Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Sîstema Îmraliyê hêzên demokratîk hemûyan dike hedef’

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku tecrîd û bêhiqûqiya li Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin ne tenê li dijî Kurdan, li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê jî tê kirin.

Mustafa Karasû di bernameya taybet a Medya Haberê de axivî û bal kişand ser polîtîkayên tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Karasû, anî ziman ku pergala li Îmraliyê tê meşandin bingeha bêhiqûqî û bêedaletiya li Tirkiyeyê ye û got, “Kî li Tirkiyeyê qala hiqûqê û edaletê dike, divê çavkaniya wê zanibe. Divê dakeve çavkaniya wê. Çavkaniya hemû bêhiqûqî û neheqiyên li Tirkiyeyê pergala li Îmraliyê ye.”

Karasû diyar kir ku li Îmraliyê makeqanûna Tirkiyeyê û peymanên navneteweyî tên binpêkirin û got, bêyî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîn were kirin, heta ev tişt neyê teşxîrkirin, mirov nikare li Tirkiyeyê li dijî bêhiqûqtî û bêedaletiyê têkoşîneke rast û baş bide.

Karasû got “Heke em bibêjin bêhiqûqî, bêedaletî, em di vê rewşê de samîmî bin, divê li dijî tecrîda li Îmraliyê jî helwesta xwe nîşan bidin. Ya rast ev e.”

Nirxandinên Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mûstafa Karasû wiha ne:

“Tecrîda li ser Rêber Apo ev 25 sal in didome. Carinan sekinî lê bi giranî tecrîd didome. Têkiliya vê tecrîdê rasterast bi polîtîkaya li ser Kurdan heye. Nabe ku mirov van tiştan ji hev veqetîne. Ev polîtîkayeke qirkirinê ye. Ji ber ku li ser Kurdan qirkirin tê kirin, li ser Rêber Apo jî tecrîdeke giran tê kirin. Li ser Rêber Apo jî polîtîkaya qirkirinê tê meşandin. Jixwe Erdogan carekê gotibû ‘Heta ku ez li vir bim, nikare ji wir derkeve.’ Ji vê hêlê ve, dema ku tecrîda li ser Rêber Apo were nirxandin, bêyî ku qirkirina Kurdan were fêmkirin û ji kûr ve ev polîtîkaya qirkirinê neyê fêmkirin, ne mumkun e baş were nirxandin.

Rêber Apo rêberê gelê Kurd e, rêberê têkoşîna 50 salan e. Di dîrokê de pêşengê têkoşîna herî mezin a Kurdan e. Dewleta Tirk jî li ser wî polîtîkaya qirkirinê dimeşîne. Di vî warî de divê tecrîd bi vî rengî were nirxandin. Heke ji polîtîkaya qirkirinê cihê were dîtin wê rast neyê nirxandin. Her Kurd heta ku nebîne tecrîda li ser Rêbertî tê wateya qirkirinê, wê nikare li dijî tecrîdê têkoşîneke xurt bide. Ji ber vê divê her Kurd bibîne ku tecrîda li dijî Rêber Apo tê wateya polîtîkaya qirkirinê û polîtîkaya qirkirina Kurdan, divê wisa fêm bike.

Çavkaniya bêhiquqtî û bêedaletiyê pergala Îmralıyê ye

Aliyê din jixwe tê nîqaşkirin. Li Tirkiyeyê rewşenbîr û nivîskar nîqaş dikin. Siyaseta demokratîk a Kurd her qal dike, saziyên Kurdan her dem qal dike. Îro li Tirkiyeyê jî bêedaletiyeke mezin heye, bêhiqûqtî heye. Her kes qala pergala edaletê dike. Dibêjin hiqûq nemaye, edalet nemaye. Dibêjin qanûn ji aliyê dewletê ve tê birêvebirin, yanî dewlet zextan li ser edalet, sazî û dadgehê dike, ev sazî li gorî daxwaza hikumetê dixebitin.

Ev rast e. Ji ber ku dewleta Tirk a qirker heye. Hikûmetek heye ku vî tiştî pêk tîne. Hikûmeteke wiha helbet wê hiqûqê bin pê bike û qala edaletê neke. Di vî warî de kî li Tirkiyeyê behsa hiqûq û edaletê dike, divê çavkaniya wê zanibe. Divê xwe bigihînin çavkaniyê. Çavkaniya hemû bêhiqûqî û neheqiyên li Tirkiyeyê pergala li Îmraliyê ye. Li Îmraliyê makeqanûna Tirkiyeyê û hemû peymanên navneteweyî tên binpêkirin, hemû bêedaletî ji vir derdikeve. Di vî warî de bêyî ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têbikoşin, vê rastiyê derxin holê û îfşa bikin, wê nikaribin li dijî bêhiqûqtî û bêedaletiya li Tirkiyeyê têkoşîneke baş were dayîn. Divê her kes wisa bibîne. Wê him bêedaletiya li Tirkiyeyê bidomîne, him qala bêhiqûqtiyê bike û him jî wê danekeve bingeha vî tiştî. Çima ev qas bêhiqûqtî tê kirin? Çima evqas bêedaletiyê dike? Sedema wê qirkirina li ser Kurdan e. Sedema wê polîtîkaya qirkirinê ya li ser Îmraliyê ye. Pergala li wir e. Beriya her tiştî divê ev rastî were zanîn. Ger em bibêjin bêhiqûqî, bêedaletî, ger em samîmî bin, divê li dijî tecrîda li Îmraliyê helwestê nîşan bidin. Divê wisa be. Bêyî vê yekê kes nikare bibêje ez ji bo edaletê têdikoşim, ez ji bo hiqûqê têdikoşim. Kes wê bawer neke, wê bandora wê jî tunebe. Ji ber vê divê ev rastî were dîtin. Çavkaniya bêhiqûqtiya li Tirkiyeyê, çavkaniya bêedaletî, zext û xerabiyan ev e.

Pergala Îmraliyê ne bi tenê kurdan hemû hêzên demokrasiyê dike hedef

Çavkaniya van tiştan helbet pirsgirêka Kurd e, çaresernekirina pirsgirêka Kurd e. Bi awayê herî şênber, polîtîkayên dewleta Tirk ên li ser Rêber Apo ye. Siyaseta li ser Rêber Apo tê meşandin li hemberî hemû Kurdan, têkoşîna azadiya gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û her kesî ye. Ne bi tenê li dijî Kurdan, li dijî hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê ye. Ew jî di bin zextan de ne, bi her cure neheqiyê re jî rû bi rû ne. Pêwîst e ev rastî were dîtin û li ser vê bingehê divê her kes sedema vê bêhiqûqiya neheq a li Îmraliyê bibîne û li dijî vî tiştî derkeve.

Di qada navneteweyî de kî qala edalet û hiqûqê dike, divê li dijî fermana Îmraliyê derkeve. Wekî din, kes nikare rast û dirust be û wê kes ji wan jî bawer neke. Di vî warî de di têkoşîna li dijî tecrîdê de divê ev rastî derkeve holê, ev rewş were îfşakirin, her kes li hemberî vî tiştî helwestê nîşan bide, her kesên ku edalet, hiqûq dixwazin û alîgirê hiqûqê ne, divê di vê çarçoveyê de tevbigere.

Jixwe li cîhanê xwedî lê tê derketin ev rast e. A rast dinyayê ev fêm kir. Hemû hêzên demokrasiyê, hiqûqnas û demokratên li dinyayê ev tişt fêm kirine. Lê li Tirkiyeyê rastiyek heye. Di bin bandora dewleta Tirk de, di bin êrîşên wan de, di bin êrîşên îdeolojîk de rastî nayê dîtin, rastî nayê gotin. Ev bi qasî ku tê wateya zextên li ser Kurdan bidome, tê wateya ku li Tirkiyeyê zext û bêdaletî jî bidome. Bi vê wesîleyê ez wisa difikirim ku kesên qala bêedaletiyê dikin vê rastiyê bibînin, binirxînin û li gorî wê helwesta xwe nîşan bidin.

Heval Zîlan sembola şehîdên me yên hezîranê ye

Bi wesîleya salvegera çalakiya wê, ez heval Zîlan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Dîsa hevrêyên me yên hêja yên di meha Hezîranê de şehîd bûne bi bîr tînim. Heval Helmet, Sema Yuce, Leyla Wan, hevrêyên jin ên di van demên dawî de li Rojava şehîd bûne, hevrê Azad ê li Xakurkê, hevrê Asya ya ku hevaleke me ya Tirk bû û ji Ordûyê bû, heval şehîd Diyako û şehîdên Metînayê bi rêzdarî bi bîr tînim.

Di meha Hezîranê de me şehîdên pir girîng dan. Zîlan êdî sembola şehîdên meha Hezîranê ye. Em di şexsê Zîlan de wan bi bîr tînin. Çalakiya hevrê Zîlan çalakiyeke dîrokî bû. Ev jî bersiva êrîşa bombeyî ya 6’ê Gulanê ya li ser Rêber Apo bû. Hesasiyeteke mezin nîşan dide, hestê nîşan dide. Dizane Rêber Apo ji bo vî gelî, vî welatî û jinan tê çi wateyê, ji ber ku dizane tê çi qîmetê bi hêrseke mezin çalakiya xwe pêk tîne. Lê bi disîplîneke mezin, bi îradeyeke mezin, bi biryardariyeke mezin. Dema ku biryara çalakiyê dide û heta ku çalakî pêk tê, dem derbas dibe. Lê ev tişt biryardariya heval Zîlan zêdetir dike. Serkeftinê ji xwe re dike hedef û jixwe çalakiya xwe dike.

Ev xeta çalakiyê di heman demê de ji bo xeta azadiya jinê û têkoşîna azadiya jinê de jî qonaxeke gelekî girîng e. Her wiha helwest û pîvana têkoşîna azadiya jinê û milîtanên jin diyar dike. Rêbertiyê beriya niha jî heval Zîlan wekî manîfestoya azadiya jinê diyar kiribû. Pîvanên ku heval Zîlan daniye pêşiya xwe, wî jî daniye pêşiya hemû hevalên jin û hemû hevalên têkoşîna azadiya jinê. Di vî warî de di têkoşîna mezin a azadiya jinê ya ku îro pêş dikeve û hatiye vê astê de, roleke wê ya mezin heye.

Çalakiya heval Zîlan bi rastî jî ji gelek aliyan vê tê wateya qonaxên nû. Di helwesta li dijî dijmin de, di îrade, biryardarî û bi taybetî wekî hevaleke jin vî tiştî datîne holê, çawa ku bandorê li têkoşîna azadiya jinê dike, di warê milîtanbûn û asta nû ya milîtaniyê de jî gelekî girîng e. Ji ber vî alî divê em her dem wê bi bîr bînin. Ez wê bi rêzdarî û minnet bi bîr tînim.

Cesareta ji bo têkoşîneke wisa fedaiyeke mezin e 

Ez hevalên Zana Rojda û Xebat Kop ên ku di rojên derbasbûyî de şehîd bûne û qeyda dengê wan hatibû belavkirin, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Axaftina wan bi rastî bandor li me hemûyan kir. Bû wekî peyama ku em hemû tiştî ji nû ve binirxînin û ji ber çavan derbas bikin. Helwesta van her du hevalan lûtkeya têkoşîna 50 salan e. Fedakariya ku di encama têkoşîna 50 salan de derketiye holê ye.

Destpêka vê jî weke her tim ez dibêjim helwesta Rêber Apo ye. Wêrekiya Rêber Apo ye ku dest bi têkoşîneke wisa kiriye. Cesaretkirina têkoşîna wisa, fedaîbûna herî mezin e. Di wan şertan de wisa bû. Rêber Apo dema dest bi têkoşîneke wisa kir, ne wekî têkoşîneke ji rêzê û reformîst, bi rastî jî bi feraseteke ku wê karibe mêtingeriya qirker hilweşîne û li dijî wê serîhilde, dest bi têkoşînê kir. Ew jî xeta PKK’ê ye. PKK bi feraseteke wiha derket holê, milîtanên wê wisa rabûn. Vê helwesta Rêber Apo û xeta PKK’ê awayê wê yê herî girîng û şênber jî bû berxwedaniya 14’ê Tîrmehê.  Helwesta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê gelekî girîng bû. Divê ev yek ji aliyê her kesî ve baş bê zanîn. Ev heval dema diçûn şehadetê, moralê wan gelekî li cih bû. Dema şehadet nêz dibû moral û coşa wan jî zêde dibû. Bi aramî û coşa ku peywireke mezin pêk anîn, çavê xwe girtin. PKK’ê ev milîtanbûn derxistiye holê. Li vir em dibêjin ruhê 14’ê Tîrmehê, em dibêjin berxwedana 14’ê Tîrmehê. Gotineke Hayrî (Mehmet Hayri Durmuş) jî heye  dibêje ‘Li ser gora min, deyndar binivîsin.’ Kemal Pîr jî digot ‘Bi qasî ku ez ji bo wê bimirim, ji jiyanê hez dikim.’ Ji bo afirandina jiyaneke ku ji bo wê were kuştin, têdikoşiya. Ji bo afirandina jiyanekê, wî jiyana xwe da. Helbet ev bû ruhê milîtanên PKK’ê. Bû xeta têkoşînê, bû pîvana têkoşînê.

Zîlanê qonaxeke nû li pîvana têkoşînê zêde kir

Li vir qonaxa Zîlan lê hat zêdekirin. Qonaxa Zîlan aliyekî nû lê zêde kir, ruhekî nû lê zêde kir. Kûrtir kir, berfirehtir kir. Bi vî aayî ruhê 14’ê Tîrmehê bi Zîlan re derbasî qonaxeke nû bû. Wê helwesteke fedaî ya nû derxist holê. Ev şer wisa pêk hat. Di dema komploya li ser Rêber Apo de, di berxwedana ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ de him hevalên me  û him jî gelê me jiyana xwe bi fedaî danîn holê, asta fedaîbûnê di nav PKK’ê de berfirehtir kir. Ev gelekî girîng bû.

Rêber Apo ji bo layiqî fedaiyen be helwesta xwe ya mezin danî holê

Rêber Apo ev têkoşîna di zindanê de, ev helwesta mezin ji bo layiqî fedaiyan û bicihanîna hesreta fedaiyan, danî holê. Ji ber berpirsyariya li hemberî van fedaî û şehadeta evqasî analîz û lêhûrbûn kir û paradîgmaya nû derxist holê. Ji ber ku helwesta Rêber Apo bû parçeyekî mezin ê fedaîbûnê. Par çalakiya heval Rûken û Sara pêk hat. Ew bi fedaî û bêyî ku bitirsin çûn ser dijmin. Wan jiyana xwe danîn holê. Wekî Kemal Pîr ji bo afirandina jiyaneke ku mirov ji bo wê bimire, jiyana xwe danîn holê. Vî tiştî bandoreke xurt li ser têkoşîna me kir.

Fedaîbûn bûye rastiya gel

Helwesta Xebat Kop û Zana Rojda yên ku di dema dawîn de li Mêrdînê şehîd bûn, tê wateya lûtkeya van tiştan. Ev diyar dike ku ew çawa pêk tê. Di stargehê de dora wan hatiye girtin lê ew meydanê dixwazin. Him meydanê ji dijmin re dixwazin û him jî di asta herî bilind de baweriya xwe ya ji bo serkeftina têkoşîna di xeta Rêber Apo de nîşan didin. Hêviyên xwe yên mezin eşkere dikin. Têkoşîna PKK’ê tê wateya rastiyeke wisa.  Lê tenê di şexsê van hevalan de îfadekirina vî tiştî têr nake. Niha rastiya gelekî dibe fedaî heye. Heke gelê Kurd li dijî hemû zext û zordariyan li ber xwe dide, ev encama fedakariya hevalên me, ruhê 14’ê Tîrmehê, ruhê Zîlan, Rûken, Sara, hevalên şehîd bûne, hevalên qeydên wan ên deng derketine holê û bi say bi hezaran hevalên din e. Fedaîbûn bûye rastiya gel û civakî. Bûye çandeke Kurdî. Lehengiya Kurdan ji berê ve tê zanîn. Lê va ye têkoşîna 50 salî, bi vê fedakariyê lehengiya Kurdan gihiştiye qonaxeke nû. Ev gelekî girîng e.

Ev tê vê wateyê ku, têkoşîna vî gelî wê têk neçe. Belê, dibe ku berdêl were dayîn dibe ku berdêlên giran be. Ji ber ku dijminê me qirkirinê jî dike. Bi hemû derfetên xwe dixwaze li hemberî vî gelî qirkirinê pêk bîne. Lê gel jî bûye polayê ku di avê de hatiye hiştin. Bi têkoşîna 50 salan re bû pola û bû gelekî ku di her şertî de têdikoşe. Em niha di nav rastî û têkoşîneke wisa ya PKK’ê û gel de ne.

Divê em layiqî Zana, Rojda û Xebat Kop bin

Di vî warî de dema ku me li qeydên deng ên  Zana Rojda û Xebat Kop guhdarî kirin, ketin bandorê. Divê mirov çawa layiqî van kesan be? Heta mirov layiqî wan nebe, jiyan nabe, mirovayetî nabe, şoreşgerî nabe. Wan evqasî bawerî bi azadiya gelê Kurd anîn, evqasî bawer kirin û tişta hewce kirin, nexwe divê hemû gel, jin, ciwan jî vî ruhê fedaî yê 50 salan derxînin holê û bibînin ku tê çi wateyê û têkevin nav têkoşînê. Rastiyeke wisa ya gel çêbûye.  Ji ber vê yekê ev fedakarî ne vala bûn. Ev ne tenê wekî fedaîbûna tevgera azadiyê, PKK’ê û gerîlayan bû, wekî fedaîbûn û berxwedana hemû civakê pêk hat. Ez dikarim bibêjim ku di salên pêş de wê ev tişt têkoşîna me beralî bike.

Ez hevalê Xemgîn Serhat ê ku di demên dawî de şehîd bû, bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Endamê hêzên taybet bû, li Amedê fermandar bû. Hevalekî me yê wisa bû ku bi rastî têkoşîneke mezin meşandibû. Berê li qadên Çewlig û Erziromê jî mabû. Piştî vegeriyabû Herêmên Parastinê yên Medyayê. Demek dirêj li ba me ma. Bi rastî lêhûrbûneke wî hebû. Ez wî jî bi minet û rêzdarî bi bîr tînim.

Wê berxwedana gerîla bidome

Li Xakurkê û Metîna çalakiyên girîng hatin lidarxistin. Em şehîdan bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ev çalakî girîng bûn. Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku dijmin bi taybet piştî êrîşa Garê her roj êrîşên dijwar pêk tîne û ne dibêje havîn e û ne jî dibêje zivistan e û êrîşên xwe zêde kiriye. Bi rastî têkoşîneke dîrokî tê dayîn. Ger artêşa Tirk ev 3 sal in li dijî dewleteke din bi hemû derfetên xwe şer bikira, dikaribû encamên cuda bi dest bixista, lê niha li hemberî gerîla xitimiye. Encam nestendiye. Bêguman teknîka wê heye, dikeve hin herêman, hin cihan dagir dike, lê gerîla li dijî vê têkoşîneke dîrokî ya mezin dimeşîne û wê bidomîne. Em van gerîlayan bi rastî bi rêzdarî silav dikin. Divê hemû gelê me vê rastiyê bizanibe. Şerekî mezin dikin. Di van tunelan de di bin şert û mercên dijwar de li cihekî ku dijmin bi hemû teknîka xwe herêmê bombe dike, 24 saetan şerekî mezin, şerê îradeyê dikin. Niha şerê îradeyê ye. Ew şerekî mezin e di navbera fedaî û artêşeke ku xwedî teknîkeke mezin e. Bi cîddîyeteke ku di dîrokê de nehatiye dîtin, têdikoşin. Nahêlin ku dijmin encamekê bistîne.

Şaş e ku hemû şer ji gerîla re were hiştin

Ev helbet wê berdewam bike. Gerîla wê vê helwestê, van çalakiyan, vê têkoşînê heta dawiyê bidomîne. Divê her kes vî tiştî bizanibe. Dema em vî tiştî dibêjin, divê hemû şer ji gerîla re neyê hiştin. Eger hemû şer ji gerîla re bê hiştin wê ev tişt şaşiyeke mezin be. Ji bo Kurdan wê bibe xeletiya herî mezin. Divê em vî tiştî bibêjin. Divê ev şer di qada civakî, çandî, bîrdozî û hemû qadan de bidome. Ji bo ku em layiqî gerîla bin pêwîst e li çar parçeyên Kurdistanê were domandin. Di vî warî de helbet em wate û nirxa dîrokî ya têkoşîna gerîla ya di van şert û mercên giran de, dizanin. Em ê jî ji bîr nekin, wê gelê me jî ji bîr neke. Bi rastî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo mirovahiyê jî zarokên herî hêja yên dîrokê ne. Ev zarokên hêja helbet wê dîrokê binivîsînin. Gelê me wê wan ji bîr neke. Bi vê minasebetê em hestên xwe bi hemû hezkirin û hurmeta xwe radigihînin van hevrêyên ku di wan şert û mercên dijwar de li ber xwe didin. Hest, mejî û dilê me her tim bi wan re ye. Em ê layiqî wan bin. Ji bo ku bibin layiqî wan çi ji destê me bê em ê bikin.

Divê her kes qirkirinê baş fêm bike

Dibêjin li ku derê ‘terorîst’ hebe ew ê herin wan bipelçiqînin, bi rastî ev tê wê wateyê ku li ku derê Kurdek hebe, li ku derê kesek an saziyeke doza azadiya gelê Kurd hebe dibêje ez ê êrişî wan bikim. Polîtîkaya dewleta Tirk ev e. Armanc şikandina îradeya Kurdan e. Dixwazin Kurdan ji têkoşîna azadiyê dûr bixînin. Dixwazin wan teslîm bistînin. Armanc ev e. Dixwazin îradeyê bişkînin. Êrîşî her derê dikin. Êrîşî Bakur, Başûr û Rojava dikin. Sê kes li derekê kom bibin êrîşî wan dikin. Li derekê welatparêzekî tespît bike, Kurdekî azad tespît bike, bombeyan li ser wî dibarîne. Li hemberî me rastiyeke wisa ya dijmin heye, li hemberî me rastiyeke wisa ya dewleta Tirk a qirker heye.

Em têgeha qirkirinê bi zanebûn bikar tînin. Divê her kes baş fêhm bike ku qirkirin çi ye û dewleteke qirker heke bixwaze dikare çi bike. Dewleta Tirk hebûna xwe li ser qirkirina Kurdan dibîne. Ji bo ku hebûna xwe bidomîne, dibêje ‘Ez ê Kurdan qir bikim.’ Te dît çawa dibêjin vampîr bi xwînê xwedî dibin, heke xwînê nebînin wê bimirin. Niha jî dewleta Tirk wekî vampîran bi feraseteke qirker, heta ku Kurdan tune nekin, îradeya Kurdan neşkîne, heta dilopa dawîn xwîna Kurdan venexwe, hesaban dike ku wê nejî.

Feraseteke wiha heye. Yên ku dewleta Tirk wek normal dibînin, bi têkoşîneke li dereke din a dinyayê re tînin ba hev, wê şaş derkevin. Qirkirin tiştekî din e. Dixwazin Kurdistanê bikin qada belavbûnê ya netewebûna Kurdan. Heke qedandina Kurdan wekî danjiyîna hebûna xwe dibîne, divê bibîne ku dijminekî wisa wê çi bike.

Îxaneta kurd van êrîşan meşrû dike

Sedema girîng a ku ewqas êrîşên bi vî rengî pêk tên, ev e ku hevkarî û îxaneta Kurdan bi kar tîne. Divê Kurd jî vê zanibin. Çima ew qas zêde êrîşan dike? Dema Nêçîrvan diçe Tirkiyê, Mesûd diçe Tirkiyê, Mesrûr diçe Tirkiyê, piştre êrîş zêde dibin. Dewleta Tirk gelê Kurd, têkoşîna azadiyê ji ser wan krîmînalîze dike. Dibêje ez ne li dijî Kurdan im. Dibêje ez bi Kurdan re me. Dibêje ev terorîst in û ji bo vî tiştî şer dikim. Îxaneta Kurd van êrîşan meşrû dike. Zemînekê dide van êrîşan. Yan na dewleta Tirk nikare wisa zêde êrîşan bike. Hêzê ji wan distîine, bi wan re ji xwe re meşrûiyetê pêk tîne, li wir ji xwe re mafdariyekê pêk tîne. Dema Mesrûr li Tirkiyeyê bû, êrîşên giran çêbû. Ev êrîş çima pêk tên, çawa pêk tên û li ser kîjan esasî pêk tên, divê ev tişt baş were fêmkirin.

Ji bo sekinandina êrîşan divê berxwedan were geşkirin

Dewleta Tirk êrîşên giran dike. Gel li ber xwe dide. Gel xwedî berxwedanê ye, xwedî helwest e. Di vî warî de gel li ber xwe dide, gel serî natewîne. Kes nikare tiştekî wiha bibêje. Gelê Kurd li her derê li dijî êrîşan li ber xwe dide. Ev ji xwe diyar e. Dewleta Tirk nikare ji bo vê encamê bistîne. Hebûn û têkoşîna gerîla bi vê helwesta gel xurt dibe. Rastiyek wiha heye, lê xuya ye ev asta berxwedanê têr nake. Pêwîst e hîn bêhtir li ber xwe bidin. Ji bo pûçkirina êrîşan, pêwîst e asta berxwedan û helwesta heyî were zêdekirin. Wekî din ne rast e ku mirov bibêje ku ew li ber xwe nade. Lê her kes dikare tiştekî bike. Ev gel welatparêz e. Vê berxwedana 50 salî jî gelê Kurd kir fedaî, ciwan, jin û kalên gelê Kurd bûn fedaî. Kurdên azad hene. Ev Kurdên azad dikarin li her derê çalakiyan bikin, du kes dikarin werin ba hev, sê kes dikarin werin ba hev, dibe ku bi tena serê xwe çalakiyan bike. Li tax û kolanan dikarin serî hildin. Rastiyeke wisa ya Kurdan heye. Mirov nikare bibêje tune. Ya girîng ev e ku bi vê berpirsyariyê tevbigerin. Ji ber ku li hemberî van êrîşan xweparastin hewce ye. Pêwîst e xweparastin xurt be. Xweparastin jî ne bi tenê gerîla ye. Divê her tax, her kolan, her gund, ango her welatparêzek xwedî xweparastinê be. Divê her welatparêzek xwedî hesta xweparastinê û hişmendiyê be. Bi vî awayî welatparêz dikarin kom bibin û têbikoşin.

Heke wê kurdbûn were jiyîn em ê berdêla wê bidin

Em bêjin li Îzmîrê Denîz Poyraz hate qetilkirin. Ma 3,4 ciwanên welatparêz tune? Xwe biirêxistin bikin, dikarin li dijminekî bidin. Ger Kurdayetî wê were jiyîn, heke em dibêjin em Kurd in, em ê vî tiştî bikin, berdêla wê bidini. Ji xwe em didin jî. Em 50 sal in berdêlê didin. Niha hemû hevalên me yên li zindanan di bin êşkenceyê de ne. Êşkence li bav û kalê me yê 80 salî tê kirin. Li ber sikratê ye, lê nayên berdan. Divê em jî bi qasî vê asta êrîşên dijmin, xwedî helwest û têkoşînê bin.

Ez vî tiştî ji bo hemû parçeyên Kurdistanê dibêjim. Nexwe helbet wê mêtingeriya qirker êrîşan bike û heta ku me biqedîne wê nesekine. Em vî tiştî bizanibin. Jixwe wisa dibêjin; dema dibêjin ‘Heta terorîstek jî nemîne’ yanî heta ku Kurd ji têkoşîna xwe û mafên xwe berdin, em ê vî tiştî bidomînin. Divê her kes vî tiştî bizanibe.

Li dijî Herêmên Parastinê yên Medya, Bakur, Rojava, Başûr êrîş hene. Li Başûr êrîşî welatparêzan dike. Dema li Silêmaniyê û Başûr êrîş kir, divê gel rabe ser pêyan. Ev êrîş ne tenê êrîşên li ser welatparêzekî li wir an jî welatparêzekî Bakur e. Ev êrîşa li dijî hemû Başûr, hemû Kurdan û welatparêzan e. Divê ev tişt wisa were dîtin. Şaş e ku bibêjin welatparêzekî ji Bakur li wir e û dewleta Tirk hatiye lê daye. Nêrîna wisa şaş e.

Rojava qadeke azadiyê ye

Ji bo vê jî pêwîst e her kes li hemberî van êrîşan xwedî helwest be. Helbet ji bo Rojava rewşeke hîn taybettir heye. Li Rojava dagirkerî hene. Dagirkirina Efrînê heye, dagirkirina Serêkaniyê, Girê Spî heye. Her roj êrîş tê kirin. Şoreşeke jinê pêk hat.Ew der ji bo Kurdan qada azadiyê ye. Ji bo Kurdan qada azadî, ji bo Rojhilata Navîn qada azadî û demokrasiyê ye. Niha jî dixwazin cihekî wisa tune bikin. Ji ber ku paşverûtiya dewleta Tirk ditirse. Dibêje heke li wir hebin wê paşverûtiya min hilweşe. Ji bo paşverûtiya xwe li ser pêyan bihêle, dixwaze tune bike.

Li hemberî vê helbet divê Rojava jî li ber xwe bide. Divê ji bo bidawîkirina dagirkeriyê di nava têkoşînê de be. Li gelek herêmên Rojava sînor derbas kir. 20 kîlometre, 30 kîlometre li wir bi çeteyan re ne. Divê ew ji vir bên derxistin. Li hemberî van dagirkeran dema ku hewl didin wan tine bikin, gelo mirov dikare bêdeng bimîne? Li aliyê din jî berê xwe dide tevgerên nû yên dagirkeriyê. Bi îhtîmaleke mezin van êrîşan dike da ku zemînekê jê re amade bike. Di şer de ev tişt heye, ji bo ku derekê bixe, berê topan diavêje wir, eniyên hember tên sistkirin û piştre dagirker dikevin wir.

Li hemberî êrîşan divê xwe rêxistin bikin

Êrîşên li dijî Rojava wiha ne. Ez careke din hevserokên Kantona Cizîrê bi rêzdarî bi bîr tînim. Dîsa hemû hevalên me yên ku di van demên dawî de li wir şehîd bûne bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînim. Dewleta Tirk êrîşî her kesî dike. Êrîşî zarokan dike, êrîşî jinan dike. Ev nayê wê maneyê ku; jixwe li wir êrîşkirina leşker û şervanan rewa ye. Tiştekî wiha tune. Ew der qada azad a gelê Kurd e. Êrîş dijminatî ye. Ew êrîşî her kesî dike ji ber ku ew qirker e. Ji bo kesekî heke hewce bike, dikare sed an jî hezar kesî bikuje. Xwedî feraseteke wisa ye. Ji ber vê jî divê li hemberî êrîşan divê em xwe rêxistin bikin.

Girîng e ku gel beşdar dibe. Şerê azadiyê yê gel tenê bi hêzên çekdar nayê meşandin. Weke mînak eger tenê bi hêzên leşkerî yên li Rojava ve girêbidin xelet e. Divê ev têgihiştin biguhere. Ji heftê heta heftê salî divê her kes li cem YPG û YPJ’ê be. Ger şer tenê ji QSD, YPG û YPJ’ê re bihêlin ev xelet e. Ev ne welatparêzî ye. Ger kêmasiyek wiha hebe divê ji holê bê rakirin. Ger azad bibin, Kurdbûna xwe biparêzin, divê bi tevayî şer bikin, berdêlê bidin. Gerîla çawa berdêlê dide? Ya wan jî jiyan e, ya wan jî can e. Her kes wê bide. Ger bibêje ez Kurd im divê berdêlê bide, heke azadiyê dixwaze divê berdêlê bide. Heke wê xwedî li axa xwe derkeve wê bide. Ji ber vê jî kesên azadiya gelê Kurd dixwazin, kesên axa xwe diparêzin, divê têkoşîna xwe ji îro zêdetir xurttir bikin.

Di bin nîqaşên çareseriyê de şerê taybet heye

Ev hikumet feraseteke wê ya wisa tuneye ku doza Kurdan çareser bike. Heke mirov bifikire wê bikin jî ew ê ev tişt jî şaş be. Nizanim, çend Kurd kirine wezîr. Erdogan pragmatîk e filan û bêvan. Ev xwe dixapînin, gelê Kurd dixapînin. Temam şerê taybet dikare vî tiştî bike, AKP jî dikare bike. Her tim bi vî rengî di rojevê de ne. Bi mebestê dikin. Yê vê dixe rojevê MÎT e, şerê taybet e. Yê ku bi AKP-MHP’ê re hevkariyê dike Kurd in. Ew hevkar û xayin in. Vê dikin rojev. Tiştekî wiha tune. Tê wateya ku hinek kesan têxin xefika xwe. Ev zelal e. Ji bo hişê Kurdan tevlihev bikin, hêza Kurdan parçe bikin bi mebesta ku ‘Gelo ez dikarim di nav hinek kesan de hêviyê biafirînim, bi vî awayî wî li hemberî wê ez ê karibim li dijî qirkirinê têkoşînê asteng bikim’ şerekî taybet tê kirin.

Desthilatdariya AKP Û MHP’ê qirkirin danîne pêşiya xwe

Pêwîst e rastiya dewleta Tirk were fêmkirin. Qirker e. Dixwaze Kurdan qir bike. Dev ji vî tiştî bernedaye. Niha polîtîkaya wê ya sereke ev e. Kesên ku pirsgirêka Kurd bi têkoşînên li deverên din ên cîhanê re didin ber hev, xwe dixapînin. Ev kes rastiya Kurdan nas nakin. Ev kes dijminatiya li ser Kurdan nas nakin. Ligel ku di vî warî de gelek tecrube hene, dîsa jî dixapin. Tiştekî wisa nabe.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi temamî qirkirin daniye pêşiya xwe. Ji xeynî vê, tiştekî din danaynin ber xwe. Divê her kes wisa bizanibe. Binêrin, ji Mehmet Şîmşek pirsîne wî jî gotiye ‘Ez Kurdê Tirkan im’. Ji hinek kesan dipirsin, dibêjin AKP û MHP dikarin vî tiştî bikin. Ji yekî dipirsin, dibêje sê dewlet û milletek.

Bêguman dewleta Tirk ji bo pirsgirêka Kurd li tu çareseriyê nagere. Dane Huda Parê qaşo ew ê çareser bikin. Yan jî PDK nêzî wan e, ew ê çareser bikin. Xebatkarên şerê taybet ji bo xapandina gel van tiştan dibêje. Li ser navê Kurdbûnê, mirov nikare li van tiştan bifikire. Fikirkirina li ser van tiştan xapandina Kurdan e. Bi tu Kurdekî nikare pirsgirêkê çareser bike. Bi Misilmanan re jî nikare çareser bike. Bi Xirîstiyan re jî çareser nake. Bi tu Kurd û xayînan re jî çareser nake. Tevî îxanetkaran li çareseriyê jî nagere. Îxanetkar û hevkaran ji bo tunekirina Kurdan bi kar tîne. Ji bo tunekirina Kurdan heke hewce bike wê dewleta Tirk ola xwe jî biguherîne. Wê bibe Xirîstiyan û Yahûdî.

Bila tu kes li ser navê siyasetê civakê nexapîne

Nizanim, ew ê Misilmantiyê bike çareserî. Ev tê wateya ku gel bixapînin. Tiştekî wisa tune. Erê bi kar tînin, wê bi kar bînin jî. Rantê didin hinekan, îhaleyê didin wan, devê wan şîrîn dikin. Ew jî piştgiriya AKP û dewleta qirker dikin. Ez dibînim ku hinek HDP’yî jî heman tiştî dibêjin. Qaşo dibe ku bibe. Qaşo Erdogan pragmatîk e. Ew dikare çareser bike lê ji ber şertan wê zehmetiyê bikişîne. Ev xapandin e. Bila tu kes li ser navê siyaseta Kurd raya giştî nexapîne, tiştekî wiha tune. Çareserî wê bi têkoşînê were. Çareserî wê bi demokratîkbûna Tirkiyeyê pêk were. Tu yê bi xurtî têbikoşe,wê demê tu yê çareser bikî.

Divê ji nêzikatiya ‘Em bang li hikûmetê dikin, pirsgirêka Kurdan bibîne û çareser bike’ derkevin. Di nav kesên ku vî tiştî dibêjin de kesên ku dibêjin ‘HDP çima mafê Kurdan diparêze’ jî heye. Tu dev jê berde, HDP jixwe berdêla wê dide. Tu jî rastiya dijmin nas bikî, rastiya qirker nas bikî. Tu hêviyê ji wan dikî, bi HDP’ê jî qayîl nabî. Divê rastiya Kurd û rastiya dijmin were naskirin.

Hikûmeta AKP’ê di serdema xwe ya pêşîn de nû bû. Nebûbû dewlet, ditengijî, di nav dijwariyan de bû. Rêbertî di vê pêvajoyê de demokratîkbûn teşwîq kir. A rast ji AKP’ê zêdetir li Tirkiyeyê demokratîkbûn teşwîq kir, li ser vî esasî lêgerîna çareseriyê çêbû. Lê rastiya dewletê wisa ye.

Rêbertî di sala 2012’an de 10 xal amade kir. Pir maqûl bû, ma peymana Dolmabahçeyê ne ya herî maqûl bû? Wê kî ya herî maqûl derxîne holê? Lê hate redkirin. Di vî warî de divê kes xwe nexapîne. Nizanim bû wezîrê kurd, nizanim çi bû, dibe ku ev tişt pêk were. Ev tê wateya ku stûyê xwe dixin bin kêra qirkirinê. A rast ji Kurdbûnê veqetiyaye, îradeya wî hatiye şikandin. Nikare têbikoşe, dibêje gelo çareseriyeke wisa dikare pêk were. Kesên îradeya wan hatiye şikandin, hêza wan a têkoşînê tune, kesên ku dibêjin gelo tiştekî wisa dikare pêk were, xwe bi vî tiştî diştexilînin, gel dixapînin. Bila tu kes nekeve nav tiştekî wisa.

Nabe ku bibêjin HDP ji felsefeya avabûnê dûr bikeve

HDP xwedî felsefeya damezirandinê ye. Gewdeyê sereke yê HDP’ê, têkoşîna demokrasiyê ya gelê Kurd e. Ev gewde ji aliyê Tevgera Gelê Kurd a Demokratîk a bi serhildanan hatiye avakirin, vî gewdeyî pêk tîne. Bi danheviyeke girîng bû partî, piştre wê rastiya xwe ya partiyê di astekê de bi Partiya Herêmên Demokratîk re, partîbûn ava kir. Ev stratejiyeke nû bû, polîtîkayeke nû bû. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de bi cih were anîn, ev gav hate avêtin. Niha em dikarin bibêjin ku em dev ji HDP’ê berdin? Em dikarin bibêjin bila HDP wisa be? Ma em dikarin bibêjin ku bila HDP dev ji felsefeya xwe ya avabûnê berde. Di vî warî de tiştên wiha demagojî ne. Ev feraseteke ku ji aliyê şerê taybet ve tê afirandin. Dixwazin HDP’ê di bin tohmetê de bihêlin, zextan li ser HDP’ê bikin. Dixwazin HDP’ê bikin bi tenê partiya Kurdan. Ev tiştekî li Kurdan zêde nake.

Kurd niha li dijî qirkirinê têdikoşin. Em jê re dibêjin dewleta Tirk a faşîst û qirker. Em jê re dibêjin desthilatdariya qirker û faşîst a AKP-MHP’ê. Ev jî tê wateya têkoşîn û tifaqê. Tê wateya li Tirkiyeyê tevî hemû hêzan têkoşîn were kirin. Ne rêxistineke çepgir dikare tena serê xwe vê desthilatdariyê wergerîne, ne jî hêzeke din a demokrat dikare vî tiştî hilweşîne. Bi tenê bi çalakiyên çîna karkeran jî ev tişt nikare pêk were. Divê hemû hêzên demokratîk li dijî faşîzmê têbikoşin. Ev faşîzma herî zêde li dijî Kurdan e. Ji bilî Kurdan li ser gelên din polîtîkaya qirkirinê nake. Siyaseta mêtingeriyê dimeşîne, serdestiyeke din dimeşîne. Di vî warî de yên herî bingehîn divê li dijî vê desthilatdariyê şer bikin, Kurd in. Ew ê çawa vî tiştî bikin? Ne bi tena serê xwe. Wê bi hemû hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê re vî tiştî bikin. Heke Kurd dixwazin azadiya xwe bi dest bixin, divê wisa qezenc bikin.

Nîqaşên li ser HDP’ê demagojî ye

HDP têkoşîna herî mezin a Kurdan dide. Em dibînin ku dide. Ji bo wê berdêlên giran dide. Ji bo dev ji Kurdbûnê berde, zext lê tê kirin. Ev qas zext ji ber vî tiştî ye. Divê her kes vî tiştî bizanibe. Ji ber ku ew dev jê bernadin, dikevin girtîgehê. Êşkence li wan tê kirin, tên kuştin. Nexwe ev nîqaş demagojîk in, nîqaşên şerê taybet in. Ev nîqaşên derdorên nijadperest in.

Divê em vî tiştî diyar bikin. Gelê Kurd têkoşîna xwe ya 50 salan bi van nêzikatiyên teng ên nijadperest bi dest nexist. Tu rêxistineke nijadperest gavek jî neavêt. Nekarîn têbikoşin û tasfiye bûn. PKK ya ku tenê li ser esasê biratiya gelan feraseta xwe ya neteweya demokratîk aniye ziman û li ser vê bingehê têkoşîn pêş xistiye, hatiye roja îro. Bandora wê ne tenê li Bakur bû, bandor li Başûr, Rojava û Rojhilat jî kir. Bandor li ser hemû Kurdên li dinyayê kir. Tişta herî girîng jî di nav gelên cîhanê de Kurd niha bi rûmet û bi hurmet kiriye. Ger Kurd niha li cîhanê xwedî qedr û qîmet bin, ev bandora Tevgera Azadiyê ye, ku ji wê nêzîkatiya teng a neteweperest derket têkoşiya û destkeftiyên gelekî mezin anîn ji Kurdan re. Ji ber vê jî gaveke vala ye feraseta ku têkoşîna me 50 sal berê dev jê berdaye, dîsa li ser Kurdan ferz bikin. Gelê Kurd jî li pey wê naçe. Bi ser de jî, xwediyên van nêzîkatiyan dibîne. Kurdayetiya alîgirên PDK’ê li ku ye? Kurdayetiyeke çawa ye? Hemû kurdên din difiroşin da ku li du, sê bajaran li ser Kurdan serdestiyê bikin. Kurdbûneke wisa çêdibe? Ji ber vê jî pûç e ku Kurdên li Bakur bikişînin ser siyaseta nîjadperest. Ev tê wateya xeniqandina Kurdan. Ev polîtîka tê wateya ku xwe bi tenê bihêlin.

Medyaya dîjîtal rastiyê dide jibîrkirin

Rewşa kurdan ne weke 50 sal berê ye. Hêza wê ya siyasî heye, îdeolojiya wê heye, siyaset heye, tecrube heye, dîrok heye. Dema me dest pê kir, cuda bû. Têkoşîna me tune bû. Ji bo vê jî me bi rêxistinkirina rêxistineke cuda pêşî nasnameya xwe, hebûna xwe, hêza xwe ya têkoşînê derxist holê. Niha tiştekî wisa nîne. Niha jî bi vê hêza ku me derxistiye holê, em bi hemû gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn re li dijî her cure bertekan têdikoşin û dixwazin Kurdan azad bikin. Ev siyaseta Rêber Apo li her çar parçeyên Kurdistanê ji aliyê gelê Kurd ve tê qebûlkirin. Ev rastî ye.

Bi rastî, di vê hawîrdora medyaya dîjîtal de mîna ku rabirdû tê jibîrkirin, rastî tê jibîrkirin. Di wê kêliyê de tiştên ku tên gotin hewl tê dayîn ku weke rastiyek were dîtin. Bandoreke wisa heye. Tevgera demokratîk a Kurd xwedî têkoşîna bi dehan salan e. Ev qasî berdêl hatiye dayîn, têkoşîn hatiye dayîn ji bo azadiya gelê Kurd berdêleke wisa day eku tu tevgereke siyasî berdêleke wisa nedaye. HDP jî gewdeya sereke ya tevgera siyasî ya Kurdan e lê li ser HDP’ê nîqaş tê kirin. Ev jî tê wateya ku medyaya dîjîtal, mejiyan pûç dike, tê asta ku nikare bifikire, hemî fikr li ser tiştên rojane be û têkiliya bi rabirdûyê re daneyne.  Tê wateya ku tiştên ji rêzê. Ez wisa fêm dikim.

Di vî warî de heta çapameniya azad û çapemeniya alternatîf a Kurd jî kete bin bandora wan. Em li wan jî guhdarî dikin, ew jî wekî yên medyaya dîjîtal diaxivin. Ew jî nikarin bifikirin. Di bin bomberdûmana medyaya dîjîtal de ew jî nikarin rast bifikirin, meyla wan ser tiştekî din e.

Tê xwestin makeqanûneke ji ya 12’ê îlonê faşîsttir ava bikin

Çima di serî de guhertina makeqanûnê pêwîst e? Ez vê jî weke şerekî taybet dibînim. Lê ne tenê şerê taybet e, di heman demê de sazîkirina faşîzmê ye. Hewl didin çarçoveyeke qanûnî bidin wê. Niha li gorî qaîdeyan tevnagerin. Li gorî qanûn û hiqûqê tevnagerin. Her cure zilm û zextan dikin, van tiştan dixin nav makeqanûnê.

Di Makeqanûna 12’ê Îlonê de “encax” hebû; tenê bi zêdekirina van ‘encaxan’ dixwazin makeqanûneke bi temamî faşîst çêbikin. Ew ê çi makeqanûnê çêbikin? Zemîneke demokratîk tune, demkrasî tune. Li ser her tiştî zextan dikin. Hemû kesan wekî xayîn û hevkar îlan dikin. Di şertên wisa de heke qala çêkirina makeqanûnê bikin, tê wateya xebata ji bo makeqanûna ji ya 12’ê Îlonê paşverûtir be. Bi awayekî, ew hewl didin gotina xwe li ser mirovan bidin qebûlkirin.

Makeqanûna 12’ê Îlonê jî ne wisa bû. Wan hinek amadekarên makeqanûnan kom kirin, piçekî fikara wan ev bû ku bala xwe bidin ser dinyayê, bala xwe bidini kesên din. Li cem vana ev fikar jî tune. Divê tu kes nebe amûra vî tiştî.

Şoreşger divê makeqanûna xwe pêşkêşî civakê bikin

Bila bi xwe re nîqaş bikin. Siyaseta demokratîk, şoreşger, demokrat divê makeqanûnên xwe pêşkêşî civakê bikin. Bila bibêjin makeqanûna me wisa ye, makeqanûna me ya alternatîf wisa ye.

Berê jî bi hêzên demokratîk re pêşnûmeya makeqanûnê hatibû amadekirin. Bila bibêjin, ev destûra me ye. Yan na bila bi wan re nekevin nav nîqaşa makeqanûnê. Bila nekevin komîsyonên wan û meşrû nekin. Divê xizmeta meşrûbûna wan neyê kirin. Ev lîstikek e. D eslê xwe de şerê taybet bi wê re dixweza ku xwe rewa bike. Li dijî Makeqanûna 12’ê Îlonê bertekek mezin hat nîşandan. Ji salên 1990’î vir ve li Tirkiyeyê hişmendiya çêkirina makeqanûneke nû ya li dijî vê makeqaûna 12’ê Îlonê di nava hemû gelên Tirkiyeyê, hêzên demokratîk û her kesên muxalîf de tê nîqaşkirin. Rojeveke wisa hebû. Jixwe ev tişt îstîsmar kirin. Ji ber ku îradeya guhertina makeqanûnê di civakê de xurt e. Şoreşgeran afirandin, me afirand, hêzên demokrasiyê afirand. Lê niha hêzên faşîst hewl didin ji vê yekê sûdê werbigirin. Divê destûr neyê dayîn. Erê makeqanûneke demokratîk pêwîst e, lê bi vana re nabe. Hêzên demokrasiyê divê makeqanûna we pêk bînin û pêşkêşî civakê bikin. Divê hemû rêxistinên civaka sivîl tevî saziyên demokratîk, bibêjin ‘Ev makeqanûna me ye.’

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar