Vê sibehê polîsên dewleta tirk li Amedê bi ser mala Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek de girtin û wî binçav kirin
Operasyona qirkirina siyasî ya dewleta tirk a li dijî kurda berdewam dike. Rojane bi dehan kurd û siyasetmedarên kurd ji aliyê hêzên rejîma AKP/MHP’ê ve têne binçavkirin. Bi taybetî jî bi êrîşên dagirkeriya li dijî rojavayê Kurdistanê ev qirkirin zêdetir bûn. Vê sibehê li Amedê jî saet li derdora 5.00’an polîsan bi ser mala Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek de girtin û wî binçav kirin. Partiya Komunîst a Kurdistanê xwest demildest serokê wan Çîftyurek were berdan.