Navenda Nûçeyan |
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi daxuyaniyekê ragihand ku ji komên çete yên Mûtesam, Sûltan Mûrad, Sikur Şemal, El Hamzat û Suleyman Şah ên girêdayî dewleta tirk, herî kêm 199 jê li herêmên Selahaddîn, Misrata û Remla yê nêzî balafirgeha Trablûs a Lîbyayê hatine kuştin.
Her wiha SOHR’ê da zanîn ku li gorî çavkaniyên pêbawer, komeke din a ji çeteyên sûriyeyî yên girêdayî dewleta tirk gihîştine Lîbyayê.
SOHR’ê diyar kir ku hejmara çeteyên ku dewleta tirk şandine Trablûsê 5 hezar û 300 kes in û komeke din a ji 2 hezar û 100 kesî jî ji bo şandina Lîbyayê li Tirkiyeyê tên perwerdekirin.