Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

‘Siyaseta bi zimanê kurdî mizgîniya azadiya kurdî ye’

Gelê kurd di sed salên borî yên komara Tirkiyeyê de li hemberî polîtîkayên înkara çand, ziman û nasnameya kurdî têkoşîna hebûnê meşand.

Piştî ku di çaryeka dawî ya sedsala 20 î de  têkoşîna azadiyê dest pê kir, ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê, gelê Kurd têkoşîna xwe geştir û bilindtir kir.

Di têkoşîna bêhempa ya 50 salên dawî de, gelek siyasetmedar, parlementer, şaredar û  hilbijartiyên kurd bi pêkanînên hovanê yên rayedarên dewletê re rû bi rû man.

Li hemberî van pêkanînên rayedarên dewletê, gelê kurd tu car paşve gav neavêt, di parastin, pêşvebirin û azadkirina çand, ziman û nasnameya xwe de israr kir û ev têkoşîna bi israr û biryardar hîn jî berdewam e.

Xuyaye hem siyaseta kurd, hem jî çand û zimanê kurdî di sala 2024 an de bi awayekî berbiçav gurtir û geştir bibe.

Komisyona çand û ziman a Partiya Dem ê bi dirûşmeya; “Dem dema zimanê kurdî ye” dest bi xebatên xwe yê hilbijartinê kir.

Komîsyon, ji bo ku helwesta DEM Partî ya di warê pirçandî û pirzimanî de diyar bike, bala parlamenter, hevşaredar û endamên meclisên şaredariyan dikişîne ku, di pêvajoya hilbijartinê de xala herî giring a xebatên hilbijartinê ew e ku her endam û rêveberek partiyê bi zimanê gelê li wê herêmê dijî biaxivin.

Hevberdevkiya Komîsyona çand û ziman destnîşan dike ku ji bo pêwendiya hestan û têkiliya jidil, zimanê têkiliya bi gel re gelekî giring e û di vê serdemê de, daxwaza gel a di warê axaftina bi zimanê dayikê ya di jiyana rojane de, bandoreke berbiçav li ser siyaseta kurd jî dike.

Lewma ne tenê ji bo têkilî û pêwendiyê, her wiha wek helwesteke polîtîk bikaranîn, parastin û pêşxistina zimanê kurdî, ji bo gelê kurd û siyaseta ku gelê kurd bi rêjeyeke bilind wek vîna xwe ya siyasî qebûl dike jî, jiyanî jêveneger e.

Ji ber vê yekê, divê zimanê dayikê yê gel bibe zimanê me yê bingehîn. Divê hemû parlamenter û namzedên hevşaredariyan di hemû xebatên xwe de bi gel re bi zimanê gel têkiliyê deynin.

Xebat li kîjan herêma hilbijartinê yan jî li kîjan taxê bên kirin, divê bi zimanê wê herêmê, wî bajar, navçe û bajarokê pêwendi were danîn.

Pêwîste êdî zimanê dayikê di xebat û xizmetên siyaseta me û şaredariyên me de, ne wek sembolîk, bi awayekî domdar û mayînde bibe zimanê jiyana rojane yê kar, debar, xebat û xizmetê.

Ev helwest û nêzîkatiya DEM Partiyê ya di warê zimanê dayîkê û her wiha zimanê kurdî de, di nava gel de  bi kêfxeşî tê pêşwazîkirin, bala gel û civakê dikişîne û hişmendiya ziman xurtir dike.

Ev helwest û hewldana DEM Partiyê ku çand û zimanê kurdî û hemû gelên kurdistanî di navenda siyaseta xwe de wek polîtîkayeke stratejîk dide rûniştandin hêviyeke xurt dide ku, sala 2024 an bibe sala zindîkirin û xurtkirina çandan, sala zimanê kurdî û zimanê ku ji derfetên Perwerdehiya bi zimanê dayîkê bêpar in, bibin zimanê berwerdehiyê.

Nûçeyên Têkildar