Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sîxûr Cotyar Mûhsîn Hisên kiryarên xwe vegot

Xebatên sîxûrkirinê yên dewleta tirk ên li başûrê Kurdistanê bênavber didomin. Yek ji van sîxûran jî Cotyar Mûhsîn Hisên e. Cotyar Mûhsîn Hisên ku di şîrketeke li nêzî Herêmên Parastinê yên Medyayê de dixebitî, rojekê ji nişkan ve ji kar hate derxistin û bû sîxûrê dewleta tirk. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 12’ê gulanê de bi daxuyaniyekê ragihand ku Cotyar Mûhsîn Hisên herêmên hêzên gerîla û liv û tevgera wan ji dewleta tirk re radigihand. Cotyar Mûhsîn Hisên qala xebatên xwe yên sîxûrtiyê kir.

Cotyar Mûhsîn Hisên ji gundê Siyare yê Amediyeyê ye. Malbata wî ji Mendê ye ku baskekî eşîra Berwariyan e. Cotyar ku dibistana navîn qedand û karkerê înşaetê ye. Di hezîrana 2019’an de li herêmê li şîrketeke petrolê dest bi kar kir. Lê belê piştî mehekê ji ber ku di navbera wî û berpiryarê karkeran (Huner) de pirsgirêk derket, ji kar hate avêtin. Heman rojê di rê de li şexsekî rast tê ku têkiliya xwe bi rêveberiya şîrketê re heye. Ji wî şexsî re qala rewşa xwe kir û wî şexsî jê xwest ku sibe dîsa bê dest bi kar bike. Piştî rojekê weke ku tiştek nebûye karê xwe dewam kir. Ev şexsê ku piştre hat gel Cotyar, hejmara xwe ya telefonê da wî û jê xwest ku hemû agahiyên têkildarî PKK’ê (wesayît, nuqte, rêbaza liv û tevgerê û hwd.) jê re ragihîne. Cotyar bi vî rengî tev li tevna sîxuriyê ya vî şexsî bû.

Çend lixwemikurhatinên Cotyar wiha ne:

“*Di demekê de ku wexta wê baş nayê bîrê, li gundekî Kanîmasî dema li nêzî febrîqeyeke avê rûdinişt, danê nîvro dît ku wesayîteke gerîlayan ji aliyê bajarokê Çemanke tê, ber bi sêgoşeya gundê Çemanke-Şikeftiyayê ve diçe. Di cih de bi telefonê li kesê têkiliya xwe pê re heye diaxive û agahiyan dide wî. Her wiha diyar dike ku li ser wesayîta navborî îşareteke bi rengê pirtiqalî heye, lê belê amblemeke şîrketê li ser nîne. Dibêje ku piştî rojekê tê şîrketê, li nêzî gundê Karebayê dibîne ku li wesayîta gerîlayan hatiye xistin.

*Dema ku li nêzî gundê Şilya dixebite, nuqteyeke gerîlayan dibîne. Dibêje ku vê nuqteyê kontrol dike û çend kursî û eşyayên mîna wê dibîne. Piştre tevî karkerê bi navê Sedîq ê li gel xwe çar wêneyên vê nuqteyê dikişîne û ji kesê ku têkiliya xwe pê re heye dişîne. Dibêje ku li dijî vê nuqteyê jî êrîşa hewayî hatiye kirin.

* Li nêzî gundê Rebetkeyê nuqteyeke gerîla ya dişibe devereke li binê tehtekî tespît dike, wêneyê wê dikişîne û dişîne. Piştre cîhazeke GPS a bi qasî pîlekî mezin ku vî şexsî da wî li nava paketeke vala ya çixareyê bi cih dide û datîne vê derê. Dibêje ku li dijî vî cihî jî êrîşa hewayî hatiye kirin.

* Dema ji bo xebatê diçin cihekî nêzî gundê Şikeftê, li ba wî Hawar, Merwan û kesekî din hene. Wêneyê baregeheke gerîlayan digirin û dişînin. Dibêje ku êrîşeke hewayî li ser vir tê kirin.

* Li nêzî gundê Hesnekî dema karê wî kêm dibe, tespît dike ku li vê herêmê baregeheke gerîlayan heye. Wêneyê vê derê bi telefonê digire û dişîne. Piştî vê agahiyê dibêje 20 roj şûnde li dijî vir jî êrîşeke hewayî pêk tê.

* Di navbera gundên Rebetke û Kaniya dema baregeheke gerîlayan dibîne, tevî hevalên xwe wêneyê vir digire û dişîne. Kesê ku ew kiriye sîxur, cîhaza GPS’ê dixe qutiyeke vala ya kolayê û dixwaze vê qutiyê deyne wê derê. Ew jî wisa dike û dibêje ku ev der jî tê bombebarankirin.

* Li jorî gundê Kanîka du stargehan tespît dike yên ku malzemeyên lojîstîkê yên gerîlayan lê hene. Wêneyê stargehekê digire û dişîne.

* Dema li nêzî gundê Milbestê dixebite, şîrket dibêje ku li nêzî wan baregeheke gerîlayan heye û hişyariyê dide wan ku neçin wê derê. Lê Cotyar wisa tevnagere. Du wêneyên vê derê digire û dişîne.

* Di navbera gundên Kehreba û Kanî Mazê de wêneyê baregehên gerîlayan digire û dişîne.

* Kesê ku pê re dixebite, çar gerîlayan li ser rêya Şilya dibîne û wêneyê wan digire.

* Li nêzî gundê Kanîka stargehên gerîlayan dibîne. Tevî Merwan, Hawar û kesekî din diçin kontrola vê derê û li ser dizîna van alavan jî difikirin. Diyar dike ku vî cihê ku wî wêneyê wê girtiye, piştre dibe hedefa êrîşên hewayî. BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar