Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Siyasetmedaran bertek nîşanî êrîşan dan

Siyasetmedarên ku êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke dagirkerî nirxandin xwestin ku herkesê ku jiyaneke xweş dixwaze li dijî êrîşê derkevin

Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Hebîb Eksîk, Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci û Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kava têkildarî êrîşa Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn û gotin ku divê gelê kurd li dijî vî şerê neheq derkeve.

Hevşaredarê Wanê Mûstafa Avci diyar kir ku pêwîstiya civaka Tirkiyeyê li şûna şer bi aştiyê heye û wiha got: “Bi êrîşa Tirkiyeyê re bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest da. daxuyaniyên em li hedefên leşkerî didin ji bo xapandina cîhanê ye. Ew bixwe jî ji vê daxuyaniyê bawer nakin. Êdî tu kes ji tiştên ku tên gotin û kirin bawer nake. Tişta ku navê aştiyê lê kirine şer e. Divê ku mirov bifikire. Gelo wê ji vê kaniyê aştiyê bi herike? Ji şer aştî diherike? Bi gotina aştiyê navê re aştî nabe. Hinceteke mafdar a vî şerî tuneye. Ev şerekî civakî ye. Li Rojava civakeke ku teşe girtiye heye. Ev jî pergaleke ku xwe bi tevahî dispêrê rêveberiya herêmî. Di rastiyê şerê ku tê kirin şerê di navbera van her dû pergalan de ye. Erdogan qumareke mezin dilizî. Dê civak ji ber vî şerê bedelên gelek mezin bide. Divê ku şer demildest raweste û ev êrîş bi dawî bibin.”

Divê herkes li dijî êrîşê derkev

Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Hebîb Eksîk da got ku herkesê ku xwedî nirxên mirovî ye divê ku vê êrîşa Tirkiyeyê qebûl neke û ev tişt anî ziman: “Tu aliyekê mafdar ê vê êrîşa li hemberî mirovên ku qadên xwe yên jiyanî û pergalek ava kirine tuneye. Li wir rewşeke aram û jiyaneke hevpar a piştî serkeftina DAIŞ’ê hebû. Li Sûriyeyê devera ku xwîn lê nerijiyaye Rojava ye. Lê mixabin Tirkiye ji bo desthilata AKP-MHP’ê li pêya bimîne êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Ne weke HDP’iyek û ne jî weke kes em vê êrîşê qebûl nakin. Planeke ku welatê cîran tune bike heye. Hûn nikarin pêngaeveke ku jiyana civakî ya mirovên biguherîne bidine destpêkirin û bikevin nav hewldanên dagirkeriyê. Navê vê dagirkerî ye. Herkesê ku biratiyê, ji zarokên xwe re li şûna xwînê jiyaneke xweş dixwaze li dijî êrîşê derkeve. Em bang li desthilatê dikin demildest dev ji êrîşa xwe berde.”

‘Divê em bi hêza xwe ya cevherî bi pêş ve biçin’

Hevserokê DBP’ê yê Wanê Okkeş Kava jî bertek nîşanî destûr dayîna hêzên navneteweyî ya êrîşa Tirkiyeyê da û ev tişt got: “Ev ji bilî polîtîkeyek kirêt a hêzên navneteweyî pêştir tiştekî din nîne. Divê ku gelê kurd ji bilî vîn û hêza xwe ji Amerîka û hêzên din bawer neke. Heke em ji hêzên nevneteweyî yên ku naxwazin şer li Rojahilata Navîn bawer bikin em ê negihîjin tu armanca xwe. Ji bo ku em bigihîjin armanca xwe divê ku em di rêya xwe de bi pêş ve biçin. Ciwanên kurd jî êdî şiyar bûne û paradigmaya xwe esas digirin. Heke kurd li derdora vê paradigmayê bên gel hev dê qezenc bikin.” WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar