Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Siyaseta tunekirina kurdan

Kurd dijmintiya tu kesan, hêzan û dewletan nakin.

Kurd êrîşkar nîn in, parastina hebûna xwe dikin.

Kurd daxwaza mal û milkê kes, hêz û dewletekê nakin.

Kurd ji bo tunebûna tu hêzan nakeve nava tevgerê, dagirkeriyê nakin.

Kurd aştiyê dixwazin.

Kurd azadiyê dixwazin.

Kurd li ser axa xwe jiyaneke bi aram û rûmet dixwazin.

Kurd bi zimanê xwe, bi çanda xwe jiyanekê dixwazin.

Min çima ev daxwazên kurdan rêz kir û tiştên kurd nakin diyar kir? Çimkî gotinên Trump ên di civîna G-8’an got ku ‘kurd dijminantiya Erdogan an jî dewleta tirk dikin.’ Di heman demê de Trump got ku dewleta tirk dixwest kurdan tune bike, min bi telefonek pêşiya vê girt. Niha di wan gotinan de rastiyek û derewek heye. Rastiya van gotinên dewleta tirk a dagirker dixwaze kurdan tune bike, ev rastiyekî êdî ji aliyên hevkarên berê yên dewleta tirk jî tê gotin. Nerastiya ev gotinan çi ye, kurd dijminê Erdogan an jî dewleta tirk e. Kurd tu carî dijmintiya kesên nexwe nekirine. Ger kiribin dijmintiya hev kirine. Mixabin divê em ev rastiya kurdan bêjin.

Dewletên ku Kurdistan dagir kirin û dagirker in her hewl dan kurdan tune bikin. Di wateyekî din hebûna xwe di tunebûna kurdan ditîn. Dewletên cîhanî yên destek didan ev siyaseta dagirkerên Kurdistanê yan çavên xwe ji vê siyaseta tunekirina kurdan re digirtin, yan jî bi ser navê ‘terorê’ bi her rengî alîkarî didan ev komkujiya kurdan. Dibe ku şêwazên dagirkerin li ser Kurdistanê bi demê re hatin guhertin lê siyaseta tunekirina kurdan heta niha jî neqediya ye.

Ev dused sal e zêdetir e siyaseta bi ser navê tirkbûnê dev ji vê siyaseta xwe bernedaye. Bi avakirina dewletên bi ser navê ‘netewî’ ev dijwartir bû. Dewleta neteweyî ya Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê yek projeya xist pêşiya xwe, ev jî divê kurd bi rengek tune bibin. Divê bê zanîn ku ev dewletên li Rojhilata Navîn hatin avakirin ne netewî bû û tu carî jî nabin yek netew.

Ji gotina Trump jî xuya dibe ku êdî siyaseta tunekirina kurdan şikestinek mezin xwariye. Çimkî dewletên wek Tirkiyeyê dema komkujiya kurdan pêk dianîn, bi tena xwe vê nedikirin. Jixwe bi tena xwe nikarin vê bikin. Tu dewletên ku Kurdistan dagir kirine nikare bi hêza xwe tenê li dijî kurdan şer bike yan jî komkujiyan pêk bîne. Seddam dema li Helepçeyê bombeyên kîmyevî dibarand, bi sed hezaran kurd komî dikuşt destek ji dewletên cîhanê digirt. Dîsa dewleta tirk dema 3 hezar gundê kurdan xerab kir, bi dehhezaran mirov sivîl qetil kir destek ji dewletên hevkarê xwe girt. Di salên dawî de jî carekî din ev aşkera bû. Dema bajarên bakurê Kurdistanê hatin xerabkirin cîhan bêdeng bû. Di referandûma ya serbixwebûnê ya başûrê Kurdistanê de diyar bû ku cîhan hêjî hebûna kurdan di çarçova azadiyeyê de qebûl nake û ji êrîşkariya Îran, Tirkiye û Iraqê re bêdeng man.

Niha jî cîhan kurdan li gorî xwe cûda bike. Kurdên baş û kurdên xerab. Divê ez vê rastiyê jî bêjim ku cûdabûnek li ser bingeha kurdên baş û kurdên nebaş, berdewamiya komkujiya kurdan e. Dewletên xwe wek dostê kurdan didin nîşandan divê destpêkê dev ji vê siyaseta berdin. Çimkî ev siyaset destekê dide komkujiya kurdan.

Trump jî ji aliyekî xwe wek parastvanê kurdan nîşan dide, ji aliyekî din jî kurdan wek dijminê tirkan dide diyarkirin. Niha kurd tu carî dijminantiya tirkan nekirine. Lê cîhana îro ji nêzîk ve dît ku dewleta tirk a dagirker dixwaze kurdan tune bike. Êdî herkes vê dibîne. Gelo wê ev veguhere siyasetek giştî ya cîhana ku kurd bigihêjin mafê xwe yên rewa? Niha têkoşîn ji bo vê ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar