Siyasetmedar û nivîskarê kurd Mahmût Alinak di 13’yê sibatê de li Qersê di serdegirtina mala xwe de hatibû binçavkirin. Kar û barê îfadedayîna li Miduriyeta Polîsan a Qersê bi dawî bû û îro birin Dadgeha Qersê. Piştî îfadeyên Alinak li dadgehê hatin girtin bi angaşta ‘Endamê rêxistinê ye” hat girtin û ew şandin girtîgehê.
Hat zanîn ku pirtûka “Mehmet Tûnç û Bêkes”, lihevanîna malbatan û hestiyariya ji bo berhevkirina çopa li Amedê pêk anîbû, kirine sedemê girtina Alinak. QERS