Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Şopdarên Şêx Seîd û Seyîd Riza’yan dê paşve gav ne avêjin’

Li Amedê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Çalakvanan destnîşan kir ku gelê kurd li ser şopa Şêx Seîd û Seyîd Rizayan li ber xwe dide û dê paşve gav ne avêje. Çalakvanan teqez kir serkeftin dê ya wan be

Çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê di roja 43’yan de berdewam kir. Çalakî li Kolana Lîseyê ya li pêşberî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hate lidarxistin. Di çalakiyê de hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDP’ê, hevşaredar û endamên meclisê yên 17 bajaran, Meclisa Dayikên Aştiyê, Aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên ciwanan û gelek welatî amade bûn. Girseyê di nobetê de dirûşm berz kirin û li çepikan xistin. Piştre jî daxuyanî hate dayîn.

Daxuyanî ji hêla hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan ve hate xwendin. Ceylan diyar kir ku heta ku qeyûm diçin dê berxwedana xwe bidomînin. Ceylan bang li gel kir ku li dora vê berxwedanê bibin xelek. Ceylan da zanîn ku ji bo kampanyaya îmzeyan a HDP’ê eleqeyeke mezin heye.

‘Qeyûm dê teqez biçin’

Hevşaredarê HDP’ê yê Colemêrgê Cîhan Kahraman jî tev li çalakiya Nobeda Demokrasiyê ya îro bû. Kahraman diyar kir ku di dîroka berxwedanê ya gelê kurd de, kevneşopiyeke berxwedanê ya Şêx Seîd û Seyîd Riza heye. Kahraman got ku vê kevneşopiyê tu carî gav paşve ne avêt û dê ne avêje jî. Kahraman da zanîn ku qeyûm dê teqez biçin.

Têkoşîna hevpar

Di çalakiyê de endama Meclisa HDP’ê Mûkaddes Erdogan Çelîk jî axivî û destnîşan kir ku li dijî vîna gelê kurd bêtehemûliyek heye. Çelîk bi lêv kir ku tayînkirina qeyûman,  pirsgirêka hemû jin, karker û gelane û divê li dijî wan têkoşîneke hevpar bê meşandin.

‘Yên ku qeyûm tayînkirin bûn sedema kuştina mirovan’

Her wiha parlamentera HDP’ê ya Amedê Saliha Aydenîz jî di çalakiyê de xeber da û destnîşan kir ku ew ji bo demokrasiyê ev 43 rojin li qadan li ber xwe didin. Aydenîz got ku yên ku qeyûm tayînî vîna gel kirin, bûn sedema kuştina mirovan. Aydenîz kuştina bi dehan kesan a bi wesayîtên zirxî bi bîr xist û daxuyand ku dê berxwedana wan a bi ser bikeve.

Piştî axaftinan, çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan hate lidarxistin û çalakî bi dawî bû. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar