Şivan Sertîp Şen ê li Geverê bi fîşeka leşkerên tirk birîndar bû, jiyana xwe ji dest da
Li gundê Wargenima yê navçeya Geverê ya Colemêrg, şivanê bi navê Sertîp Şen ê 46 salî, dema ku pezê xwe diçêrand, ji ber fîşeka ji aliyê herêma leşkerî ve hate bi giranî birîndar bû.
Şen ku rakirin beşa lezgîn a Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da. Malbatê diyar kir ku fîşek li devereke nêzî dilê Şen ketiye û jiyana xwe ji dest daye. Cenazeyê Şen ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Colemêrgê. Piştî otopsiyê wê cenazeyê Şen li gundê Wargenima bê veşartin. COLEMÊRG