Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

SMO Girê Spî talan dike

Dîmenên ku dikanên kurd û erebên di nav rêveberiya xweser de cih girtine, ji aliyê SMO’yê ve tên talankirin, derketin holê. Tê diyarkirin ku kesên vê yekê îtîraz dikin jî tên revandin û windakirin

Êrîşên Tirkiyeyê yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku di 9’ê Cotmehê de destpê kiribûn, didomin. Êrîşên komên paramîlîter ku di bin navê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) de li hev kom bûne, li Eyn Îsa, Til Temir û rêya navneteweyî M4’an zêde dibin. Di çarçoveya êrîşan de dîmenên ku dikanên kurd û erebên li Grê Spî û Serê Kaniyê di nav rêveberiya xweser de cih girtine, ji aliyê SMO’yê ve tên talankirin, derketin holê.

Bi taybet li Grê Spî, SMO’yî yek bi yek li mal û dikanan digerin û mal û dikanên kurdan desteser dikin. SMO’yî dirav û milkê gel desteser dikin û mal û dikanên ku weke ganîmet digirin jî navê xwe li ser wan dinivisînin. SMO’yî zêr jî di nav de mal û milkê gelê Grê Spî yê ku didizin, bi qamyonan tînin navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê. Tê gotin ku ev mal û milk li deverên cuda tên firotin.

Welatiyên ku li dijî vê yekê dertên ya tên revandin an jî di îşkenceyê re tên derbaskirin. Tê diyarkirin ku heta niha bi dehan kes bi vê aqûbetê re rû bi rû mane.

Bi taybetî jî mal û milkên kurdan tên desteserkirin û li hin cihên ku hatine desteserkirin DAIŞ’iyên ku kincê SMO’yê li xwe kirine hatine bicihkirin.

Piştî kurdan erebên ku di nav rêveberiya xweser de cih girtine di hedefe de ne. Tê gotin ku hin eşîrên ereb li dijî vê talan û ganîmetê serî hildane.

Çavkanî: MA / Nazim Daştan – GIRÊ SPÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar