Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Şoreş û destkeftiyên jinan

Ciwana Cuma | 

Mirov dikare şoreşa li Rojava dest pê kirî weke baxçeyeke li beriyê jî binirxîne. Şoreş bi kurdan û herêmên kurd lê dimînin ve sînordar nema. Bûguman aliyê şoreşê yê leşkerî yan jî berxwedanê, taybetiya wê ya siyasî girîng bû. Lê qerekterê şoreşê yê civakî girîngtir e. Di nava şoreşê de şoreş çêbûn. Bi taybetî civak ket tevgerê, xwe birêxistin kir û bê ku dewlet hebe xwebirêvebirin pir girîng e. Li Rojhilata Navî gelek tiştên nû di nava xwe de dihewîne. Bi taybetî tevlibûna jinan a şoreşê û rengdayîna şoreşê di dîroka Rojhilata Navî de ya yekem e. Ya herî zêde diperçiqî û li derveyî polîtîka û civakîbûnê mayî jin bûn. Di demeke pir kurt de ji vê rewşê derketin û bûn pêşenga şoreşê. Weke din nîşan da ku gel dikarin bi hev re û di nava aştiyê de bijîn. Kurd, ereb û hemû pêkhateyên din di her qadê de bûn hevbeş û hevpar. Li şûna miliyetgiriyê rêgeza yekitiya demokratîk bû bingeha şoreşê. Şoreş derxist holê ku mirov bêyî ku ji ber bawerî, fikir û çandan xwe biçûk bên xistin, dikarin bi hev re bijîn. Digel êrîşên dagirker û desthilatdaran siyaseta wan a ‘parçe bike û bi rê ve bibe’ bi ser neket, gel xwedî li şoreşa xwe derket û jin destkeftî bi dest xistin

Ji bo fetisandina şoreşa Rojava Tirkiye serkêşiya êrîşan kir. Bi taybetî ji bo dawîanîna hebûna kurdan û statûya wan bi hemû hêzên tarî û cuda re tifaq kir. Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê hatin dagirkirin. Bi awayekî aşkera qirkirina neteweyî kir. Digel van dagirkerî û ruxandinan Tirkiye dixwaze tişta heyî jî tune bike. Bi hezaran çeteyên ku kom kir, dişîne ser şoreşê. Şoreş hem ji aliye faşîstên tirkan ve, hem ji aliye rejîmê ve di binê tehdîdê de ye. Lê di 8 salên borî de şoreşê bandora xwe li herêmê û li dinyayê zêde kir. Piştgiriyeke mezin a navneteweyî girt. Li aliyekî êrîş, li aliyekî parastin û berxwedan û avakirina şoreşgerî di nava hev de meşiyan. Piştî niha jî bêyî ku kêmasî û sistayî bikeve, divê parastin û avakirina civaka demokratîk dewam bike. Sekin tê wateya avêtina şoreşê nava xetereyê. Tecrûbeya 8 salan û destkeftiyên wê delîl in ku wê bi awayekî xurtir bikaribin şoreşê biparêzin û bigihînin serkeftinê

Bi destpêkirina şoreşa Rojava û heta roj îro çima dijmin ewqas ji jinên kurd ditirse û wan hedef digire, gelo sedem çi ye?

Bi şoreşa Rojava re hêdî hêdî guhertin di şexsê jinan de çêbû, ew sînorê civakê şikandin û xwe ji desthiladariya dewletê rizgar kirin û di qada leşgerî, siyasî, dîplomasî, hunerî, civakî û hwd. jin bûn pêşeng, nexasim jinên rojavayê Kurdistanê her çiqas êrîş ji aliyê dijmin ve li ser wê tê kirin jî ranawestin û li ber xwe didin û destkeftiyên pîroz bidest dixin.

Li rojavayê Kurdistanê û bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yekem car sîstema hevserokatiyê çêbû, jin bi têkoşîn û berxwedaniyeke mezin cihê xwe di nav de girtin û xwe îspat kirin.

Lê em dibînin ku çawa dijmin ji vê hêz û berxwedaniya xurt a jinên kurd ditirsin. Ji ber wê jî, Barîn, Hevrîn, Denîz û bi dehan jinên weke wan hedef girtin.

Lê bila dewleta tirk a dagirker baş zanibe; dê nikaribe me ji rastiyê dûr bixe û hêza jinên kurd bişikîne. Ji ber jin jiyan e û ji bo azadiya civak û xaka xwe herdem di nav tevgerê de ye û di çeperên şer de pêşengîtiyê dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar