Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...
Salı - 8 Ekim 2024

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Şerê Cîhanê yê 3’yemîn/ Kurdistan, Filistîn Ukrayna

Şerê Ukrayna-Rûsya, şerê Îsraîl-Hamas-Hîzbûlah û tevgerên dagirkerî yên Dewleta tirk a li dijî kurdan her çendî  ji hev serbixwe xuya dikin jî, di çarçoveya...

Şoreş bi hestan dest pê dike

Bêguman li hemberî ketina mezin, li hemberî girîna mezin, li hember layîqiya biçûk, helwestekî min heye. Ji xwe bavê min digot ‘dema ez bimirim dê tu rondikekê jî nebarînî’. Wî dizanibû ez li dijî çi me. Li hember biçûkbûn û erzanbûnê ez rondikan nabarînim. Lê di aliyê dîtirê de jî cîhan hemû dizane ku ez çiqas hestiyar im. Aliyê min ê evînê û hestewarî ji aliyê min ê zanebûnê bihêztir e. Lê zanebûn jî heye, ez wê jî paşguh nakim. Meşa min a nêzî zanistiyê tu kes nikare paşguh bike!

Ez şerekî balkêş ê hestan didim meşandin. Ji xwe şoreş bi hestan dest pê dike. Di min de jî aliyê hest pir bihêz destpê kir. Biqandî kîn û hedan bi xwestek, bi qandî dijbertiya kîrêtiyan, bi bingeh girtina bedewiyan bi pêşveçûyîneke li gor xwe dest pê kir. Destpêkê zanebûn, siyaset nebû, hest hebûn.

Min xwest feraseta herî paşverû û kirêt a gundê me jî fêm bikim. Hê jî tê bîra min zarokên xwe ji zarokên paşayan jî nirxdartir didîtin. Li gel wê, dibe ku di kirêtiyê de tu kes mîna wan tunebû. Lê digotin ‘hele binêrin çiqas bedew e, çiqas jêneger e’. Bêçareserî ne. Tevî ku gelekî ne xweşik in malbat vê yekê wisa dinirxînin.

Ev bîrdoziyeke

Bîrdoziyeke e. Di bingeh de ewqas bênirx û pêmen hatiye hiştin ku hebûna mijara gotinê ew e; dibe ku xwedî çend bost, erd an jî yek-du bizin, kerek, yek –du kuçik û yek- du zarokan in. Wan dixe cihê welêt jî, cihê xwedê jî, di sîstema nirxan de çi hebe dixe cihê wan hemûyan. Çavên wan wekî dîtir tu tiştekî nabîne. Têkîliya me ya malbatê wisa ye.

Xebatên zewiyan girîng bû. Min di zewiyan de xebat dikir. Palehî ji bo me barekî giran bû. Min digot palehî pêwîst e û min palehî dikir. Lê divê bi vê yekê re temenek neyê qedandin, min wisa difikirî. Piştre ez çûm Çukurovayê jî, yan du yan jî sê caran çûm. Min pembû berhev kir. Min li wê derê jî jiyan di nava xwîn û xwîdanê de dît. Li wê derê ked çi ye, jiyana bi kedê çawa dibe, dihat fêmkirin. Min baş kar dikir lê min digot ez bi vî karî nikarim temenekî biqedînim.

Ez bi xwişk û birayên xwe re diçûm. Lê dîsa jî xwişk û bira bûn. Di her tiştên wan de kîrêtî jî hebe, dîsa xwişk û bira bûn. Xwişkeke min hebû, ez bawer im min xebatek li ser wê dida sepandin. Dibe ku zehmetî dikşand. Ma min serdestî armanc dikir? Ez bawer im di xebatê de min çalaktî jê dixwest. Wê jî digot ‘encax hêza te digihêje min’. Hêz pê anîn. Di nava malbatê de min ev yek diceriband, lê li ser bingeheke rast. Bi birayê min re jî wisa bû. Zilam pir bêçalak bû, di malbatê de xeteriya mîratxwariyê hebû. Her wiha ez bawer im piştre hindekî weke mîratxwarekî ma. Hîn ji wê demê de mafdariya bi ser de çûyîna min aşkera derkete holê. Zilam nedikarî rast û dirûst li kerê jî siwar be. Me du bira wisa bi lingên wî digirt li kerê siwar dikir û wisa dibir navçeyê. Birayekî wisa bû ku bi hêsanî nexwaş diket û xwe radestî destan dikir. Bêguman min ev yek qebûl nedikir û şerê ku ez dê piştre bînim ser ziman jî ji ber vê yekê bû.

Min lîstok jî dilêyîstin, lê me zêde. Lêyîstika bi lingekî, lêyîstika evîndariyê û hindek jî kortvanî. Min dixwest ez bi keçan re jî bilêyîzim. Keçeke ku min dixwest ez pê re bilêyîzim, lê zû zewicî bû gotineke min a weke ‘ka were em bi te re lêyîstika xwe bidomînin’ hebûye. Bîranîneke wê jinê yê wisa hebûye. Li gel min bîranîneke wisa nîne lê wê gotiye dibe ku hebe.

Heger hêrsa min a bêyî encamiya lêyîstika bi keçên gund re nebûya, min nedikarî keçan wisa bikişînim vê lêyîstika azadiyê û têkoşînê. Divê kesayet li hember xwe xwedî îstîkrar be. Gotineke min hebû, ne xiyanetiya li zaroktiyê. Bi bingeh nakokiya mezinan çi ye? Nakokiya destpêka bi hêviyên xwe yên zaroktiyê re ye. Min nedixwest ez li vê jî xiyanetê bikim. Azadî wisa dest pê dike. Hêviyên zaroktiyê hêviyên pîroz in, hêviyên aştiyane ne. Pêve girêdayî, têkîliyeke rast e.

Pejirandina zilamê kurd ê ji rêzê û kevneşoparêz gelekî xeter e. Min ji keçan ev pirs pirsî: “hûn zilamê wisa çawa dipejirînin?” Heger min bi zincîran jî girê bidin ez têkiliyeke wisa qebûl nakim. Hat bîra min, li gund jinek dabûn. Min ew rewşa xwe ya zaroktiyê ve bihîstibû. Gotin ji bo ku jin ji malê nereve ew bi dîreke malê ve girêdane. Û dîsa digotin; jin ta biriye û reviya ye. Ji ber çi revî ye, wisa bala min kişand. Lê rexmî vê yekê, îro hemû jî weke ketiyan pêve tên girêdan. Baş e ma ez dê vê malbatê çawa weke malbat qebûl bikim?

Dema mirov dest bi dibistanê dike, bi mirov nav-paşnav didin hînkirin. Dema ez destpêkê rabûm ber textê reş tê bîra min. Mamoste ez rakirim û got; “binivisîne”, “navê te-paşnavê te”. Ji bo min ev yek ji ezmûneya herî girîng bû, hîn di bîra min de ye. Min êdî tîp di mejiyê xwe de nexş kiribûn. Bêguman navê min û paşnavê min hindekî dirêjbûn. Lê min rêz kir. Dema min qedand ez bawer im min gelek puanên erênî jî girtibûn. Ez bi jiyaneke zor a serkeftina ezmûneyeke mezin çûm di cihê xwe de rûniştim. Rojên destpêka dibistana seretayî bûn. Gelekî zor bûn; zehmetiyên ziman hebûn, zehmetiyên jiberkirinê hebûn. Ji xwe min di malbatê de tu aramî nedîtî. Gund bi zehmetiyan ve dagirtiye. Zehmetiyên dibistanê jî li ser zêde dibin. Hîn di wan salan de weke ku mirov ji ber baranê bireve û rastî teyrokan were. Ango rewş wisa bû.

Rastî, bi qandî ku te aram neke bêeman e.

Ez bawer nakim ku tu zarok li hemberî van rastiyan ev qasî xafil bimîne.

Ji ber ku mercên we hêsan bûn. Malbateke li ser zarokan serdest, dikare pêvajoyên dibistanê jî baş amade bike. Bi kêmanî bihevseng û bêyî ku bixe nava tengezariyê. Bêguman ji bo zarokan ewleyî ne. Tu ewlehiya min nebû. Ez bawer im qenciya wê jî çêdibe. Di wî temenê zaroktiyê de ez bi xwe dibûm ewleyiya xwe. Heger ez pişta xwe bidim xal û bavan, bi îhtîmaleke mezin ez ê di xeteke cewaz de pêşbiketibûma. Va ye wisa nepêkhatina wê, mirov dikare bibêje ku gava yekem a bûyîna min a xwedî xetekê ye.

Mamosteyê yekem… ez bawer im mamoste hindekî hişyar in. Navê wî tê bîra min, ji Çorûmê bû, Mehmet Meydankaş. Min hindek mast an jî hêk jê re biribû. Tenê ji ber vê jî ne, dibe min ji roja yekê ve bala wî kişandibû me ku ez vexwendim mala xwe. Xwerina min bi wî re xwarî hîn di bîra min de ye, ji bo sifreyeke baş bû. Tiştekî şanaz bû. Ez şanaz bûm. Ez bûm xwendevanê herî berbiçav ê mamosteyê xwe. Û min ew rêz her dem parast. Ji sala destpêkê hetanî roja ku min xwe naskiriye, hetanî niha li hemberî rastiya mamostetiyê ez her rêzdar bûm. Misoger ez bêrêz nebûm, sivik nebûm û her dem min dixwest bibim xwendevanê wî yê herî baş. Vê yekê hîn di wan salan de destpêkiriye. Xwendevanî, meletî û pale her wisa çêbû.

Kesayeta min çima bi hêsanî têk naçe? Ez hem di pergalên lêyîstika zarokan û şeran de, hem jî piştî wê dema min dest bi dibistanê kir, ez têk nediçûm. Hetanî zanîngehê jî ez her dem berbiçavê mamosteyên xwe bûm. Nêzîkatiya min pratîka perwerde û xwendevaniyê re awarte bû. Gelek ji wan mamosteyan îro dijîn. Pesin û nêzîkatiyên wan ên ji min re; hemû xwendevan di nava hesûdiyê de û di bin bandora min de hiştin. Rêbertiyeke min a xwezayî hebû. Di perwerdê de û di fêrbûna ABC yê de, pir rişt, rêzdar û baldar bûm.

Di dibistana seretayî de meleyekî baş bûm. Min xwe dabû olê û min gelekî jî nimêj dikir. Bêguman ez demekê ponijiya bûm. Min di xala meletiya gund de cih girt û ez dikarim bibêjim ku di asteke pêş de bû.

Dibe ku şensê min hindekî jî ji ber taybetmendiyên malbatê bûn. Bavekî ku xwe zêde saz nekiriye, pîvanên xwe pêk nayne, dîsa dayikeke ku xwe weke tê xwestin serdest nekiriye, dîsa di hawirdora bira û xwişkên ku xwe pêşnexistine de, ez derfeta gavavêtinê bi dest dixim. Di nava malbatê de şerê rêbertiyê min wisa bêeman bi rê ve bir. Di hundirê wê de bi hezaran bûyer û şer hene. Niha ev şerê ku ez bi Komara Tirkiyeyê re didim meşandin hîn wê demê pir bi dijwarî min dida meşandin. Wê demê gelek gotin û çarîneyên ku dayika min ji min re gotibûn hene. Şêwaza xebata min didît. Hîn tê bîra min, digot “evdal ma tu kes weke te dixebite”. Cewaziya min dizanibû. Komeke me yê biçûk a xwendevanan hebû. Li derûdora deh kesan bû. Min dixwest ez wan bibim dibistanê. Ez dikarim bibêjim ku min gelekî baş perwerde kirin. Min bi hemûyan nimêj dida kirin. Em diçûn dibistanê curn hebûn. Dema baran dibariya hindek av tê de kom dibûn, min bi hemûyan destav dida girtin. Hema li dû min rêz dibûn û nimêj dikirin. Di vê wateyê de min gelekî meletî kir. Di dibistana seretayî de û bi xwe bi xwe min kir. Qonaxeke girîng a rêxistikirinê bû. Bi xwe bi xwe re meletî kirin girîng e, ma ne wisa? Ango li gor gundê xwe weke zarokekî oldar û baş di temeneke zû de bibe mele. Peywireke wisa ye ku her zarok bi hêsanî nikare hilde ser milên xwe.

Min dixwest ez dibistanê li ber dilê koma xwe ya xwendevan xweş bikim. Min ABC bi wan dida hînkirin. Ev hewldana ku min bêyî bihayê tiştekî dikir, diya min weke evdaliyê dinirxand. Diya min bi ser min de dihat; “bêyî ku tu berdêlekê bistînî çima tu deh-panzdeh zarokên gundiyan perwerde dikî.” Kî rast bû, tu kesî weke min nedikir. Taybetmendiyeke min a ku wê demê xwe derxistiye pêş jî, hewldana perwerdekirina mirovan e. Di aliyê din de zarokekî ku li gor xwe nagihê, diyar e ku ez ber bi ciwanmêriyê ve diçim.

Wê demê bi vî tiştî hesiyan: ev zarok dê nebe zarokekî asayî yê malbatê. Hîn wê demê dayika min ji min re digot tu nikarî malbatekê saz bikî. Wiha rexne dikir, “tu kes keçan nade te, kar nade te”. Diviya ku ew jî rast bûya. Ji ber ku diyardeyên ji min, çavkaniyên min, aşkera derdixist holê ku ez dê bi tendurist nebim weke zarokekî ku ew dixwazin.

Tê bîra min wê demê wisa li derûdora min zarok hebûn. Piştre ew hemû çûn radestî pergalê bûn. Kesên ku ji bo xwendinê ez bi wan re bûm alîkar, yên ku min bi xwe fêrî xwendinê kirin, çavên wan her dem li pergalê bû. Dixwestin bibin mamoste yan jî wisa çavên xwe berdabûn pergala malbatê û pergala dewletê.

Di saziya ol de, di saziya dibistanê de, piştî wê di saziyên bîrdozî û polîtîk de serê min her bi bela û ez her di rewşa lêgerîna tiştên ku min dixwest de bûm. Bi bingeh ez pê ve girêdayî bûm, lê nedîtina min a xwesteka xwe, ez birim pirs û encama çawaniya pêkanîna tiştê herî baş. Tu kes weke min ne bi mamosteyên xwe ve, ne jî bi hevalên xwe ve girêdayî ye. Hemû mamosteyên min, min nas dikin. Min dizanîbû ku ez hezkirina hemûyan bi dest bixim. Ev gotin nînin, peyitîn hene. Û ji her beşê mamoste hebûn. Hevalên min jî wisa bûn. Yên ku ji beriya 20-30 salî ez nasdikirim niha hemû dostên min in. Tirk jî wisa ne. Hemû hevalên min (belkî niha hindek ji wan di qonaxên dewletê de bûn.) min weke dost bi bîr tînin. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim, ji bo girêdana hevaltiyê di min de hewldaneke mezin hebû. Lê rexmî vê min got divê hemû werin têperandin. Têperandina mamosteyê xwe bûyereke zehmet bû.

Ji hevalên xwe re bûyîna rêber jî zehmet e. Bicerbînin çiqas zehmet e hûn jî dê bibînin. Rexmî her tiştî bêyî ku tu wan bişikînî, bêyî ku tu wan nerihet bi êşînî… ji ber ku têperandina wan dibe ku wan biêşîne. Têperandina kesekî gelekî zor e. Lê belê heger pir erênî were têperandin dilxweş dibe. Tu dibî mamosteyê mamosteyê xwe, ev yek wî/ê dilxweş dike. Tu dibî rêberê hevalên xwe, ev yek jî wî/ê dilxweş dike. Dîsa yekemîn hevalê min ê zaroktiyê gundê Hesen Bîndal hebû, gundê Cîbînê. Gundekî tirkan bû û malbatên wan hîn jî me bi xêr bi bîr tînin. Ji bo rojekê min vexwînin malên xwe gelekî eleqe nîşan didan. Wisa nêzîkatiyeke min ê rêzdar hebû. Niha em tevgereke mezin ê êrîşê ne, lê misoger wisa rewşeke bêqisur a rêzgirtinê jî hebû.

Hîn jî ez di cihê nivî de radiwestim. Nayê payîn ku ez bi hêsanî werim têperandin û vala werim derxistin. Em hîn mijûl dibin. Ango ez dîn jî bibim, ez pêşiya vî karî û pêşiya we bernadim. Yê ku ji heft saliya xwe ve xwe bi vî karî ve girêdaye, dikare bi hêsanî dev jê berde? Tê bîra min mamosteyê min ji bo ez bi yekî re werim kortê ez rakiribûm ser piyan. Ez bawer im Hesen Bîndal bû. Min pir şerm dikir min digot, “ez nikarim bi vî hevalî re werim kortê”. Ew hindekî din bi hêz bû. Ez di hunera kortvaniyê de lewaz bûm lê ev hest hîn di bîra min de ye; ma ez rabim an ranebim? Di vê mijarê de bi rojan, bi mehan min dudilî jiya. Dema ez rabûm jî me nekarî ji hev bibin. Ji bo min rewşa herî zêde min bi ser xistî, di rewşa wekheviyê de mayîn bû. Ji bo min rabûna kortê rexmî ku gelekî zehmet bû, bi zehmetî rewşa wekhevmayînê afirandin gelekî girîng e. Êdî min dilê xwe li ser wê bingehê amade kir. Wekhev mayîn. Heger ez nikaribim jê bibim jî, ez têkçûnê jî napejrînim.

Di her qada jiyanê de ez wisa me, di fêrbûyînê de jî ez wisa me. Dema min dixwest ez ji refê derbas bibim, fêmkirin çiqas lewaz dibe bila bibe, heger gengaz be xala herî baş wergirtin, lê pir kêm ketina bin pêncan şêwaza min bû. Pir kêm sê yan jî çar hebûn. Bi qandî pêçiyên destekî hebûn an jî tunebûn. Û di tevahî jiyana min de wisa bû: Di revê de, di meşê de, di mijûlbûna her tiştî de, ez wisa bûm. Li lîseyê, di dibistana navîn de, wisa gelek nêzîkatiyên balkêş, gelek pêvçûn û hemû jî bi hilkehilk bûn.

Heger ez nebim nabe, ez têk biçim qet nabe. Ev her du hest bêyî ku ez xwe ji karekî re amade bikim, ez nakevim nav. Der barê hêz gihiştandinê de taybetmendiyê pîvanê ye. Di bingeh de ez ne kortvanekî xort im, lê bi rabûnê re hema ketin zêde li gor min nîne. Di hemû lîstokan de ez wisa me. Yên ku min dikarîn ez bi dest bixim, ji xwe min bidest dixistin, ên din jî wekhevî bû. Ez bawer im min pir kêm di lêyîstikan de winda kir. Ev taybetmendiyeke derûnî û takekesî bû.

Şêwaza min pir balkêş bû. Dema min nimêja xwe ya destpêkê kir meleyê gund (ez bawer im di 1984’an de mir) digot, “heger tu bi vê lezê bidomînî tu yî bifirî. Tu yî bibî ewliya û bifirî”. Nimêja min a destpêkê bi meleyê gund vê nirxandinê dide kirin. Di esasê de ez zêde ji duayan fêm nakim, lê bi kêmanî ez dişopînim. Şêwaza min a şopandinê, der barê min de mele dibe vê darezînê. Weke vê gelek ezmûneyên min ên jiyanê hene. Ketina ji hemûyan re cidiye, bi wate ye û wisa birina encamê heye.

Nûçeyên Têkildar