Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şoman: Em her tim heyranê bîr û baweriya Ocalan in

Berdevka NUN Sewsen Şoman diyar kir ku komploya navneteweyî û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kêrî hêzên global tê û wiha got: “Apo an jî Birêz Ocalan nav çi dibe bila bibe, em her tim heyranê bîr û baweriya wî ne.”

Di 9’ê cotmeha 1998’an de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi komployek navneteweyî ji Sûriyeyê hat derxistin û 4 meh şûnde di 15’ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan bi salane li Îmraliyê di bin tecrîda giran de tê girtin, 31 mehe tû agahî jê nayê girtin.

Berdevka Însiyatîfa Azadiya Ocalan a Lubnanê (NUN) Sewsen Şoman, komplo û tecrîd ji ajansa JINNEWS’ê re nirxand.

 *Bi salane li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê meşandin û du sal û nîv e jî tecrîdek giran mijara gotinê ye. Hun vê çawa dinirxînin?

Tecrîda li ser Ocalan berdewama komployê ye.  Tecrîd di alî hiqûqî û ahlaqî de nayê qebûlkirin. Girtiyên siyasî nikarin ji mafên xwe fêdeyê bigirin. Di doza Birêz Ocalan de gelek binpêkirin hebûn. Darizandinek bê edelet hebû. Ji mafê mirovan bêpar tê hiştin. Ev binpêkirin hemû li dijî Peymanên Mafê Siyasî û Medenî yên Navneteweyî ne. Ligel vê hevdîtinên malbatan, parêzeran tên astengkirin. Nahêlin girtî ji tu mafê fêdeyê bigirin. Rayedarên Tirkiyeyê  hemû maf asteng kirine û xesp kirine. Ev maf di Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya Navneteweyî, Peyamana Li dijî Îşkence û Pêkanînên Dijmirovahî, tên parastin.

*Di çareseriya pirsgirêka kurd de Abdullah Ocalan rolek girîng dilîze. Lê tecrîd tê girankirin. Hûn bêdengiya hêzên navneteweyî çawa dinirxînin?

Mijara kurd û doza Birêz Ocalan li Rojhilat Navîn û cihanê xwedî cihekî cuda ye û ji ber vê gel sempatiyek cidî nîşan didin. Mixabin saziyên mafên mirovan û saziyên navneteweyî li dijî vê bêdeng dimînin. Tevî biryara DMME’yê ya ji bo rakirina tecrîdê, hikûmeta tirk van biryaran red dike. Ev biryar pêk nayên û ji nedîtîve tên. Ev bêdengiya global mirovan nerehet dike. Ev bêdengî ji ber berjewendiyan pêk tê.

*Li Afrîkayê li ser paradîgma Abdullah Ocalan xebat tên meşandin.  Tê gotin ku wê xeta şoreşa nû li bakurê Afrîkayê pêk bê. Ev fikr ji bo krîza  kapîtalîst çaresereseriyek çawa tîne?

Felsefeya ziman, nasname, baweriyan diparêze ji aliyê rejîman ve bi fikar tê pêşwazîkirin. Ev rejîm naxwazin ev fikr û raman bigihêjin raya giştî. Ji ber vê serî li rêbazên cuda didin. Hikûmeta tirk jî wisa dike. Sedema belavbûna fikra Birêz Ocalan ya li  Afrîkayê, nîşan dide ku ne tenê lîderê gelê kurd e, ji bo hemû gelan bûye hêvî. Fikrên birêz Ocalan bakurê Afrîkayê jî têde, li herêmên cuda dikare pirsgirêkan çareser bike. Fikrên wî ji bo çareseriya pevçûnên li her derê bi nirx in.  Ji ber vê jî fikrên wî li bakurê Afrîkayê ji bo krîza aborî ya global dikare bibin çareserî.

*Bêdengiya DYA û welatên Ewropayê ya li dijî tecrîdê wek piştgirî an jî erêkirinê dikare bê binavkirin? 

Hêzên mezin yên cihanê ji bo siyaseta global bikin bin kontrolê û rojeva xwe pêş bixînin, berjwendiyên xew bikin bin ewlehiyê her tim hewl dane Rojhilata Navîn bikin nokteya germ a pevçûn û şer. Ji ber vê jî nêrîn û projeyên birêz Ocalan li xweşiya wan naçin û li dijî tecrîdê jî bêdengiya xwe didomînin.

*Biryarên DMME’yê pêk nayên. Hun hevkariya welatên YE ya bi hikûmeta tirk re çawa dinirxînin?

Merciyên tirk peymanên navneteweyî yên der barê hiqûqa mafên mirovan de bi aşkera binpê dikin. Dewletên endamên Yekitiya Ewropa, li dijî binpêkirinên Tirkiyeyê bêdeng dimînin. Tevî mafê hêviyê yê ji aliyê dadgeha Ewropayê ve hatiye nasîn, Tirkiye mafê hêviyê yê Ocalan tûne dihesibîne.

*Şertên ku Abdullah Ocalan têde tê girtin li cihanê tûne ne. Mînak herî nêz mînaka Mandela bû. Hun vê çawa dinirxînin?

Apo an jî Birêz Ocalan nav çi dibe bila bibe, em her tim heyranê bîr û baweriya wî ne. Bîr û baweriya ku jin ji koletiyê xilas kirin ji pêşeroja tarî xilas kirin, îro di girtîgehê de ye. Ji ber pênûsa azadiyê zaliman nerehet dike.

*Tevî ku CPT Îmrali ziyaret kir jî rapor şand Tirkiyeyê lê nehat weşandin. Hun vê helwestê çawa dinirxînin?

Wisa xuyaye ku CTP di mijara weşandina raporên der barê rewşa birêz Ocalan de nikare bi tena serê xwe rola xwe bîne cih. Bang û zextên di vê mijarê de tên kirin jî bê encam dimînin. Em bi raporên nakok yên serdana komîteyê re tên rû hev. Hikûmeta tirk îdia dike ku komîte neçûye serdana Îmraliyê û rapor pêşkeş kiriye. Ji ber kêmasiya nezelal rewş hîn bêtir tevlihev dibe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar