Ajansa ANHA’yê hevpeyvîneke taybet bi Wezîrê Karên Derve yê Komara Qerebaxê David Babian re li ser girîngiya derxistina PKK`ê ya ji ‘lîsteya terorê’ çêkir.
Babian teqez kir ku dewleta tirk siyaseta qirkirina komî li dijî kurdan bi kar tîne û weke rêxistinên terorîst li wan dinihêre, her wiha paşguhkirina navneteweyî ji sînordarkirina destekdayîna dewleta tirk ji terorîstan re, rexne kir.
Ji destpêka sedsala 20’an ve kurd, ermen û ereb ji aliyê rejîmên dewleta tirk ên dorveger ve hatin kuştin, ev yek di nava bêdengiya herêmî û navneteweyî de hatin kirin. Li şûna ku DYA’yê û Meclisa Ewropayê dewleta tirk ceza bikin, gelên azadîxwaz bi rêya xistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ re ceza dike. Di nêrîna we de çawa vê siyasetê bandor li mafên gelê kurd kir?
Dewleta tirk ji dawiya sedsala 19’an ve ji bo belavkirina siyaseta qirkirina komî li dijî komên etnîkî û olî, dixebite. Di encama vê siyaseta qirkirina komî de yekemîn qirkirina komî di dîroka mirovahiyê de qirkirina ermeniyan di sala 1915`an de bû. Her wiha dewleta tirk qirkirina gelên Yewnanistanê, êzidî û aşûriyan jî pêk anî. Ji ber vê yekê jî bi milyonan bi hovane hatin kuştin. Bi milyonan bi darê zorê koçber û sirgûn kir. Ermenî, yewnanistanî, suryanî û êzidî ji welatê xwe yê dîrokî hatin mehrûmkirin, mal û milk û dewlemendiyên wan ên madî û nemadî hatin talankirin û wêrankirin.
Gelê kurd di nava deh salan de armanca siyaseta qirkirinê ya dewleta tirk bû. Kurdan jî derbeyên giran dîtin û awayekî dermirovî sûc li wan hatin kirin. Kurd ji mezintirîn neteweyên di cîhanê de ne, lê dewleteke wan a serbixwe tune ye.
Dewleta tirk siyaset û armancên xwe yên girêdayî qirkirina komî neguhertin. Lê belê her tim dixwaze civata navneteweyî bi qirkirina komî îtîraf neke ku ew jî weke pêkanîna qirkirina komî di warê siyasî, hiqûqî û exlaqî de ye. Ji ber wê dewleta tirk rêxistin û ferdên banga maf û azadiya xwe dikin û bi çavekî teror in, li wan dinêrin.
Dewleta tirk ji aliyekî ve çekên kîmyewî li dijî kurdan bikar tîne, êrişî kurd, ereb û ermeniyan dike, xaka wan dagir dike û wan koçber dike. Ji aliyekî din ve jî guhertina demografî li herêmên wan pêk tîne û siyasetmedarên kurd ên li tirkiyê dixe girtîgehan. Gelo ev ne terorîstî ye?
Helbet ev terorîstî ye. Lê di xetertirîn diyardeyên wê de “terora dewletê” ye. Kurd ji bo mafên xwe yên rewa têdikoşin. Dewleta tirk jî destekê dide Cebhet El-Nusra, DAIŞ`ê û rêxistinên din ên terorîst. Gelo kîjan divê têkeve ‘lîsteya terorê’ dewleta tirk yan PKK?
Weke ku me li jor got, dewleta tirk siyaseteke terorî pêk tîne. Di vê çarçoveyê de Enqere têkiliyên xurt bi rêxistinên cuda yên terorîst û tundraw re çêkir. Gelê Qerebaxê di sala 2020`an de rûbirûyî êrîşên Azerbaycanê bû ku dewleta tirk bi hezaran terorîstên anîn herêmê di nav de nûnerên DAIŞ`ê û komên din ên terorîst jî hebûn. Ev yek gefeke mezin li ser aştî û aramiya herêmî û cîhanî çêdike. Divê civaka navneteweyî bi awayekî cidî guh bide vê yekê. Lê mixabin em tu bersivdayînê nabînin. Nexwestin an jî nekaribûna bersivdayînê dê encamên nediyar bi xwe re bîne. Ji bo pêşketin û pêkanîna stratejiya baş dema cîhanê ya diyar heye. Heger ev yek pêk neyê, dê pir dereng be û dê encamên tirsnak bi xwe re bîne.
Li gorî ku ez dizanim PKK’ê weke rêxistineke terorîst tenê ji aliyê çend dewlet û rêxistinan ve hatiye naskirin. Hin dewlet red dikin ku PKK weke rêxistineke terorîst bê naskirin. Pirsgirêk li vir ne PKK ye, lê belê siyaseta Enqerê ya li dijî gelê kurd e. Ev siyaseta qirkirin û binavkirina rêxistinên kurdan ên cuda weke rêxistinên terorîst, bi armanca berdewama siyaseta çewisandin û qirkirina komî li dijî gelê kurd e.
Li Rojhilata Navîn û cîhanê rewşenbîr û şîrovekar hene ku dibêjin bi derxistina navê PKK`ê ji ‘lîsteya terorê’ dê aştî li Rojhilata Navîn pêk were. Hûn vê xebatê çawa dibînin?
Weke ku min behsa wê kir ku pirsgirêk ne di rêxistineke taybet de ye. Mijara sereke siyaseta li hember neteweyeke taybet e. Edalet venagere û aştî li herêmê û hundirê Tirkiyê pêk nayê ku heger guhertinên cewherî di felsefeya avakirina dewleta tirk de neyên kirin, itîraf bi wekheviya di navbera komên netweyî û olî yên cuda li Tirkiyeyê de were kirin, dev ji siyaseta qirkirina komî û cudabûnê were berdan. Pirsgirêk ne gelê Tirkiyê bi xwe ye. Mirovên baş û xirab hene. Lê rewşên xeternak û xerab hene. Dewleta tirk bi temamî dewleteke wisa ye.