Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Sîxurtî li hevseroka navçeya Basayê hat ferzkirin

Kesên ku xwe wek polîs dan nasandin sîxurtî li hevseroka navçeya Basayê ya Şirnexê Leyla Topal ferz kirin

Kesên ku xwe wek polîs didin nasîn li Şirnexê sîxurtiyê li gelek kesan ferz dikin. Hevseroka HDP’ê ya navçeya Basaya Şirnexê Leyla Topal jî diyar kir ku kesên xwe wekî polîs dane naskirin sîxurtî lê ferz kirine û got ku ew ê serlêdana sûc derbarê wan kesan de bike.

Topal da zanîn ku beriya 3 hefteyan kesek bi telefonê Li wê  geriyaye û xwe wek polîs daye nasîn û gotiye ku ew TEM’ê diğerin û wiha got: “Kesê bi telefonê geriya got ‘Em dixwazin te bibînin’. Min jî bersiva ‘hûn kî ne ez we nas nakim, hûn çi dixwazin’ kir û min telefonê girt. Hema hema her roj li min digerin. Piştî çend rojan ew dîsa bi telefonê li min geriyan û gotin ‘em dixwazin tu alîkariya me bikî.’  Min ji wan re got hûn alîkariya çi dixwazin, gotin, ‘navbera te û partiyê gelek baş e. Tu hemûyan baş nas dikî. Ji vî şûn de kî tê partiyê û diçe tu yê ji me re bêjî û raporê bidî.’ Min bersiva wan da û min got ez naxwzim bi wer re biaxivim û min telefon girt.”

Zexta sîxurtiyê berdewam dike

Di berdewama axaftina xwe de Topal anî ziman ku zexta sîxurtiyê ev 3 hefteye didome. Topal destnîşan kir ku ew ji derveyî karê siyasî li bazarê zebze û fêkiyan jî difiroşe û wiha domand: “Beriya çend rojan dem ali bazerê bûm çend kes hatine gel min û xwe wek polîs dan nasandin. Kesên ku hatin gel min sivîl bûn. Piştre careke din sîxurtî li min hat ferzkirin. Lê min qebûl nekir. Piştre piçek fêkî hildan û di zerfê de pere danîn ser dezgehê. Lê min pere qebûl nekir û şûnde da wan. Min ji wan re got ez sîxurtiyê qebûl nakim. Zordestiya van polîsan her roj berdewam dike. Her carê dixwazin min bibînin û biaxivin. Lê wekî her carê ez qebûl nakim.”

Dê serlêdana sûcê bike

Li ser van tiştên pêk hatine Topal got ku dê serî li dozgeriyê bide û serlêdana sûc bike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em van pêkanînan tu carî qebûl nakin. Ew dixwazin ku bi van zordestiyan me bidin sekinandin. Lê dê bi ser nekevin.” ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar