Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Siyaseta Rêya 3’yemîn wê diyarker be’

Namzetê Partiya Çepên Kesk Berdan Ozturk destnîşan kir ku, riya çareseriya pirgirêkên Tirkiyê û pirsgirêka kurd ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re derbas dibe. Ozturk wiha domand: “Eger em bi xurtî bikevin meclisê wê siyaseta rêya 3'yemîn diyarker bibe."

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û ji namzetên parlamenteriyê yên Amedê Berdan Ozturk ê ji Partiya Çepên Kesk, têkildarî pêvajoya hilbijartinê ji ANF’ê re axivî.

Berdan Ozturk anî ziman ku desthilatdariya AKP’ê ya ku zêdeyî 20 sal in li ser desthilatdariyê ye, bi polîtîkayên zext û tundiyê civak dîl girtiye, ji bo krîzên aborî, siyasî û civakî yên ku bûne sedem binixumîne hemû amûr bi kar aniye û got, “Em di pêvajoyeke welê de ne ku êdî hêz bi desthilatdariya AKP-MHP’ê re nemaye. Bêguman di vir de bandora têkoşîna demokrasî û azadiyê gelekî mezin e. Di serî de gelê kurd ku polîtîkaya zext û zordariyê herî zêde li hemberî wan hate meşandin, hêzên demokrasî, sosyalîst û çep bi têkoşîna hevpar kirin ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bê ber têkçûnê. Encamên hilbijartinên xwecihî yên sala 2019’an işaretên destpêkê yên vê yekê bûn.”

Berdan Ozturk diyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo têkbirina mejiyê desthilatdariya AKP-MHP’ê firsendeke, di heman demê de peyamek ji bo muxalefetê ye û got, “Hilbijartineke welê ye ku siyaseta Rêya 3’yemîn wê diyarker be û ji gelan re bibe hêvî. Lewma dîrokî ye.”

Berdan Ozturk ragihand ku bi têkçûna desthilatdariya AKP-MHP’ê re wê hêviya ji bo azadî, aştiya civakî û demokrasiyê mezin bibe, bêhn bê ber civakê û got, bêguman ji bo destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî serkeftina Partiya Çepên Kesk gelekî girîng e.

Hevserokê KCD’ê bi bîr xist ku gelê kurd di salên 1990’î de bi rêya HEP’ê xwe gihand meclisê û got, “Ev pêvajoya temsîliyetê bi Partiya Çepên Kesk dewam dike. Di vê pêvajoyê de bi zext, girtin, girtina partiyan, benda ji sedî 10 a hilbijartinê xwestin gelê kurd li derveyî siyasetê bihêlin, lê her carê gelê kurd têkoşîna xwe hîn bi biryardarî mezin kir. Bi hilbijartinên 14’ê Gulanê re em ê li meclisê di navbera wan hêzan de rûnên ku li aliyekî yên dixwestin HDP’ê bigirin, li aliyê din jî yên dixwestin bi HDP’ê re neyên dîtin wê hebin. Em ê daxwaza hêzên demokrasiyê û bawerî û nasnameyên etnîkî yên bi salan înkar dikirin, hîn bi xurtî bînin ziman. Lewma bi hejmara xwe ya zêde ya li meclisê em ê li dijî polîtîkayên şer, siyaseta ku çareserî û aştiyê ji xwe re dikin esas, yanî siyaseta Rêya 3’yemîn hîn çalak bikin, diyarker bikin. Bi temsîliyeta hîn xurtir a îradeya gelê me re hêviya ji bo pêkanîna daxwazên gelê me wê hîn mezin bibe.”

‘Navnîşana çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e’

Berdan Ozturk anî ziman ku bi komploya navneteweyî re meseleya kurd di şexsê Abdullah Ocalan de gihîşt asta navneteweyî û got, “Komplo bi tecrîdê dewam dike. Abdullah Ocalan ji salên 1990’î û vir ve gelek caran bi rêya agirbestê nîşan da ku alîgirê çareseriyê ye, lê belê her carê hêzên ku xwe ji polîtîkayên şer xwedî dikin bi provokasyonan hewl dan çareseriyê asteng bikin. Di rewşa heyî de desthilatdariya AKP-MHP’ê bi êrîşa li ser Rojava, başûrê Kurdistanê bi kûrkirina tecrîdê israra di polîtîkaya şer de dewam kir. Muxalefetê jî bêdengiya li hemberî van polîtîkaya dijminatiya li kurdan li aliyekî, li gel desthilatdariyê sekinî. Lewma ji bo çareserî pêk were pêwîstî ne bi nûnerên mejiyê înkarê yê sedsalî heye, pêwîstî bi guhertina mejî heye. Navnîşana çareseriyê jî birêz Abdullah Ocalan e ku bi salan e di bin tecrîdeke giran de ye.” Berdan Ozturk destnîşan kir ku di guhertina desthilatdariyê de eger hêza nû ya desthilatdariyê naxwaze di bin enqaza desthilatdariya AKP-MHP’ê de bimîne neçar in ku berê xwe bidin danûstandin û diyalogê.

‘Li Amedê atmosfereke bi coş heye’

Têkildarî atmosfera hilbijartinê ya li Amedê jî Berdan Ozturk got, “Gelê Amedê ji bo mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bîne li benda 14’ê Gulanê ye. Bersiva li zext, qedexe, talankirina cih û warên dîrokî û desteseriya bi rêya qeyûman wê di 14’ê Gulanê de bê dayin. Ew roj wê roja hesabpirsînê be, lewma li Amedê atmosfereke bi coş heye. Em jî bi hêza ji vê yekê werdigirin dixwazin li Amedê 12 wekîlan bi dest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar