Iraq dê di 10’ê cotmehê de, ji bo hilbijartina parlamentoyê biçe ser sindoqan. Îro ji bo ‘dengdana taybet’ a leşker, polîs, asayîş, penaber û girtiyan deng tên bikaranîn. Dengdana taybet dê heya saet 18:00’ân dewam dike.
Di saetên destpêkê de PDK dest bi sixtekariyê kir. Li navendek Herêma Soran a girêdayî Hewlêrê, di saetên dengdana taybet de, qerta propagandaya namzetên PDK’ê bi ser dengdêran hat belavkirin.
Li Herêma Soran ji bilî namzetên din, PDK 4 namzet heye. Li gorî nûçeya Ajansa Rojnewsê li wê herêmê pirsgirêk derketiye.
Gef li pêşmergeyan dixwin
Li aliyek din fermandarên PDK’ê li heman herêmê pêşmergeyan ditirsînin. Li gorî agahiyan fermandarên PDK’ê beriya ku pêşmerge dengê xwe bikar bînin, telefona wan dikin û ji wan re wiha dibêjin: “Amêrên dengdanê, dengê we aşkera dike. Ji ber wê ger hûn dengê xwe nedin namzetên me, em ê we ceza bikin.” SORAN