Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Şoreş bi jinan geş û xweş dibe

Heta niha li ser rûyê vê cîhanê bêhejmar şoreş pêk hatine û hîn jî pêk tê. Hin ji wan bi serketine, hin ji wan jî binketine. Yên bi serketine, piştî demekê yan bûne parçeyek pergala kapîtalîst an jî teng mane. Ji ber vê yekê tu fêda wê ji mirovahiyê re çênebûye. Mirov dikare bibêje ku hin ji wan bûne bela serê mirovahiyê. Wexta mirov bi giştî li vê yekê dinere dibîne ku şoreşên pêk hatine ji ber ku aliyê wê yê herî girîng û diyarde ji nedîtî ve hatine piştî demekê yan hilweşiyane yan jî bûne bela serê mirovahiyê. Bi Şoreşa Rojava re hate dîtin ku ev aliyê girîng û diyarde jin bi xwe ye.

Wexta mirov li dîroka pergala baviksalariyê dinere dibîne ku bêriya her tiştî jin xistine. Piştî xistina jinê civak xistine. Bi vê xistinê re pergala xwe heta niha anîne. Dem bi dem li hemberî vê pergalê serhildan çêbûne. Ji van yek jê jî şoreşa Fransayê ye. Wexta ev şoreş bi awayekî hûrgilî bê lêkolînkirin wê were dîtin ku pêşengiya wê jin kirine. Ji ber ku jin ji nedîtî ve hatine, yan jî pêşengiya wê nekirine ev şoreş bûye parçeyek vê pergalê. Heman tişt ji bo şoreşa 17’ê Cotmehê jî dikare were gotin. Bi rehetî mirov dikare bibêje ku şoreşa ku jin peşengiya wê neke û bi destê jinan neyê geşkirin ew şoreş di dawiya dawî de dê bibe parçeyek ev pergala rizyayî. Heke nebe parçeyek vê pergalê jî wê din ava sînorên xwe de teng bimîne. Piştî demekê wê zirarê bide xwediyê xwe jî.

Şoreşa ku di nava bêderfetiyan de avabûye û bi pêşengiya jinê geş dibe bêguman Şoreşa PKK’ê ye. Ev şoreş bûye hêviya hemû jinan û hemû civakên bindest. Mînaka vê ya li ber çavan Şoreşa Rojava bi xwe ye. Ji ber vê yekê Şoreşa Rojava di demeke kurt de li cîhanê deng veda û bûye hêviya azadiya hemû gelan. Ji ber ku jin pêşengiya vê şoreşê kirin û hîn jî dikin ligel hemû êrîşan jî  her roj geştir dibe. Hêviya azadiyê ya gelan her roj mezintir dibe.

Di serî de dikarin vê yekê bi rehetî bibêjin ku heta ku mirov PKK’ê fêm neke nikare Şoreşa Rojava fêm bike. Heta ku mirov Rêberê Gelan Abdullah Ocalan fêm neke nikare PKK’ê fêm bike. Têkiliyeke wiha sîmbiyotîk heye. Ev têkliya sîmbiyotîk hiştiye ku hêviya jinan û hemû gelan ji hemû deman bêhtir geştir û xurtir bibe. Ji bo vê jî divê mirov ewilî nerîna Rêberê Gelan Ocalan a li ser jinê baş fêm bike. Rêber Ocalan beriya her herkesî dît ku heta ku jin azad nebe civak azad nabe. Çawa ku bi xistina jinê re civak xistin, niha jî bi azadiya jinê re wê civak azad bibe. Bi civakê re jî mêr jî azad bibe. Ev pergala Rêber Ocalan di şexsê PKK’ê de zindî bû û niha li Rojava geş dibe.

Şoreşa Rojava wisa bi rehetî pêk nehat. Wexta mirov li encama wê dinere dibêje qey bi hêsanî pêk hatiye lê rastiya wê ne wisa ye. Jixwe guherîna mêr û nerîna civakê ya li hemberî jinê bi serê xwe şoreşeke. Rojava hîn jî di hedefa pergala kapîtalîst de ye. Hîn jî bi hemû hêza xwe êrîş dikin û derfetê bibînin saniyekê jî nasekinin wê hilweşînin. Heke îro li ser lingan maye ev bi saya paradîgmaya Rêber Ocalan û jinan e.

Me li Rojava bi çavên serê xwe dît ku dema ku jin bihêz dibin civak jî bi hêz dibe. Bi hêzbûna civakê re mêr jî li xwe vedigerin û rastiya xwe dibînin. Di rewşeke wiha de tu hêz nikare astengiyê li pêşiya şoreşê derxîne. Êdî mirovahî bi paradîgma Rêber Ocalan re xeta azadiyê dît. Pêşengiya xetra azadiyê jî jinan daye ser milê xwe. Bêguman divê tu kes vî barî tenê li ser pişta jinan nehêle. Jinan bi berxwedana xwe ev xet anî heta vir û ji niha pêve ev bar barê herkesî ye. Ji ber vê yekê azadiya bi jinê re azadiya herî watedar e. Ev azadî jî bi jinê geş dibe. Jin jî bi rojên wekî 8’ê Adarê geş û ronî dibin.

8’ê Adarê Roja Jinan ki hemû jinan pîroz be. Rojên xwe û geş bi şoreşa jinê re li pêşiya hemû mirovahiyê ye.

 

Nûçeyên Têkildar