Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şopên îşkenceyê nîşan da û pirsa ‘Ma ev ne îşkence ye?’ ji Erdogan kir

Welatiyê bi navê Abdullah Yildirim ku li Xelfetiyê hate binçavkirin û îşkencekirin, bertek nîşanî gotina Erdogan ku di got; ‘îşkence tune ye’ da. Yildirim şopên îşkenceyê nîşan dan û wiha bang li Erdogan kir: “Ma ev ne îşkence ye? Ma me ev îşkenceye li xwe kiriye?”

Welatiyê bi navê Abdullah Yildirim ku li Xelfetiyê ji hêla hêzên artêşa tirk ve hate binçavkirin û îşkencekirin, têkildarî gotinên serokê giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan ku di got; ‘îşkence tune ye’ ji MA’yê bi Erdogan Alayamût re axivî. Welatiyê ku hîn şopên îşkenceyê li ser bedena wî, şopên îşkenceyê nîşan da û pirsa ‘Ma me ev îşkence li xwe kiriye?’ ji Erdogan kirin.

Yildirim hem li Qereqola Cendirmeyan a Yaylakê û hem jî li Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Rihayê rastî îşkenceyên giran hat. Yildirim got ku li qereqola cendirmeyan piştve hatiye kelepçekirin û bi ser devî li erdê hatiye dirêjkirin. Yildirim wiha domand: “Hemû binçavkirî hatin derbkirin. Li qereqolê leşkeran bi rêzê em derp kirin. Bi taybet jî polîsên hêzên taybet bi qontaxên çekên xwe û pêhnan em derb kirin.  Çêrên giran li me kirin û bi saetan li erdê hiştin. Piştre jî em birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin TEM’ê.”

‘Dê îşkencekar bên darizandin’

Yildirim got ku ji ber îşkenceyê lingê hin hevalên wan birîn bibûn û wiha pê de çû: “Serê hin havalên me jî şikandin. Bijîşkan ev birîn dîtin lê di raporê de weke tiştek nebe nivîsandin. Li Şaxa TEM’ê îşkenceyên bi pergalî li me kirin. Çavên me girêdan, telîs xistin serê me û em birin qata duyemîn. Li wir ceryan dan uzuvên zayendî. Piştre jî îşkenceya feleqeyê li me kirin. Destên min paşve kelepçekirî li ser pişta min rûniştin. Em hilawistin. Behna min girtin. Erdogan dibêje; ‘îşkence tune ye.’ Gelo kê ev îşkence li me kir? Ma ev ne îşkence ye? 2 roj beriya daxuyaniya te polîsên te em îşkence li me dikirin. Ma me ev îşkence li xwe kiriye? Madem hûn îşkenceyê qebûl nakin, wê demê yên îşkence li me kirin bidarizînin. Ên ku li me îşkence kirin dê bên darizandin.”

‘Erdogan îşkence îtîraf kir’

Rêveberê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ê Stenbolê parêzer Tamer Dogan jî destnîşan kir ku Erdogan bi daxuyaniya xwe îşkenceya bi pergalî îtîraf kiriye û wiha got: “Kesên li Xelfetiyê hatin binçavkirin zêdetirî 10 rojan rastî îşkenceya bi pergalî hatin. Li şûna ku qala reforma darazê, paketa darazê û îşkence tuneye bike, bila ji Xelfetiyê dest pê bikin. Paketeke vala ku ji bo pêvajoyê hatiye ragihandin e.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar