Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Skoçya jî beşdarî pêngava azadiyê bû

Pêngava 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re' li seranserê cihanê rasstî eleqeyeke mezin tê. Di çarçoveya pêngava azadiyê de li Glasgowê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û hate destnîşankirin ku aştî bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.

Di çarçoveya pêngava ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd de li bajarê Galler ê Skoçyayê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.

Civîn li avahiya sendîkaya Unite the Unionê pêk hat û Parlamenterê Skoçyayê Chris Stephens, Serokê Sendîkaya UNISON Stephen Smelie û nivîskar Jenny Keasden tevlî bûn. Di civînê de ku Endama Meclîsa Bajêr a Glasgowê Roza Salih moderatorî jê re kir, gelek akademîsyen, nivîskar, siyasetmedar jî amade bûn.

Roza Salih diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan ji bo tevahiya gelan girîng e û anî ziman ku li Skoçya, Kolombiya, Ewropayê mirov sûdê ji fikrên Abdullah Ocalan werdigirin. Roza Salih ev tişt anî ziman: “Lewma girîng e ku fikrên wî di pêvajoya azadiya jinê de bi cih tê anîn. Divê em îdeolojiya wî û rê û rêbazên bicihanîna wê fêhm bikin.”

Parlamenterê Skoçyayê Chris Stephens jî anî ziman ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan binpêkirineke cidî ya maf e û got, “Gelê kurd xwedî dilsoziyeke kûr a ji bo Abdullah Ocalan e û têkildarî tenduristiya wî bi fikar e. Tê dîtin ku girtin, darizandina wî şerê navbera dewleta Tirk û Kurdan bi dawî nekiriye, berevajî bûye bingeha pirsgirêkên heta niha.”

Stephens ji hikumeta Îngilistanê xwest ku bi bikaranîna nûnertiyên xwe yên li Tirkiyeyê dawî li îzolasyona li ser Abdullah Ocalan bîne û bike ku pêvajoyeke aştiyê bê destpêkirin.

Nivîskar û endama Komîteya Jineolojiyê Jenny Keasden jî bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û anî ziman ku li Rojhilata Navîn gelek xwîn hatiye rijandin. Keasden got, “Projeyên siyasî yên li Rojava bi fikrên Abdullah Ocalan hatin pêkanîn ne tenê guhertin kir, di heman demê de dikare ji bo tevahiya Rojhilata Navîn aştî û çareseriyê bi xwe re bîne. Lewma divê em bi xurtî piştgiriyê bidin Rojava.”

Keasden diyar kir ku mifteya deriyê aştiyê yê Rojhilata Navîn û guhertina di siyasetê de bi azadiya Abdullah Ocalan dikare destpê bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar