Siyaseta li Tirkiyeyê bûye siyasetek ku tenê ji bo hilbijartinê tê meşandin. Di dema hilbijartinê de tifaq çêdibin û hin stratejî tên danîn. Mesela hilbijartina herî dawî ya li Tirkiyeyê di sala 2019’an de pêk hat. Di vê hilbijartinê de şaredariyên bajarên mezin ên Stenbol û Enqereyê ji destê AKP’ê derketin. Ev bajarên mezin ên Tirkiyeyê ne ku siyasetê diyar dikin. Yê ku hişt ev yek pêk were jî hilbijêrên HDP’ê bûn. HDP’ê stratejiyek meşand û hişt ku faşîzma AKP-MHP’ê derb bixwe. Yê ku qedera hilbijartinê diyar kir jî HDP bû.
Di pêvajoya hilbijartinê de HDP bibû zêreke zêrîn ji bo CHP’ê. Lewma dizanîbû ku ne ji HDP’ê bûya wê Stenbol û Enqereyê neketiba destê CHP’ê. Ji bo vê yekê jî çavên her kesî li ser HDP’ê bû. Piştî ku hilbijartin qediya Erdogan dîn û har bû. Encam ne li gorî dilê wî bû. Erdogan ê ku li Stenbolê bibû şaredar û li Enqereyê bûye desthilatdar ji dest wî çûn. Wî bi xwe gotibû yê Stenbolê winda bike wê Tirkiye winda bike. Di encamê de ev yek pêk hat. Lê Erdogan jî berê xwe da HDP’ê. Piştî hilbijartinê dest bi dagirkirina şaredariyên HDP’ê kir. Li şûna Stenbol û Enqereyê, şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê dagir kirin.
Ji bo stratejiya ku HDP’ê di hilbijartinê de pêk anî gelek şîrove çêbûn. Wê demê bi Rêber Apo re jî hevdîtinek pêk hat û Rêber Apo qala siyaseta HDP’ê kir. Rêber Apo digot divê HDP xeta xwe ya rêya sêyemîn biparêze. Ango siyaseta wê ne demkî be. Tifaqên ku pêk bîne jî bi yên derdora xwe re be. Lê gelek kesan ji peyamên Rêber Apo encam dernexistin. Hinekan digot Rêber Apo bang kiriye ku bi CHP’ê re tifaqê nekin. Di peyama Rêber Apo de encamek berfireh hebû. Ji bo vê yekê jî ji HDP’ê xwestibû hedefa wê mezin be û nede pey hesabên biçûk. Erê rast e HDP’ê derb li faşîzma AKP-MHP’ê xist. Di hilbijartinê de AKP-MHP’ê winda kir û CHP jî bi ser ket. Lê feydeya wê ji bo HDP’ê çi bû divê em li ser wê bisekinin. Siyaseta ku HDP bike divê bi gel jî bide qezenckirin.
Îro jî dîsa qala hilbijartinekê tê kirin û navê HDP’ê derbas dibe. Her kes dizane ku HDP qedera siyaseta li Tirkiyeyê diyar dike. AKP jî CHP jî beyî HDP’ê nikarin gavan biavêjin û divê hesabên wê bikin. Ji televîzyon heta ajansên tirkan navê HDP’ê derbas dibe. Ew hesabê xwe li gorî HDP’ê dikin. Lê HDP jî bêdeng e. Tişta divê bê kirin nûjenkirina peyamên Rêber Apo ye. HDP dikare li ser peyamên Rêber Apo stratejiyê bimeşîne û siyasetek zelal bike. Tifaqên ku HDP dike divê ji aliyê gel ve jî encamên wê hebe. Ji ber ku heta niha jî CHP tifaqa xwe ya bi HDP’ê re qebûl nake. Her kes dizane ku HDP û CHP’ê di hilbijartina hin bajaran de tifaq kirin û hilbijêrên HDP’ê dengê xwe dan namzetên CHP’ê. Lê çima CHP vê yekê ji gel û çapemeniyê vedişêre. Li ser kîjan pîvanan li hev kiribûn divê aşkera bûya. Sibê jî eger hilbijartin çêbibe û HDP bi partiyeke din re tifaqê bike divê encamên wê hebin.
Siyaseta HDP’ê divê ne tenê ji bo têkbirina AKP-MHP’ê be. Siyaseteke ku hedefa wê û eniya wê berfireh be. Eger li ser vê yekê siyaset were meşandin wê bi awayekî demkî be. Lê ji damezirandinê heta hedefa wê projeyên mezin ên HDP’ê hene. Îro ji bo ku HDP li derveyî siyasetê were hiştin şerekî mezin tê meşandin. Li aliyekî şaredariyên wê hatine dagirkirin, li aliyekî parlementer û hevşaredarên wê di girtîgehan de ne. Tevî vê yekê jî HDP dikare xwe li qada siyasetê bigire. Ev yek ji hêza gel tê. Îro CHP jî naxwaze HDP bi hêz bibe. Lewma herî dawî me dît ku heyetek ji CHP’ê çû başûrê Kurdistanê. Çûyîna wê heyetê jî ne ji xêrê bû. Dema mijar dibe kurd partiyên dewletê hemû dibin yek. Ji bo bersiv ji vê siyaseta qirêj re were dayîn perspektîfên berfireh li pêşiya HDP’ê hene. HDP dikare bi daxuyanî û danezanekê stratejî û pîvanên xwe bi awayekî zelal aşkera bike. Bi vê yekê re dê dawî li nîqaşên heyî jî bîne. Kesên ku li ser navê HDP’ê hesabê xwe dikin jî wê bersiva xwe bigirin.