Li şûna encamê li sedemê bipirsin

Zêdetirî sê hefteye ku di rojevê de Narîna 8 salî heye. Li gundekî biçûk ê Amedê ji nişka ve winda bû û piştî bi...

Eger qetilkirin topyekûn be divê serhildan jî topyekun be

Dewleta tirk bi peymana Enqere û Bexdayê ya 15 tebaxê êrîşek nû da destpêkirin. Li dijî hemû gelê kurd biryara qirkirinê da.  Ji ber...

Cumartesi - 14 Eylül 2024

Siyasetmedarên danîmarkî bang li kurdan kir ku şerê hev nekin

Navenda Nûçeyan |

Siyasetmedarên danîmarkî bang li hevserokên Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik û Besê Hozat, hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûş, lîderê Goran Omer Seyîd Alî, serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Nêçirvan Barzanî, serokê PDK’ê Mesût Barzanî û lîderê YNK’ê Qûbad Talabanî kirin û ji wan xwestin ku ji bo çareseriyê bi diyalogê tevbigerin.

Siyasetmedarên danîmarkî diyar kirin ku şer û nakokiya di nava kurdan tenê bi kêrî dijminên kurdan tên û wiha domandin: “Bi navê dostên Kurdistanê yên li Danîmarkayê, em rageşiya li xaka başûrê Kurdistanê bi dilekî şikestî dişopînin. Bi rêya vê nameyê em ji pêşengên kurdan dixwazin ku ji bo diyaloga di navbera partiyên kurd û çareserkirina pirsgirêkê bi berpirsyarî tevbigerin. Bi dîtina me, ji bo kurdên li herêmê, pêwîste partiyên kurd ne li dijî hev şer bikin, lê belê piştgiriya hev bikin.

‘Em nikarin vê rewşê ji raya giştî re îzah bikin’

Nakokiya di navbera kurdan de, karê me yê li Danîmarkayê ji bo gelê kurd dimeşînin lawaz dike. Em nikarin ji raya giştî ya Danîmarkayê û civakê re îzah bikin ku kurd çima şerê hev dikin. Êrîşên li dijî gelê kurd zêde dibin. Weke ku tê zanîn serokkomarê tirk ji bo nakokiyê bixe nava kurdan bi her rê û rêbazê û derfetê tevdigere. Naxwaze ku kurd li herêmê bibin yek, serbixwe û xweser bibin.

Rageşiya di navbera kurdan tenê bi kêrî dijminê kurdan tê. Ev rewş dê bibe sedema wê yekê ku komkujiyên li dijî kurdan zêdetir bibin. Banga me li pêşengên gelê kurd ew e ku vê bang û daxwaza me bibînin û ji bo pêşî li şer bigirin çareseriyê hilberînin.”

Siyasetmedarên ku mohra xwe danîne binê bangawaziyê:

* Mr. Mogens Lykketoft, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Danîmarkî ji Partiya Sosyal Demokrat û serokê berê yê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî.

* Mr. Holger K. Nielsen, Wezîrê Karên Derve yê berê yê Danîmarkî ji Partiya Gel a Sosyalîst.

* Berdevkê Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Danîmarkayê Michael Aastrup Jensen.

* Endamê Komîteya Karên Dervre ya Danîmarkayê Rasmus Nordqvist.

* Siyaetmedarê Danîmarkî Mr. Soeren Soendergaard.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar