Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Sirûda Îstîklalê’ li ser girtiyên di grevê de ne tê ferzkirin!

Hat îdîakirina ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, Reşît Îlham û Hamza Arzûman ên ji 27’ê çileyê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, Sirûda Îstîklalê li ser wan tê ferzkirin

Hat îdîakirina ku li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê, Reşît Îlham û Hamza Arzûman ên ji 27’ê Çile ve li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne, ji ber ku xwendina Sirûda Îstîklalê û hejmara li ser pêyan qebûl nekirin bi erdê re hatin kaşkirin û bi copan hatin derpkirin.

Reşît Îlhan di salên derbas bûyî de, piştî qedexeya derketina kolan a li navçeya Sîlopî ya Şirnêxê hat kirin, bi îdîya ‘Endamtiya rêxistinê’ hat girtin û ev nêzî salekêye li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhanê girtiye.

Dayika Reşît Îlhan Ayşe Îlhan diyar kir ku piştî kurê wê ji Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê sewqî Girtîgeha Gumuşhanê hat kirin, tenê carekê hevdîtin pêk aniye û wiha got: “Ev nêzî 2 meh e hevdîtina telefonê jî nayê kirin. Herî dawî dema telefonê me kir, ev agahî dan me ‘Îşkeceyê bi me dikin. Ava germ nadin me. Li me zilm dikin. Em avêtin hucreya yekkesî.’ Ji xwe piştî vê carek din me ne dengê wî bihîst û ne jî agahiyeke wî ji me re hat. Ev zilm nayê qebûl kirin. Divê rayedar dengê girtiyan bibihîsin.”

 Ev der ne Şirnex e Gumuşhane ye!

Hat zanîn ku Hamza Arzûm (21) ê piştî qedexeya derketina kolanan li Sîlopiya hat girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn jî, li heman girtîgehê rastî îşkeceyê hatiye.

Yûnûs Arzûman jî da zanîn ku kurê wî Hamza Arzûman bi Îlhan re di greva birçîbûnê ya bêdem û bêddorveger de ye û ev tişt anî ziman: “Nêzî du mehan min agahî ji kurê xwe negirt. Li ser vê yekê ez çûm girtîgehê. Rayedarên girtîgehê xwendina Merşa Îstîklalê û hejmara leşkerî ya li ser pêyan ferzî girtiyan dikin. Ji ber ku girtiyan ev yek qebûl nekirine, bi erdê re hatine kaşkirin û bi copan hatine derpkirin. Piştî ku gardiyan girtiyan derp dikin û bi erdê re kaş dikin, dûre diavêjin hucreyên yekkesî. Mafê sporê, derketina baxçe û danûstanê yê girtiyan hatine astengkirin. Kurê min di greva birçîbûnê de ye û pir kîlo daye. Ligel ku rayedarên girtîgehê dizanin di greva birçîbûnê de ne jî, vîtamînên B1 û B12 nadin wan. Ji girtiyan re dibêjin ‘Ev der ne Şirnex e, Gumuşhane ye’ û bi vî awayî zextê li girtiyan dikin.”

Bersiv û parastina rayedaran

Di axaftina xwe de bav Arzûman diyar kir ku piştî hevdîtina kurê xwe, bi rayedarekê girtîgehê re jî hevdîtin kiriye û derbarê hevdîtina kir de ev agahî dan: “Min ji wan pirsî ‘hûn çima muameleya xerab dikin.’ Wan jî ji min re got ‘Zarokên we ranawestin.’ Li ser vê min ji wan re got ‘Qey çi dikin? Hûn dixwazin bi wan Merşa Îstîklalê bidin xwendin û hejmara leşkerî ferzî wan dikin.’ Wan jî li ser vê yekê gotin ‘Bila bixwînin ma çi bûye?’”

Bav Arzûman bertek nîşanî vê helwesta rayedarên girtîgehê da û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ma zarokên me leşker in? Gelo zarokên me xwendekar in? Hejmara leşkerî ferzî wan dikin. Ger ev pêkanîn dewam bikin, heya cezayê wan biqede dê li girtîgehê jiyana xwe ji dest bidin. Rayedar divê demildest tişta pêwîst bike.”  ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar