Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Siyaset li Tirkiyeyê di çi halî de ye?

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Ji serî ve hate binî, siyaset di nava qeyranek mezin de dinale. Bi gotina herêmî ya kurdî; li ber sikratê ye!

Li serî desthilatiya AKP-MHP’ê, bi mehane bendewarî telefon/nameya Biden e! Êdî ewqas şaş û gêj bûne; ji alîkî ve dibêjin “em ê reformên edaletê û mafê mirovan çêbikin, em ê rewşa aborî xweş bikin”, lê li aliyê dên, bi tevayî berovajî van gotinan çi xerabî, çi nebaşî, çi antî-demokratîk, antî edaletî, antî-mirovahî hebe pêk tînin. Her cûre êrîşkarî, ji berê pirtir dikin; hem li hundur hem li derve girtin, kuştin, îşkence, talan, wêran û hwd.

Hevparê biçûk Bahçelî û Perînçek, diyar e ewqas tirsiyane, êdî bi qayûman, bi girtina bijareyan; şaredar û parlamenteran û hwd. ranawestin, ji ber ku weke wan bi lezginî biryara nade û bi taybetî jî di serî de HDP, çima hemû sazî û kesayetiyên kurdan/kurudistaniyan nagire, dibêjin “bila bi lez AYM(Dadigeha Make Zagonan) jî were girtin”! Jixwe parlamento bêkar hiştin e.

Ewqas pir tirsiyan e, hem nahêlin kes biçi Îmraliyê, hem jî nahêlin kesên ku dixwazin, ji bo rojbûna wî biçin gundê Amarayê yê Rêber Apo jî!

Hevalbendiya li gel Rûsya û Îranê jî hema hema li ber têkçûnê ye. Bi taybetî li Iraq, Sûriye, Lîbya û Qerebaxê nakokiyên navbera wan gelek dijwar bûne. Ev ne bes bû, niha mijara Ukraynayê jî derket. Jixwe hîn pirsgrêka Kirimê çareser nebû ye.

Dibe ku mijara tirkên uygûr ên li Çînê (ya Tirkistana Rojhilat, Sincan) jî germ bibe. Jixwe, ji bo li dijderketina gotinên Meral Akşener û Mansur Yavaş, Baloyêze Mezin ê Çînê yê li Enqereyê kişandin Wezareta Derve!

Mijara Kanal Stenbol jî, êdî pir derkete pêş. R.Erdogan, di axaftinên koma xwe ya meclisê de bi tundî got “ki çi dibêje bila bibêje em vê havînê dest bi çêkirina projeya vê Kanalê dikin”. Ji hemû caran xurtir vê carê ev gotin, weke ku  peyamê bide cîhekî, bi qîrîn got! Çima?

Hema piştî roja ku li hevrûniştina şandeya herî bilind a YE’yê, ev peyam hate dayîn. Ev şande, ji Serokê Konseya Ewropayê Mishel û Seroka Komîsyona Yekitiya Ewropayê Leyen pêk dihat, li ser banga R.Erdogan çûbûn Enqereyê.

Ev bang, bi serê xwe jî tengavbûna desthilatdariya koalîsyona Receb û Bahçelî û Perînçek dide der.

Bêgûman armanca bingehîn a vê bangê, ji şantajê bêhtir, xwe avêtina bextê YE û DYE’yê ye; ji bo dirêjkirina temenê desthilatiya xwe ye. Erê berî niha li ser daxwaza Biden, YE’yê dema cezayên ku dixwestin bidin AKP-MHP’ê, hinek bi paş ve xistin. Lê balkêş e Biden, cezayê ji aliyê xwe ve yê CAATSA’yê ku ew ê bidana AKP-MHP’ê, bi paşve nexist û biryar da ku di 7’ê nîsana 2021’ê de bikeve meriyetê.

Ev tê wateya ku AKP-MHP’ê tirsandin û xwestin çi tiştên ew bixwazin hema bi lezgînî pêk bînin, red nekin, bi derengî nexin û hwd. Mînak; Dijberiya Rûsyayê, Îranê, vekirina Kanal Stenbolê û hwd.

Îca ew mijara Kanal Stenbol jî, gûmana xurt heye ku bi rêya vê şandaya YE’yê, peyama DYE’yê ji R.Erdogan re hate gotin. Lewma wî jî ewqas bi tundî û zelalî got “hema em destpê dikin, em ê çêkin” û hwd. Ji ber ku li gorî Peymana Montroyê, dewletên ne li rexê Derya Reş bin, nikarin di derwazên Marmarayê re derbas bibin. Eger ev kanal vebe, Montro dikare were Bypass kirin.

Belê ya ji aliyê kurdistaniyan ve girîng ev e ku, vê şandê, hema hema mijarên ewqas giran, ew êrîşên li ser kurdan- Kurdistanê nexistine rojeva xwe! Bi tenê li ser berjewêndên dewletên xwe axivîne. Mînak; mijara koçberan, lêgerînên xazê yên Derya Spî û hwd. Gûman heye ku li hev kiribin jî. Bi tenê, hinek bi şermokî mijara Demîrtaş û Kavala ji xwedê giravî axivîne. Di vir de jî, dîsa li gorî bîrdoziya xwe ya lîberal tevgeriyane û mijarê nakin  gelan, nakin civakî, belê mijarê dixin çarçoveya takekesî!

Mînak, Suleyman Soylu û Hulusî Akar ê wezîrên şer, di vê dema dawî de, weke bazirganên dagirkeriyê derketiye holê û fort û gefê giran li her deverê dixwin, bi taybetî jî berê xwe didin çar parçeyên Kurdistanê bêgûman. Hinek cihan bi nav jî dikin, weke Şingal, Mexmûr, Rojava û hwd. Lê mixabin van mijaran, neketine rojeva van giregiran!

Ê ew li hal û malê xwe dipirsin, divê kurd û kurdistanî jî, li dijî vê siyaseta lewitî û kambax li hal û mal û welatê xwe bipirsin!

Nûçeyên Têkildar