Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Siyaseta îngîlîzan û îxaneta PDK’ê 

Siyaseta îngîlîzan siyaseteke berjewendîpereste û du aliye, li hemberî tu dewletê siyasetek tenê û mîsoger nameşîne. PDK jî heman siyaseta berjewendîperest û parçekirina kurdan dimeşîne.

Ji wê rojê ve ku nêzî 100 saliya wê dibin, gelê kurd xwînê dirijîne, şoreş li pey şoreşên gelê kurd ên ji bo serxwebûnê, hatine tepiransin. Çavknaiya van hemûyan jî Îngîlîz bûn.

Siyaseta Îngîlîzan û Peyaman Sykes-Pîcot

Pira destpêkê ya peywendiyên navbera îngîlîz û kurdan de bi rêya geştarên Brîtanyayê ava bû ku wek Rojhilatnas serdana herêmê kiribûn. Di destpêka sedsala 19’an de îngîlîzan hinek nûnertiyên xwe li bajarên Kurdistanê çêkirin.

Birîtaniyan ji beriya Şerê Cîhanê yê Yekemîn, bi dehan sal lêkolîn û çavdêriyan li ser kurdan kirin, wek mînak kesayetê bi navê Sykes ku wek avakerê Peyaman Sykes-Pîcot a navbera Brîtanya û Fransayê de tê naskirin.

Mark Sykes Brîtanî nexşeya Kurdistana mezin ka çawa dê li ser dewletên Osmanî, Safewî were dabeşkirin û di nav eşîran de bi xwe jî çiqas axa wan heye û sînorên wan çawa ne, xêz kir.

Di 1’ê çileya sala 1918’an de di civînek li Silêmaniyê li gel Serheng Arnold Wilson, serokên kurdan daxwaza piştgiriyê ji Birîntayayê ji bo damezrandina Kurdistanek yekgirtî û serbixwe dibin siya parastina Brîtanyayê de kirin.

Di navbera salên 1919-1922’yan de Şêx Mehmûd ku yek ji serokên herî bi bandor ê kurdan bû, li Silêmaniyê hikûmetek kurdan ava kir û du şoreş li dijî hikûmdariya Brîtanyayê li darxist. Herî dawî ji bo tepisandina şoreşê, Brîtanya Şêx Mehmûd sûrgûnî Hindistanê kir.

Redkirina Brîtanya ya ji bo hikûmetek serbixwe ya kurdan dibû sedem ku ereb jî li her du herêmên Bexda û Besra daxwaza serbixwebûnê bike û ev jî wê kontrola raste rast a Brîtanyayê ya li ser Mezopotamyayê ji holê rakiriba.

Di sala 1922’an de Brîtanya Şêx Mehmûd vegerand ser desthilatiyê, bi hêviya ku Şêx Mehmûd kurdan rêxistin bike û li dijî tirkan bikarbîne ku daxwaza Musil û Kerkûkê dikir.

Şêx Mehmûd bi piştgiriya îngîlîzan hikûmeta Kurdistanê ragihand û weke melîkê Kurdistanê hate naskirin. Piştre di nava dewleta nû ya Iraqê de otonomiyeke bisînorkirî pêk anî.

Di sala 1930’an de piştî ketina Iraqê ya di nava Cemiyeta Milletan de, Şêx Mehmûd serhildanan sêyem destpê kir ku bi hêzên hewayî û bejahî yên Brîtanyayê ve hate tepisandin.

Peymana Lozanê û siyaseta îngîlîzan 

Peymana Lozanê ku di 24’ê Tîrmeha sala 1923’yan de hate îmzakirin, Kurdistan kir çar parçe. Pêşengê vê projeyê Înglîz bûn. Armanca kongreyê ji nû de şêwedana jeopolîtîkaya Rojhilata Navîn bû. Peymana Lozanê nêzîkî 100 saliya xwe dibe.

Armanca vê peymanê hilweşandina Peymana Sewrê bû ku di sala 1920’an de pişt Şerê Cîhanê yê Yekemîn hatibû pêkanîn. Di vê kongreyê de general Şerîf Paşayê Xendan daxwaza damezrandina dewletek serbixwe ya Kurdistanê kir. Armanca Peymana Sewrê lewazkirina Tirkiye bû. Yekem car bû ku wê mafê ermeniyan û kurdan bihata nasîn, lê ev lihevkirin hate hilweşandin û kurd vê firsenda dîrokî winda kir.

Peymana Lozanê dawî li Peymana Sewrê anî û îngîlîz û Tirkiye li gel hev dawî li xewna kurdan a serbixwebûnê anîn. Kurdan weke kekekê li çar dewletan parçekirin.

Di destpêkê de îngîlîz piştevanê doza kurda bû, lê piştre pişta xwe dan kurdan û bi serokê hikûmeta nû ya Tirkiyeyê Kemal Atatûrk re lihevkirin.

Li gorî nêrînên çavdêran, şerê Ukrayna û Rusyayê jî, wek di dema Peymana Lozanê de, ji bo guhertinek din a jeopolîtîk li Rojhilata Navîn de çêbikin e.

Siyaseta PDK’ê siyaseta îngîlîzan e

Siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya li dijî hêzên navxweyî û derve, heman siyaseta îngîlîzan e. Bi vê siyasetê li hemberî piraniyan encam girtiye, lê li beramberî hinekan jî tu encam bi dest nexistiye.

PDK’ê di nava piraniya partiyên başûrê Kurdistanê de siyaseta Brîtanyayê şopand û heta niha jî li ser siyaseta partiya serdest dixebite, siyaseta herî nû ya PDK a li dijî YNK’ê ye ku Lahur Şêx Cengî li dijî serokê YNK’ê Bafil Talebanî bikartîneye.

PDK di siyaseta xwe ya li beramberî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ku bi avakirina pirsgirêkên di navbera Yekgirtûyên Behdînanê û Yekgirtûyên Hewlêr û Silêmaniyê serkeftî bû. Bi heman şêweyî dez û kelem xist navbera Tevgera Goran, Komeleya Dadgerî, Hizba Zehmetkêşan û Tevgera Îslamî de û di heman demê de hizban li dijî hev bikaranî.

Lê PDK heta niha ji ber bihêzbûn û yekitiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) nekariye derzek biçûk jî bixe nava rêzên wê de. Tenê bûye nokerê dewleta tirk ji bo êrîşên leşkerî yên li ser PKK’ê.

PDK’ê xwest li rojavayê Kurdistanê jî derz bixe nava partiyan de û her wiha xwest erdnîgarî û hêza leşkerî û hermû tiştên din weke başûrê Kurdistanê dabeş bike. Lê li vir jî negihaşt armanca xwe. Piştre xwest bi rêya Tirkiye û Oposîzyonên sexte yên Suriyeyê vê yekê bike, lê di vê de jî şekstin xwar. Hîna jî PDK di vê hewla xwe de berdewam e, lê di van hewldanan de jî wê şkestinê  bixwe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar