Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...
Cuma - 20 Eylül 2024

Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Siyasetmedarên jin: Ji bo yekitiyê firsendekî zêrîn li pêşiya kurdan e

Siyasetmedar û rojnamegerên jin anîn ziman ku şert û mercên heyî, li kurdan yekitiyê ferz dikin. Axaftvanan diyar kir ku dîrokê ji bo kurdan firsendên zêrîn afirandine û yên ku vê banga dîrokê nebersivînin, neçarî tasfiyeyê ne. Jinan destnîşan kir ku azadiya kurd û Kurdistanê bi yekitiyê pêkan e

Hewldanên ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya gelê kurd û lidarxistina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bi taybet jî piştî êrîşên dewleta tirk ên li dijî rojavayê Kurdistanê zêdetir bûn. Têkildarî mijarê parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê Pero Dundar, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Melek Rûşen, berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya (MKGP) Ayşe Guney, hevşaredara Şaredariya Farqînê Naşîde Toprak û aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan ji ANF’ê bi Denîz Îke re axivîn.

Parlamenter Pero Dundar anî ziman ku şert û mercên heyî li kurdan yekitiyê ferz dikin û wiha got: “Ji bo yekitiyê beriya niha hinek xebat hatin meşandin. Lê ji ber hinek pirsgirêkan ev xebat hatin rawestandin. Lê niha dîsa xebat tên meşandin. Divê lurd li hemberî êrîşên li dijî nirxên xwe, bibin yek. Dagirkeriya li Rojava û Başûr didome. Tirkiye piştî ku Rojava bi temamî dagir kir, dê dest bi dagirkirina Başûr bike. Hebûna kurdan hedef digire. Ya ku li Rojava niha diqewime, komkujî ye. Li dijî vê komkujiyê jî divê em bibin yek. Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û jin bi rojane ji bo yekitiya neteweyî bang dikin. Ev bang gelek girîng û biqîmet in. Yekitî bi partî yan jî saziyekê ava nabe, divê li çar aliyê welat her kes ji bo yekitiya neteweyî bixebite. Li Kurdistanê êrîş parçe parçe destpê dike. Êrîşên li ser gelê Kurdistanê mijarekî ji rêzê nîne. Li ku derê statûya kurdan hebe, êrîşî wir dikin. Ji bo vê yekê jî yekitî şert e. Gel ji yekitiyê re amade ye û divê bêhtir zext li partiyên kurd bê kirin ku ji bo yekitiyê hewl bidin.”

‘Em neçarin daxwazên gel pêk bînin’

Aktîvîsta TJA’yê Melek Rûşen jî bi lêv kir ku avakirina yekitiya kurdan erka her kurdekî ya dîrokî ye û wiha domand: “Em neçarin daxwazên gelê xwe pêk bînin. Divê em li diji van êrîşan bibin yek û helwesteke xurt nîşan bidin. Ger ku kurd yekitiya neteweyî ava nekin, dê sed salên din jî winda bikin. Bi qasî bi yekitiya neteweyî, hewcehiya kurdan bi tiştekê din nîne. Li Kurdistanê statuya kurdan tê astengkirin. Ji bo vê jî teqez divê yekitî bê avakirin.”

‘Yên ku guh nedin banga dîrokê, neçarî tasfiyeyê ne’

Rojnameger Ayşe Guney jî destnîşan kir ku gelê Kurdistanê di serdemekî girîng û krîtîk re derbas dibe û wiha derbirî: “Li dijî ziman, çand, nasname û statuya kurdan êrîş heye. Pêşîlêgirtina vê jî bi yekitiyê pêkane. Di vê mijarê de berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê rewşenbîr, siyasetmedar, hunermend û rojnamevanên kurd. Weke rojnamegerên jin, li gorî çi dikeve ser milê me, em amade ne ku pêk bînin. Divê têkoşîna li her çar parçeyan ji hev sûd bigirin. Dîrokê li pêşiya me derfetên mezin afirandine. Yên ku guh nedin vê banga dîrokê, neçarî tasfiyeyê ne. Divê daxwaza ji gel bê bersivandin.”

‘Li dijî êrîşan hewcehî bi yekitiyê heye’

Hevşaredara Farqînê Naşîde Toprak jî got ku li her deverê li ser destkeftiyên gelê kurd êrîş hene û ji bo pêşî li van êrîşan bê girtin jî divê kurd yekitiya xwe ava bikin. Aktîvîsta TJA’yê Ayşe Gokkan jî diyar kir ku yekitiya kurdan, azadiya kurdane û ev tişt destnîşan kir: “Beriya yekitiyê, azadiya kurdan nepêkan e. Dewletên dagirker bi parçekirinê re desthilatiya xwe ferz dikin. Ger ev rewş neguhere, azadî jî nabe. Heta ku kurd li dijî  hev bên bikaranîn dê nebin yek. Em weke jinên kurd bang li hemû kurdan dikin ku ji bo azadiyê êdî bibin yek.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar