Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî di 2’yemîn Konferansa Asayî ya Meclisa Ciwanan a HDP’ê de axivî û wiha got: “Şoreş ji nişkan ve pêk nayê. Divê mirov hêza şoreşgerî biafirîne. Em dikarin di nava 10 salan de her tiştî biguherînin.”
Duyemîn Konferansa Asayî ya Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Navenda Giştî ya HDP’ê bi dirûşma ‘Me serî hildan, em li ber xwe didin, em ê faşîzmê têk bibin’ pêk hat.
Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Şerîf Adlim di destpêka konferansê de axivî û şoreşgerên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi bîr anîn ku beriya heft salan li Parîsê hatibûn qetilkirin. Adlim bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî got; ‘Tecrîdkirina birêz Abdullah Ocalan ji bo pêşîlêgirtina li têkoşîna ciwanan e. Divê em vê tecrîdê bişikînin. Karê sereke yê têkoşîna dema bê ev e. Em ê tecrîdê bi dawî bikin. Em bi navê ciwanên HDP’ê bang li hemû ciwan, jin û kedkaran dikin ku tev li meclisa wan bibin û bi têkoşîneke hevpar faşîzmê têk bibin.’
‘Divê mirov hêza şoreşgerî biafirîne’
Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî jî di konferansê de axivî û destnîşan kir ku sîstema heyî her tişt hilweşand û hîn jî hildiweşîne. Temellî wiha domand: “Ji ber vê yekê pêwîstî bi utopyayekê heye. Şoreş ji nişka ve pêk nayê. Divê mirov hêza şoreşgerî biafirîne. Rêyeke dirêj a ji Parîsê diçe Rojava. Dikare weke sedsala 20’an bê pênasekirin. Sala 2020’î dikare bibe destpêka 10 salên nû û di nava van 10 salan de em dikarin her tiştî biguherînin.”
Navenda siyaseta global Rojhilata Navîn e
Temellî bi lêv kir ku ne tiştekî rasthatî ye ku Rojhilata Navîn niha navenda siyaseta global e û wiha bi dawî kir: “Ger îro navenda siyaseta global Rojhilata Navîn be, bizanin ku ev sîstem dê hilweşe û nêrîna ku vê sîstemê hilweşîne û ya nû ava bike li Rojhilata Navîn e. Rojava nîşaneya hêzeke guherîn veguherînê ye. Divê em Rojava bi feraseteke şoreşgerî binirxînin. Em dikarin vê sîstemê biguherînin. Ji bo vê jî divê em nêrîna xwe bi pêş bixînin.” ENQERE