Navenda Nûçeyan |
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku dewleta tirk beşeke nû ya komên çete ji Sûriyeyê dişîne Lîbyayê. SOHR’ê diyar kir ku bi dehan çeteyên ji Sûriyeyê ber bi Lîbyayê ve hatine veguhestin, bi ‘Hikûmeta Wîfaq Wetenî’ re li dijî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê şer dikin.
SOHR’ê destnîşan kir ku li gelek eniyên Lîbyayê di navbera herdu aliyan de şerên giran rû didin û 8 çeteyên din ên ji Sûriyeyê hatine veguhestin jî hatine kuştin. Li gorî daneyên SOHR’ê, bi vê yekê re hejmara çeteyên ji Sûriyeyê ber bi Lîbyayê ve hatine şandin û li wir hatine kuştin bû 190. Her wiha artêşa Lîbyayê di çend saetên dawî de 5 çeteyên ji Sûriyeyê hatine veguhestin jî bi saxî girtin.
Bi domdarî jî SOHR’ê ev agahî dan: “Veguhestina çeteyan a Tirkiyeyê ber bi Lîbyayê ve didome. Beşeke nû ku bi kêmanî ji 150 endamên koma ‘Sultan Mûrad’ pêk dihat, çend roj berê ji navenda Efrînê derket û çûn Lîbyayê. Dîsa bi dehan komên din ji bajarên Cerablus û Babê gihiştin noqteya kombûnê ya li herêma Hewar Kîlîsê. Derdora 300 çeteyên Sûltan Mûrad, Lîwa Siqûr El Şemal û Feyleq El Şamê di roja înê de gihiştin Lîbyayê. Hejmara çeteyên Sûriyeyê yên li Lîbyayê bi giştî gihişt 5 hezar û 50 kesan. Hejmara komên çekdar ên gihiştine baregehên Tirkiyê ji perwerdeyê gihişt derdora hezar û 950 kesan.”