Kesên ku xwe wekî endamên îstîxbaratê didin naskirin, ji ciwanên HDP’î yên Edeneyê dixwazin ku bibin sîxûr. Endamên îstîxbaratê bi gefên ‘Hûn nebin alîkar û agahiyan nedin em dê zİrarê bidin malbatên we’
Li Edeneyê kesên ku xwe wekî endamên îstîxbaratê didin naskirin gefan li endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê dixwin û dixwazin bibin sîxûr. Endamên Meclisa Ciwanên HDP’ê diyar kirin ku kesên xwe wekî ‘Îstîxbaratvan’ didin naskirin ji wan dixwazin ku tev li civînan bibin û bi wêne û dîmenan agahiyan bi wan re parve bikin.
Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê Mîhrîban Kiliç diyar kir ku piştî Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê wê de doz vekir, di 30’ê çileyê de li Midûriyeta Polîsan a Edeneyê îfade da û wiha got: “Piştî min çû îfade da û şûnde kesên xwe wekî ‘Ez îstihbaratvan im’ didin naskirin ji min dixwazin ku bibin sîxûr. 3 meh in ev kes bênavber li min digerin û gefan li min dixwin. Li min digerin û dibêjin wer bibin alîkarê me. Ger ku tu nebî alîkarê me, tu û malbata te dê zirarê bibînin. Em ê te biparêzin û pereyan bidin te. Em ê ji te re telefonek herî baş bistînin. Cilan bistinin. Here HDP’ê û li wir qeydên deng bistîne. Deng ji me re jî bişîne em jî bibihîzin. Têkeve civîna ciwanan. Li wir agahiyan ji me bistîne. Ger ku tu nebe alîkarê me tu û malbata te wê zirarê bibînin û gefan li min dixwin.”
Kiliç anî ziman ku dê derbarê van kesan de serlêdana sûc bike û li dijî van gefan serî natewîne. EDENE