Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Sirûda tirk li girtiyan tê ferzkirin

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Emîne Kaya got ku sirûda tirk li ser girtiyan tê ferzkirin û yên ku li dijî vê radibin jî rastî îşkenceyê tên

Hevseroka MED TUHAD-FED’ê Emîne Kaya diyar kir li girtîgehan zextên li dijî girtiyan hatiye asta îşkenceyê û got ku bi giranbûna tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re, ev terisiye ser girtîgehên din jî.

Kaya destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên girêdayî vê îro li ser hemû girtiyên siyasî tê bicihanîn û wiha got: “Ev ji bo girtiyên nexweş jî wiha ye. Daxwaza me ew e ku kêlî beriya kêliyekê şertên tecrîdê werin rakirin û li girtîgehên jî zext bidawî bibin.”

Di berdewama axaftina xwe de Kaya bal kişande ser zextên ku li Kirikkale dest pê kirî û li girtîgehên din jî berbelav bûne û ev tişt anî ziman: “Zext bi îşkence û sirgûnan didome. Serlêdanên malbatan jî bi temamî têkilî îşkence û derbxwarinê bû. Bêyî ku sedemek were nîşandan bi ser qawişan de digirin û îşkence li girtîgeyan tê kirin. Sirûda millî ya tirk li girtiyan tê ferzkirin. Dema ku girtî vê qebûl nakin jî îşkence li wan hatiye kirin. Hin girtî birîndar bûne.”

Her wiha Kaya da zanîn ku li Girtîgeha Sîwerekê jî leşker bi ser qawişan de girtine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li gel ku qedexe ye jî avetine ser qawişan û girtiyan derb kirine. Gardiyan dema ku li qawişan digerin êdî bi leşkeran re tên. Piştî vê girtina bi ser qawişan 14 girtî korona bûn. Li girtîgeha Beşîrî jî ji girtiyan xwestine ku bikevin rêzekê. Girtiyan dema ku ev qebûl nekirine îşkence li wan kirine.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar