Sendîkaya Fransayê Solidairese nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên HDP’ê da û got; “Em li Bakurê Kurdistanê pişgiriyê didin hêzên Kurd ên pêşverû ku têdikoşin.”
Yekîtiya Sendîka Solidaires daxuyaniyek nivîskî da û got; “Tirkiye û hikûmeta AKP-MHP’ê ya dibin rêveberiya R.T Erdogan de carek din da nîşandan ku dema encamên hilbijartinê ne li gorî wan be demokrasiyê dixin binê lingan de.”
Solidaires bibîr xist ku di hewldana darbeya 2016’an de nêzî 100 şaredariyên HDP’ê hatin desteserkirin û herî dawî 19’ê Tebaxê şaredariyên bajarên mezin yên Amed, Wan û Mêrdin hatine desteserkirin.
Solidaires diyar kir ku nêzî 400 kes hatine destgîrkirin û wiha domand; “Gotinên dewletê bi taybet sîstema hevserokatiyê ya yek jî bngehên programa siyasî ya HDP’ê dike hedef. Yekîtiya Sendîkal Solidaires li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji bo demokrasiyê rêz digre û di rewşa heyî de piştgiriya hêzên Kurd û Tirk ên pêşverû ku têdikoşin dike. Di serî de şaredariyên Kurd, endamên KESK û xebatkarên şaredariyên sendîka yên di bin banê Tum Bel-Sen de ku di refên pêş de cih digrin destek dikin.”PARÎS