Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Sîxûrtiya li Başûr ji dagirkeriyê metirsîdar e’

Dewleta tirk ji bo dagirkirina xaka başûrê Kurdistanê bênavber êrîşan dike. Di vê hewldana dagirkeriyê de gelek rê û rêbazên cuda bi kar tîne. Yek ji rêbazên dewleta tirk jî karê sîxûrkirinê ye. Ji ber koordînatên ku sîxûrên ji Başûr dane dewleta tirk, heta niha gelek gerîla di êrîşan de hatine qetilkirin. Têkildarî mijarê şêniyên bajarokê Qesrê ya girêdayî herêma Balekayetî ya Hewlêrê ji Rojnewsê re axivîn.

Ji çalakvanên civaka sivîl Aşqî Ebas bal kişand ser peywendiyên hikûmeta Başûr ên bi dewleta tirk re û wiha got: “Heke ev peywendî bibe sedem ku xelkê sivîl bê şehîdkirin û xaka Başûr bê dagirkirin wê demê bo çi tên bikaranîn? Sîxûrî û xiyaneta ku kurd li kurdan dikin, ji dagirkerî û bombebarana dewleta tirk metirsîdar in. Divê hemû welatî li dijî dagirkeriyê çalakiyan li dar bixin. Şika min ji peywendiya di navbera hikûmeta Başûr û Tirkiyeyê heye. Ji ber ku ev peywendî di çarçoveya kes û binemalan de ne. Ev jî ziyanê dide herêma Kurdistanê.”

Welatiyê bi navê Şemal Mela jî nêrînên xwe wiha anîn ziman: “Tirkiye kurdan tune dihesibîne. Tirkiye, kurdan li ser xaka kurdan jî qebûl nake. Bêhelwestiya hikûmeta Başûr a li dijî cihê xemgîniyê ye. Ne tenê bêdeng dimîne, nahêle çalakvan û azadîxwaz jî li dijî dagirkeriyê dengê xwe derxînin. Divê kongreya neteweyî bê lidarxistin. Hikûmeta herêmê ne ji bo sîxûrtî û xiyanetê, divê peywendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji bo xizmeta gelê kurd bi kar bîne.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar