Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şopdara heqîqetê tevlî şerê li dijî dijminê mirovahiyê bû

Gerîlaya YJA Starê Şehîd Sema Mahîr li dijî êrîşên dijminê mirovahiyê tevlî şerê heqîqetê bû û şehîd ket wiha digot: "Piştgiriya min a herî mezin ji malbat û welatê min re tevlîbûna li nava refên têkoşînê ye"

Sema Mahîr (Sema Taş) sala 1986’an li gundê Vartînîs ê navçeya Korkût a Mûşê li nava malbateke welatparêz û dilsozê kevneşopiya kurdîtiyê ji dayik bû.

Di sala 1993’an de ji malbata Sema Mahîr gelek kes tevlî nava Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû. Di sala 1997’an de kekê wê Mehmet Zakîr Taş jî berê xwe da nava refên têkoşînê. Ji ber van tevlîbûnan Sema Mahîr zû partî nas kir.

Sema hîn wê demê dixwest bibe gerîla. Malbata Sema bû hedefa dewleta tirk a dagirker. Ji ber êrîşên dijmin malbat neçar ma ku warê xwe biterikîne û koçî Stenbolê kir. Koçberiya ji neçarî ya ji warê xwe hêrsa Sema ya li hemberî dijmin hîn bêhtir mezin kir. Sema li Stenbolê perwerdeya xwe qedand û bû Mamoste. Piştî ku kekê wê di sala 2007’an de li Kelareşê şehîd bû, Sema rahişt çeka kekê xwe û ji bo biryar da ku armanca xwe ya zarokatiyê pêk bîne û çeka şehîd Mahîr hilgire.

Lê belê ji ber ku bavê wê wefat kir û malbata wê di nava zor û zehmetiyên madî de bû, armanca xwe ji bo demekê taloq kir. Di karên cuda de xebitî û weke jinekê li ser lingê xwe ma, di heman demê de tevkarî li debara malbata xwe kir. Sema got: “Piştgiriya min a herî mezin ji malbat û welatê min re tevlîbûna li nava refên têkoşînê ye” û sala 2013’an bi coşeke mezin berê xwe da çiyê. Ji ber ku navê yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Sema Yuce lê bû, di nava refên gerîla de navê xwe neguhert, navê kekê xwe Mahîr jî kir paşnavê xwe. Sema Mahîr li Garê tevlî perwerdeya bingehîn bû û bi hêza ji paradîgmaya Rêber Apo wergirtî di nava jiyana gerîla de di demeke kurt de bi pêş ket.

Sema Mahîr di her kêliyê de tevlî nava têkoşînê bû. Di demeke kurt de li ser jiyan û şerê gerîla gelek tişt hîn bû, weke gerîlayeke YJA Starê bi mîsyona pêşengiyê rabû. Sema Mahîr bi têgihiştina girîngiya wezîfeya xwe ji bo azadiya Kurdistanê bi fedakarî têkoşiya. Ji bo bibe milîtaneke jin a pêşeng a hêjayî keda Rêber Apo bi şev û roj bi dil û can tevgeriya, ji aliyê leşkerî, îdeolojîk, jiyanî, felsefî û siyasî ve timî xwe bi pêş ve bir.

Bi kameraya xwe pîrozmendiya berxwedana gerîla nîşanî cihanê dida 

Sema Mahîr perwerdeya xwe ya leşkerî û îdeolojîk temam kir, derbasî qada çapemeniyê bû û 2 salan li Navenda Çapemeniyê ya YJA Starê bû dengê hevrêyên xwe. li dijî dijminên mirovahiyê bi çek û kameraya xwe bi îrade û biryardariyeke mezin têkoşiya. Bi kameraya xwe şehîdên Kurdistanê bi tevahiya cihanê re dida naskirin. Şehîd Sema ne tenê bedewiya jiyana gerîla di heman demê de pîrozmendiya berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriyê jî bi kameraya xwe nîşanî cihanê dida. Sala 2015’an de ku êrîşên qirkirinê li dijî gerîlayên azadiyê dihate kirin, bi wêrekiyeke mezin tevî hevrêyên xwe çû refên herî pêş. Di sala 2015-2016’an de li Qada Cîlo karên çapemeniyê meşand, di qeydkirina çalakiyên bi bandor û parvekirina wan bi gel û raya giştî re ked û hewldaneke mezin nîşan da.

Dilsoziya wê ya bi Rêber Apo û rastiya şehîdan re, şehadeta gelek hevrêyên wê bûn sedem ku Sema Mahîr şêweyê têkoşîna xwe binirxîne. Sema Mahîr baweriya xwe bi wê yekê anî ku bi rêbazeke hîn bi bandor, dewlemend û encamgir divê têkoşîna xwe bimeşîne û tevlî perwerdeya branşa sabotajê bû. Weke sabotajvaneke pispor derbasî Zagrosan bû ku berê karê çapemeniyê lê kiribû. Sema Mahîr li Zagrosan tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Di meha îlonê ya sala 2017’an de di êrîşeke dijmin de li qada Cîlo şehîd bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar