Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Siyasetmedarên kurd Taniş û Denîz hatin bîranîn

Serdar Taniş û Ebubekîr Denîz ku 20 sal berê li navçeya Silopiya di bin çavan de hatin windakirin, hatin bîranîn

HDP’a navçeya Silopiyaya Şirnexê, Serokê HADEP’ê ya Navçeya Silopiyayê ya Şirnexê Serdar Taniş û rêvebirê navçeyê Ebubekîr Denîz ku di 25’ê çilêya 2001’an de di binçavan de winda bûbûn, bi bernameyekê bi bîr anîn. Malbata Taniş û Denîz, parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Hesen Ozguneş û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tev li bernameya ku li avajiya HDP’ê ya navçeya hat lidarxistin bûn. Di bîranîna ku bi rêzgirtinê dest pê kir de pankarta ‘Em şopdarê rêya we ne’ hat vekirin.

Di bîranînê de destpêkê Hevserokê HDP’a Silopiyayê Kadîr Kûnûr axivî û diyar kir ku heta ku faîl bên dîtin ew ê tebikoşin û heta dawiyê li pey şopa Denîz û Taniş bin.

Piştî Kûnûr birayê Serdar Taniş, Yakup Tanış axivî. Taniş jî bal kişand li ser nedîtina faîlan û wiha axivî: “Serdar û Ebûbekîr rêhevalên hev bûn. Her tim ji hêla rayedarên dewletê ve bi kuştinê dihatin tehdîtkirin. Lê tevî hemû gefên kuştinê jî Serdar û Ebubekîr paşde gav neavêtin. Heta ku şehîd ketin jî weke lehengên gelê kurd bûn. Di vê berxwedan û oxira de canê xwe dan. Îro gelê me li ser pêyane û têkoşîna wan didomîne. Em weke malbat dê şopdarê doza wan bin û em ê tu caran li hemberî zilmê serê xwe netewînin.”

 ‘Berdelê wê çiqas giran be em ê doza pakrewanan bidomînin’

Piştî Taniş jî parlementer Hasan Ozgûneş jî axivî. Ozgûneş jî anî ziman ku têkoşîna Taniş û Denîz rêya wan ronî dike û wiha got: “Em her du hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin. Têkoşîna wan hêz dide me. Em hêza xwe ji wan digirin. Em ji van dagirkerên bêexleq, bêwîjdan û faşîzan re dibêjin ku heta ku dayikên kurd hebin dê zarokên wan jî li hemberî zilmê têkoşîn bidin. Berdelê wê çiqas giran be jî em ê doza pakrewanên xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan bîranîn bi dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar