundiyeke hovane li hemû zindiyên li ser xakê dike û wiha dewam kir, “Me bi gelek şêweyan dît. Li Kurdistanê di asteke gelekî cidî de pirsgirêka ziwatiyê heye. Li xaka berhemdar a tejaneya Dîcleyê êdî garisên GDO yên Bayerê têne çandin. Li quntarên Cûdî daristan têne birîn. Her havînê ji ber ‘ewlekariye’ daristanên ji darên berû têne hilweşandin. Şîrket bêyî ku guh bidin mewzûatên qanûnî bi her awayî kar dike. Li qiraxa çemê Mûradê ku baskekî çemê Firatê ye, ji bo madenkariya zêr a bi siyanur a mîna Îlîçê şîret û dewlet bi hev re kar dikin. Tejaneya çemên Dîcle û Firatê ji ber madenkarî, bermahiyên bajaran, çandiniya endustriyê veguherîne qadeke eko qirkirinê. Ji ber vê yekê jî têkoşîna li dijî mêtingeriyê divê têkoşîneke ekolojîk be. Eger mêtinger dixwazin xaka te bêkêr bike, hingî wezîfeya te ye ku tu daristan, çem, qadên çandiniyê biparêze.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar