Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Siyasetmedarên jin ên kurd li Stenbolê hatin bibîranîn

Siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sevê Demîr, Fatma Uyar û Pakîze Nayir, li Stenbolê bi merasîmekê hatin bibîranîn

Ji bo bîranîna 3 siyasetmedarên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê çileya sala 2013’an de li paytexta Fransayê Parîsê di encama sûîqestê de hatin qetilkirin û 3 jinên kurd Fatma Uyar, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ku di 6’ê çileya sala 2016’an de li Silopiyayê hatibûn qetilkirin, li avahiya HDP’a Stenbolê merasîma bîranînê hate lidarxistin.

Cihê bîranînê bi wêneyên siyasetmedarên jin û pankarta ‘Em bi ruhê berxwedana Sakîneyan û Sevêyan têkoşîna xwe didomînin’ hatibû xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtinê, di merasîmê de parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun axivî û wiha got: “Em ê heta dawiyê têkoşîna wan bidomînin. Divê hemû jin ji Sakîne Cansiz heta Sêvê Demîran, têkoşîna xwe xurtir bikin. Em soz didin wan ku em ê azadî û yekitiya xwe ava bikin. Ji bo vê em ê her tim têbikoşin.”

Piştî axaftina Tosun jî sînevîzyona ku serpêhatiya her 6 jinên têkoşer vedibêje hate pêşandan. Merasîma bîranînê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar