Navenda Nûçeyan |
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hejmara kesên ku li ser axa Sûriyeyê ji destpêka aloziya Sûriyeyê yanî ji 15`ê Adara 2011’an û heta 30’yê gulana 2021’an hatine kuştin, gihaştiye 494 hezar û 438 kesan.
Piraniya 100 hezar kesên ku mirina wan nû hatiye piştrastkirin, di navbera salên 2012 û 2015’an de jiyana xwe ji dest dane.