Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Pazar - 7 Temmuz 2024

Sedsala ku wê vîna jinên azad bilind bibe

Bêguman, wek her celeb zindiyan, xwezaya jinan jî heye. Ji civakbûnê wêdetir, jin weke zayenda biyolojîk bêhtir hêmanên navendî ne û ev yek her...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara ku dikevin tengasiyê meseleya penaberan dixin rojevê. Dewleta tirk li ser wan penaberan milyaran euro pere girtin. Divê wan penaberan xwedî bike û wan pereyan ji wan re xerc bike. Lê dev ji xerckirina pereyan berdin, niha wan dikuje.

Dewleta tirk bû sedem ku aloziya li Sûriyeyê mezin bibe. Bajar û navçeyên Sûriyeyê dagir kirine û ji ber vê sedemê ye ku milyonan kes ji cih û warê xwe koçber bûn. Erdogan ê faşîst jî wekî ku ji kula wan ketiye ew li Tirkiyeyê bi cih kirin. Hejmareke pir zêde ya penaberan îro li Tirkiyeyê heye. Dewleta tirk di dema hilbijartinan de wan bi kar tîne. Bi şertê ku dengê xwe bidin AKP’ê nasnameyan dide wan. Her carê şantaj û bazarê li ser wan dike û bi ser halan de jî wan dikuje.

Êrîşa dawî ya li bajar û navçeyên Tirkiyeyê jî polîtîkaya dijminatiyê ye. Beriya sed salî jî heman tişt bi serê civaka ermenî de anîn. Çiqas mal û milkê wan hebe talan kirin û şewitandin. Bi vî rengî milyonan ermenî qetil kirin û dan koçberkirin. Piştre heman tişt bi serê kurdan de kirin. Îro jî vê yekê bi serê penaberên Sûriyeyê de dikin.

Divê ew penaberên ji Sûriyeyê jî vê yekê bibînin. Dibe ku hejmara wan milyonan be, dibe ku mal û milkê wan hebe, dibe ku bi tirkî dizanin û nasnameya wan hebe, lê dîsa jî jiyana wan ne bi ewle ye. Jiyana wan di talûkeyê de ye. Ew penaberên ji Sûriyeyê divê bi kurdan re xwe rêxistin bikin. Eger vê yekê nekin, her tim rewşa wan bombeyek li ber teqînê ye. Ji ber ku partiyên faşîst û nijadperest ên Tirkiyeyê her carê rewşa wan penaberan dixin rojevê. Li ser vê mijarê jî nijadperestan sor dikin.

Dewleta tirk bi taybetî jî Erdogan di meseleya penaberan de dirûtiyek mezin dike. Li aliyekî bû sedem ku milyonan kes ji Sûriyeyê koçber bibin û li welatê xwe ew kirin penaber. Li aliyê din welatê wan jî dagir kiriye. Li ser wan penaberan her salê milyaran euro pere ji Ewrûpayê distîne. Her carê mijara penaberan dixe bazarê û li ser vê yekê şantajê li Ewropayê dike. Her wiha ji bo karibe li dijî Kurdan şer bike û êrişan pêk bîne jî desteka Ewropayê digre. Amerîka û Ewropa di mijara koçberan de alîkariya Erdogan dikin. Lê bila niha bibînin ku bê Erdogan û faşîstên wan çi bi serê wan penaberan dikin. Ma gelo we dîtiye ku ew milyarên Ewropayê ji penaberan re hatiye xerckirin?

Dewleta tirk di mijara penaberan de destê xwe xurt dike. Divê ew penaber jî êdî vê rastiyê bibînin ku Erdogan dijminê wan ê sereke ye. Ji ber Erdogan û siyaseta wî ya qirêj ev tişt bi serê wan de hatiye. Eger Erdogan nebûya ji cih û warê xwe koçber nedibûn. Li şûna ku li welatê xelkê xulamtiyê bikin, wê li welatê xwe xwediyê axa xwe bûna. Bila ew penaber zanibin ku ti carî Tirkiye ji wan re nabe cih û war. Dewleta tirk sed sal in kurdan înkar dike û wan qetil dike. Îca wê rabe penaberên ji Sûrî qebûl bike ? Nexêr ! Vê dewletê ji bilî xwe ti carî destê xwe neda kesî. Endamê komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan beriya bi 4 salan di bernameyekê de bi mînakekê qala siyaseta dewleta Tirk kiribû û wiha dibêje; “Gotineke extiyaran heye. Çi dibêjin? Dibêjin, ‘Ev dewleta tirk çiqasî xwe nerm bike jî, xwe bike ker jî lê siwar nebe! Eger tu lê siwar bibe wê teqez lîstikekê bike û te bavêje erdê! Ev dewlet bi vî rengî ye.”

Nûçeyên Têkildar