Polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên dewletê yê ewlehiyê xwezaya wêran dike. Yek ji herêma ku xwezaya wê ji rantê re tê vekirin jî herêma Botanê ye. Di van 10 salên dawî de li herêmê ku bênavber talan û wêrankirina xwezayê di rojevê de yek devereke ku desthilatdariyê bi şîrketên nêzî xwe dest dirêj nekiribê nema ye. Bi kanên komirê, termik santral, kanên xîzê xwezaya herêmê ji rantê re tê pêşkeşkirin û tunekirin.
Li Cizîrê jî di van salên dawî de hejmara kanên xîzê her ku diçe zêde dibe û ev jî bi xwe re xeteriyeke mezin tîne. Kanên xîzê ku bi taybetî li ser çemê Dîcleyê dixebitin, hindavên çem diguherînin û cihê çem her ku diçe tê tengkirin. Di heman demê de jî toza ku ji kanên xîzê derdikeve jî bi awayeke neyînî bandorê li ser tendûristiya xelkê navçeyê dike. Di heman demê de jî xîza ku ji çem tê derxistin dibe sedema qetilkirina zindiyên di çem de dijîn jî. Çemê ku bi vî rêbazî bi metreyan kûr dibe, di demsala havînê de zarokên ku dikevin çem dibe sedem ku bixeniqin û jiyana xwe ji dest bidin. Heta niha ji ber vê bi dehan zarok xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Der barê girtina kanên xîzê de li ser çem her çiqasî Baroya Şirnexê gelek caran serlêdana sûc kiribe jî serlêdanên wan bêencam mane. Ji Komîsyona Ekolojiyê ya Baroya Şirnexê Fadil Tay der barê mijarê de axivî.
Tay bi lêv kir ku xwezaya herêmê ji şîrketên ku nêzî desthilatê ne tê pêşkeşkirin û hişyarî kir ku şîrketên kanên komir û kanên xîzê li ser herêmê pêşiya xeteriyeke mezin vedikin. Tay destnîşan kir ku kanên xîzê yên li ser Çemê Dîcleyê, kanên komirê yên li Çiyayê Cûdî û santrala termîkê ya Silopiyayê ji aliyê heman şîrketan ve tên şixûlandin û wiha got: “Ev şîrket jî şîrketên nêzikî pergalê ne. Îhaleyên xwe di encama vê hevkariyê de distînin û ev şîrket ne li gorî qanûnên bingehîn tevdigerin. Ji ber wê hem morfolojiya flora çemê Dîcleyê jî bi destê van şîrketan tê guhertin. Di nava van 9 salan de ji ber vî rêbazê rêveberina kanên xîzê bi dehan zarok di çem de xeniqîn û jiyana xwe ji dest dan. Weke komîsyona hawirdorê ya Baroya Şirnexê di mijara kanên xîzê û komirê de gilî hatin kirin û doz jî vekirine. Lê mixabin heta niha me ti encameke şênber negirtin. Ji ber wê divê ku pêşiya her tiştekî gelê me di vî aliyî de xwedî hişmendî be. Ew kesên ku erdê wan nêzî kanên xîzê hebe mafê wî heye ku dozê veke. Dema ku doz bê vekirin jî dikarin bên serî li baroya me bidin û der heqê vê de em dozên îdarî û taybet vekin. Lê belê ji bo vê jî di serî de divê ku ev zanistiye di nava gel de hebe.”
Tay anî ziman ku ji ber kanên xîzê li ser Çemê Dîcleyê cihê avê teng dibe û dibe sedem ku karesatên weke lehî çêbibin û wiha pêde çû: “Kanên xîzê sal bi sal zêdetir dibin. Dema ku ji çem xîzê digirin ew flora çem tê xerakirin û kûrahî çêdibe û zarokên ku di demsala havînê de ji bo avjeniyê dikevin çem dikevin van kurahiyan û dixeniqin. Pêşiya xetereyeke mezin vedike. Ji bilî wê jî ev kanên xîzê hem ji aliyê tozê ve û hem jî aliyê qirêjiyê ve jî li ser tendûristiya mirovan bandoreke neyînî dike. Bi xwe re nexweşiyên cur bi cur tîne. Nexweşiyên weke dil, egzamayê û hwd bi xwe re tîne. Her wiha li gorî qanûna bingehîn xerakirina aramiya civakê jî sûc e. Dema ku ew teq û reqa kanên xîzê tê derdor acizî çêdibe û bandorê li ser derûniya zarokan jî dike. Malên ku li derdora kanên xîzê bêtirîn jê bandor dibin.”
Tay da zanîn ku kanên xîzê ne tenê li ser şêniyên herêmê di heman demê de dibe sedema tunebûna zindiyên di nav çem û xwezayê de jî û ev tişt got: “Ev kanên komirê ne tenê bandorê li ser mirovan dike, di heman demê de pergala ekolojiyê bi xwe jî xera dike. Di çem de cur bi cur masî hene û her cureyeke ajalên zindî hene. Ji xeynî wê zindiyên endemîk jî hene. Ew jî zirar dibînin. Di heman demê de jî dibe sedemê lehiyan. Weke ku tê zanîn mehek pêşiya niha li Cizîrê lehiyek çêbû. Yek jî sedemê vê jî ev e. Pergala ekolojiyê dema ku tê xerakirin li her zindiyekî bandor dike û ev jî talûkeyeke mezin e.”
Fadil Tay xwest ku şêniyên herêmê di vê hêlê de xwedî zanist bin û got ku heke ku serî li wan bidin ew ê di heêla hiqûqî de piştgirî bidin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di sedsala 21’emîn de talûkeyên mezin ên xwezayê li pêşiya me ne. Bi salane ku daristanên herêma me tên tunekirin. Dema ku li herêmekî daristan kêm bin germahî zêdetir dibe. Heke ku pêşî li vê texrîbata xwezayê neyê girtin dê li herêmê mirin jî û nexweşî jî zêde bibin. Ji ber wê di milê hiqûqî de em weke komîsyon ji bo alîkarî bidin gelê xwe amade ne.”