Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...
Cumartesi - 14 Eylül 2024

Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Şîrketên desthilata faşîst zozanên Hasandînê yên Pasûrê dagir kirine

Recep Aslanhan diyar kir ku şîrketên madenê yê Îzmîrê bi leşkeran zozanê Hasandînê dagirkirine û wiha got: "Em maden, HES û bendavan li ser xaka xwe naxwazin. Em naxwazin xaka xwe biterikînin. Em ê li ber vê yekê rabin."

Desthilata faşîst AKP-MHP’ê xwezaya bakurê Kurdistanê difroşin şîrketên girêdayî xwe. Li zozanê Hasandîn ê li navçeya Pasûr a Amedê bi hinceta ku rezervên krom û hesin hene şîrketeke Îzmîrê bi leşkerên dagirker re herêm dagir kiriye. Şîrketa madenê bi rêya sondajê nimûne ji herêmê wergirt, ku ev yek li nava gundiyan bû cihê nerazîbûnê. Bi taybetî karekî gengaz ê madenê wê bandorê li gundên Nêrçik, Şînas, Dimilyan, Hêlîn, Beyrok, Înîkayê bike.

Ji gundiyên Nêrçikê Recep Aslanhan diyar kir ku ew li herêmê mêşên hingiv xwedî dike, ev yek çavkaniya wan a debarê ye û got, “Qeymeqamê navçeyê beriya meh û nîvekê bi keyayên gundên Nêrçik, Şînas, Dimilyan û Beyrokê re li ser lêgerîna li madenê civîn lidar xist. Dema ku me ev bihîst, bi rêya keyayan me ragihand ku em ê destûrê nedin vê yekê û qebûl nakin. Li gel vê yekê jî şîrket bi rêya leşkeran hat herêmê. Me ji leşkeran û nûnerên şîrketê re gotin, em vê yekê qebûl nakin. Eger karekî bi vî rengî bê kirin wê jiyana me ya heta niha bi erdê re bibe yek. Ked û xwezaya me wê talan bibin. Ya herî nebaş jî wê li vê derê zindî nemîne. Hasandîn çiyayê herî bilind ê Pasûrê ye. Ava me zêde ye. Av herî zêde li vê herêmê heye. Yanî çavkaniya me ya avê wê bê birîn. Dema ku dînamît hate teqandin an jî karê sondajê destpê kir wê jehr bikeve nava ava me.”

Aslanhan ragihand ku çavkaniyên wan ên jiyanê hemû li herêmê ne û diyar kir ku ew naxwazin gundê xwe biterikînin. Aslanhan got, “Bendeva Geliyê Godernê bandorê li gundên din ên li herêmê dike, lê belê wê ew jî wê gelek gundan tine bike. Eger ev karê madenê destpê bike wê bibe sedem ku bi dehan gund bêne valakirin. Piştre jî wê li Pasûrê jiyan nemîne. Çandinî ji xwe qediya ye, qet nebe bila ya heyî biparêzin. Li şûna berheman ji derve bikirin bila vî karê bendavê û madenê bisekinînin, piştgiriyê bidin gelê herêmê. Li welêt çandiniya xwecihî bi têrkerî nema. Em ka nabînin ku bidin heywanên xwe. Çandinî bi têrkerî hebe, em ê karibin ka bibînin, em ê karibin herêmê jî dewlemend bikin. Xaka me tê tinekirin. Em vê naxwazin. Çima dixwazin vê dewlemendiyê tine bikin? Bi salan e em li vê derê bi vî rengî dimînin. Em nizanin bê xak, bê heywan, di nava betonan de bijîn. Her tişt li aliyekî wê xwezaya me tine bibe.”

Aslanhan herî dawî got, “Eger ev kar bê destpêkirin wê xelkê tevahiya herêmê neçar bimîne ku koç bike. Ev maden wê bandorê li tevahiya navçeyê bike. Armanca wan tinekirina jiyana li vê derê ye. Ji bo berjewendiyên çend şîrketan xaka me difiroşin. Hewl didin me ji vê derê sirgûn bikin. Em li xaka xwe madenê, Santralên Hîdroelektrîkê (HES) û bendavan naxwazin. Em naxwazin warê xwe biterikînin. Em ê li ber vê rabin. Em dixwazin gelê me bi me re be û dengê me bide bihîstin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar