PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Cumartesi - 23 Kasım 2024

SOHR’ê diyar kir ku DAIŞ’î li gel dewleta tirk êrîşî Rojava dikin

SOHR’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê jî di nava êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî Rojava de cih digirin. SOHR’ê di vê çarçoveyê de navê çeteyekî jî parve kir

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ, El Nusra û OSO’yê ji 9’ê cotmehê ve li dijî rojavayê Kurdistanê êrîşeke qirkirinê pêk tînin. Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî di çarçoveya mafê xweparastinê de bersivan didin hêzên dagirker. Dewleta tirk bi taybet jî di êrîşên xwe de çeteyên DAIŞ û El Nusrayê bi kar tîne.

Têkildarî mijarê Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) raporeke balkêş parve kir û diyar kir ku hin agahî di destê wan de hene ku dibêjin ‘Hejmarekê ji kesên di nava refên Artêşa Niştimanî ya Sûriyeyê (SMO) ku dewleta tirk destê didê DAIŞ’î ne.’ SOHR’ê her wiha destnîşan kir ku DAIŞ’ê navê xwe guherandiye û tev li refên çeteyên OSO’yê bûne. SOHR’ê her wiha tîpên destpêkê yên DAIŞ’iyekî jî aşkera kir û da zanîn ku ew kes çeteyê ku bi navê ‘Ebû Usame El Şamî’ tê naskirin e.

SOHR diyar dike ku çete ‘Ebû Usame El Şamî’ di sala 1993’yan de li Şamê ji dayik bûye û di 2012’an de li Xûtayê tev li El Nusrayê bûye. Di berdewamê de jî SOHR van agahiyan dide: “Di sala 2014’an de jî tev li DAIŞ’ê bû û di nava refên wê de li Xûta û gundewarên Siwêdayê şer kir. Ebû Usame El Şamî di sala 2016’an de tev li qada ewlehî ya derve ya girêdayî wîlayeta Şamê bû. Di 2017’an de jî çû Idlibê û li Tirkiyeyê perwerdeyeke leşkerî dît. Piştî dewre bi dawî bû, bi navê B.X.A vegeriya. Di nava komên girêdayî Tirkiyeyê de li dijî Rojava şer dike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar