Tu dikarî weke giyayekê bijî, lê belê ev nayê wê wateyê ku ew nîşaneyekî jiyanê ye. Tu dikarî bibêjî li Ewropayê di warê aborî de rewşa min baş e, yan jî li ser navê hinekan dikarî bibî hunermendek jî. Ev nayên wê wateyê ku tu ji bo rastiya xwe ya netewî jiyan dikî. Tişta girîng ew e, ka tu îfadeya rastiya civaka xwezayî û dîrokiyî yan na, peywendiya te bi wê heye yan na? Eger wisa be tu dikarî bibêjî ez dijîm. Mûçeyekî te heye, lê belê tu vê mûçeyê ji kê digirî? Tu dibêjî, ez baş rihetbûme, ez hunermendekî baş im, lê belê ji bo kê? Di kîjan dîrokê de, bi kîjan rastiya civakî ya bingehîn re peywendîya te heye? Van pirsan bibersivîne û ezê bibêjim ka tu kiyî. Weke giya dijî, lê belê dibêje “ez jî kurd im” an jî “ez jî tirk im”. Ti wateyekî vê yekê nîne. Nabe ku nasname bi vî rengî bê nîşandan. Bi hemû awayî demagojî û şovenîzma vê nikare bibe peyta (îspat) nasnameyê. Binasname bûyîn, tê wateya ku mirov bi nirxên bingehîn ên rastiyê ve girêdayî be. Rastiya bîrdozîk, siyasî û şoreşî dikare bibe nasnameyek. Ji bo van hemûyan jî huner; bangawaziya “nasnameya xwe peyda bike û bi rastiyê re peywendiya xwe ava bike” ye.
Berovajiyê vê ne huner e, demagojî ye, her wiha xwepêxweşkirin, li ser navê hunerê paşverûtî û jirêderxistin e. Nezanekî mezin yê misoger nekaribe bibe wêjewan, hunermend. Keseke ku rastiyên xwe yên bingehîn wenda kirine, çi bibêje bila bêje kes cidî nagire; nikare bibe wêjewanekî netewî yê baş, wêjewanekî çînî yê baş û wêjewanekî civakî yê baş. Huner, nasnameya netewî û civakî li mirov ferz dike, spatgeha dîrokî ferz dike û her wiha teşegirtinekî netewî li mirov ferz dike. Dema ku ev qet nebin, wê demê kanî hunermendê netewî, kanî hunermendê civakî? Jiyan bê berxwedanî nabe. Me mîsoger kir ku jiyana bê berxwedanî, jiyanekî lenetî ye. Di romanan de, çîrokan de û di helbestan de li ser vê mijarê rawestin. Di stranan de jî li ser wê mijarê rawestin û derbasî hemû qadan jî bikin. Dema ku hûn koletiyê bi erdê re dikin yek, hun azadiyê bilind dikin. Dema ku hûn şervantiya xirab, tişta çors û kirêt bi erdê re dikin yek; mezinbûn û xweşikbûnê jî bilind dikin. Ew kesê ku wêna dike dibe hunermend. Me got ‘zimanê wê yê çareseriyê şoreş e’. Şoreşgerekî baş heya pêşî li pêşketinan veneke, heya bênasnamebûnê, bêrihbûnê û daverivandinê bi şoreşê ve neşkîne, ne gengaz e ku mirovên têgihêştî bêne mezinkirin.
Pêwîste milîtanekî şoreşger çalakiya şoreşgerî weke hunerê bineqişîne. Şoreş, hunera herî pîroz e. Şoreşger jî, hunermendekî herî mezin e. Dema mirov balê li vî tiştî bikşîne, pêwîste hun hizrên xwe, hest û çalakiyên xwe heta fizîka xwe weke hunermendekî bi pêş bixînin. Ev yek hetanî dawiyê bi hev ve girêdayî ne. Hunermendiyek û dema ku pêwistiya wê hate bicihanîn, jiyan û dinya hezkirinê wateyeke bi dest dixîne.
Pêwîste şoreşa me weke din neyê fêmkirin, weke din neyê şîrovekirin. Dibe ku gelek kes, şoreşa me weke tevgereke hilweşandinê bibîne, dibe weke tevgereke hêrsê binirxîne, lê belê tevgera me, tevgereke jinûve avakirinê û nirxa herî pîroz dayîna hezkirinê ye. Tevgera ji bo hestan û hezkirinê bi rengekî herî rast û herî pîroz gihiştinê ye. Ev yek tê çi wateyê? Têkoşîna di wir de û şêwazê meşandina rêxistinê, şêwazeke herî nêzî tekûzbûnê ye. Kesayetên wan jî bi qehremanî ye. Weke din jî komeke me ya hunermendên ku ji şerê şoreşgerî qut nabe û divê nebe jî heye. Dema ku pêwîst be, divê bikaribe çeka xwe rake û mêrxasiya şerkirinê jî nîşan bide, eger pêwîst be divê nîşan bide ku ne mirovekî vala ye. Hunermendê ku her tim dilê wî ji şer re vekirî, dema ku pêwîst bû bibe xwedî dilekî şerker, dikare şiwînên(eser) baş derbixe holê. Lê belê ji kesekî tirsonek, revok û ji bo şernekirinê li hincetan digere, hunermendekî xirab derdikeve. Divê hûn nirxekî zêde nedin berhemên wî kesî yên hunerî. Ji ber ku di wî dilî de şoreşgertî tine ye. Kesê ku dilê wî şoreşger nebe û di mejiyê xwe de şoreşgertiyê nejî, ma dikare kîjan nirxî hilberîne? Ma em çiqas dikarin baweriya xwe pê bînin? Huner, şêwazê herî zirav yê şere. Heta bi ya min, hunermendên herî baş, ên herî şerker in. Zerafeta hunermend, dikare rê li ber şerekî pir bihêz jî vebike û divê veke jî. Mirovên wêrek ji xwe baş şer dikin. Mirovê ku şer dike, mirovê hatiye qezenckirin e. Di mirovê şerker de hewldan heye û dibêje; “Ez dixwazim bijîm”. Wê demê çawatiya jiyanê, jiyana bi wate û ya tê pejirandin tê hişê mirov. Ew jî ber bi wêjeyê ve dibe. Nexwe, kesê ku ji cihê xwe nalebite û devê xwe bikarnayîne, wê çawa bibe wêjewan?
Min bi stranekê dest bi vê xebatê kir. Hunermendekî ku straneke baş diafirîne, li ba min ji sed fermandaran hêjatir e. Ez dizanim ka kîjan baştir e. Ev tiştekî weke sedî sed li hedefê xistin e. Dema ku min dest bi van xebatên xwe kir, min got beriya her tiştî divê ev dengê kurd qut nebe. Ya duyemîn, min got divê keç wisa bi hêsanî ji dest dernekevin. Tebî hêza ziman û uslûp jî pir girîng e. Jixwe rola hunerê di virê de ye.Ev war, wareke ku pir afirandêrî dixwaze. Jiyana wê jî, hindek hunermendane ye. Vegotina wê jî, bêguman dê wê temam bike. Gelala tê pêşxistin jî, wê di vê çarçoveyê de be. Di vê mijarê de ku şoreşa me bi rastî jî şûngehekî wêjeyê ya mezin daye avakirin, bê nîqaş e. Mirovên ku dibînin, mirovên ku erkdarin û mirovên ku dijîn, li cem me ne. Ya ku ev qas zindanan dijî, ev qas çiyayan dijî mîsoger û zemînê wêjeyê, hûnerê ye. Yê ku evqas bi teoriyê re mijûl dibe, ev qas bi diyardeya hêzê re mijûl dibe, derfetekî mezin yê wêjeyê, hûnerê afirandiye. Wêje jî, huner jî xweşikirina jiyanê ye, espriya jiyanê ye, ruhê wê ye û dewlemendiya wê ye. Em gelekî baş dibînin ku ev jî bi şoreşê re tê bidestxistin. Ev mijar ku di asta pênaseyê de wiha ye, bêguman pirsgirêkên xwe yên gelekî giran jî hene. Hinek şêweyên wêjeyê hene, bi wan dikarîbû hîn zêdetir çi bihata kirin? Heta hemû şêweyên hunerê niha ji bo şoreşa me dikarin çi rolekê bilîzin? Me hinekê muzîk zindî kir. Heta me dîwarê înkarkirina wêneyê jî hilweşand.
Muzîka kurdî ji xwe re qadek dît. Ev gava destpêkê ye. Her wiha qedexeya nivîsên kurdî hate şikandin. Hinek nivîs têne nivîsandin. Qadên muzîk, wêne û heykelê hatine afirandin, ji van re zemînek hate pêşkêşkirin. Lê ev qad, ewqas ji bê hevotkar maye û di vê mijarê de ewqas înkargerî heye ku, yên ku pê re peywendîdarin pir kêmin an jî qet tine ne. Eger peywendiya xwe hebe jî bi ser naxe. Çima? Ji ber ku hevotiya xwe tine ye. Min got ku, ev kar zanebûnekî dîrokî dixwaze, dil dixwaze, ji bo ku dil jî hebe divê teşegirtina civakî bibîne. Divê êşa gel, qira gel, tinebûna gel û zindîbûna gel bibîne. Eger kesayetiya heyî têra hilweşandina sîstemê bike baş e. Lê belê em dîbinîn, hûn nikarin bi temamî hilweşînin. Ya din jî dema ji nû ve pêkanîn dibe mijar, hûn ne xuya ne, çima? Yanî em nikarin bi feraseteke çarenûsperestiyê, agnostîkperestiyê qîma xwe bînin. Jixwe di serketin û neserketina hemû şoreşgeran de, bi qasî dîtina tiştê tê xwestin bê kirin –ev bi felsefeyê dibe, ev bi hêza îradeyê dibe, bi baweriyê dibe, bi zanistê dibe û bi hunerê dibe- rastî nîşan dayin û tevger li ser vê bingehê rêkûpêkirin qederekê girîng e.
Ev, di kesayeta tîpek an çend tîpan de dikare ji avakirina nû ya hemû civakê re rê bide vekirin. Li vir sê-çar tîpên ku werin destgirtin, di heman demê de ji dahûrandina rasteqîna dîrokî û civakî re, wê rê bide vekirin. Çend tîpên ka kîjan dîroka paşdemayî têkiliyên civakî yên vê dîrokê temsîl dikin baş didahûrîne, baş çavdêrî dike, baş rexne dike û ji nû ve ava dike. Ger ku vê yekê çiqas bi kûranî, çiqas bi xweşikî û çiqas bi hunerî bigire dest, ewqas jî dikare berhemên hunerî yên saxlem derxîne rastê. Êdî ev der, bi hêza hunermend ve girêdayî ye. Hindek xeyalên xwe dide axaftin. Yanî di virê de ji zanistiyê zêdetir xeyalan dana axaftin, xwestek, bêrî û azweriyan anîna ziman mijara gotinê ye. Li hember çi me, çi dixwazim, divê çi hilweşînim, çi ava bikim; çi kirêt e, çi xweşik e; çi nayê jiyandin, çi tê jiyandin; çi tê pejirandin, çi tê redkirin; çi tercîha min e, çi ne tercîha min e, van pirsan aşkera dipirse û bersivên tûj dide. Bersivên ku bide, wê giştiya hemû civakê girê bide. Têkoşîna min û kesayeta min ya ji wê rojê hetanî niha ku min pêş xistiye dadîtine holê ku, ez bi tundî xeyalên xwe dişopînim, ev jî şêwazeke başe. Kesayetên ku xiyanet li xeyalên xwe yên zarokatiyê nekirine, kesayetên bihêzin. Hindek ji van mirovên zanist, hindek mirovên çalakiya şoreşgerî, hindek jî dibin hunermend. Kê çi qasî xeyalên xwe yên zarokatiyê rasteqîn bijî ew kesayet ew qasî mezin dibe. Hûn bi xwe ne pir xurt û bawerin.
Mîrov dikare wana deh caran xurtir çêbike. Û çêdibe jî. Yanî van keçikên xwe fedekar kirine, yên mezin, di sala ‘92’an de, di vê rojêde heval Roza şehîd bû, şeşî heftê vê mehê bû, belkî îro bû. Em bîranîna wê baş rakin. Di telefonê de got. Got “Ez pir baş im”, Min fêhm kir ku bi rastî heqîqeta partiyê girtiye. Dikare xwe li ser azadiyê bimeşîne. Li ber xwe da û hûn dizanin ji bo ku teslîm nebe bombe bi xwe ve teqand. Ev berxwedaneke qehremaniyê ye. Dîsa Mizgîn wiha şehîd bû. Berê me bi wêre jî axavtin çekir. Beriya wan jî gelekî hebûn. Her timî dibêjim, şoreş berhemên kesên mezin, kesên azweriyên bi esil, mirovên bedew û xweşik e. Soz û çalakiyên mirovên şoreşger bi rastî jî hunermendane ye. Şoreş hunereke; xalên ku divê misoger di pêşî de bin, îhtîmal û aso, tempoya wê û di kesayetê de xwe bide der hene. Hinek pêwîstiyên şert ên bûna xwedî mejiyek leşkerî û siyasî, xwedî helwest hene. Dibe ku hewldana we zêde be, lê tişta dixwazim bêjim hinek din cuda ye. Ya rastî însiyatîfa hewce ji we re tê dayîn. Hunera têkoşîna me, hunera bêderfetiyan re mijûl bûne. Ji ber ku hûn pir dûrî vê ne, dê ji bo we her tişt bi êş derbas bibe. Lê em dixwazin we bikişînin nav cîhana azadiyê.