Bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’yê Tîrmehê an jî Şoreşa Rojava, Endamê Nûnertiya Rêberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Herêma Kurdistanê Fethûllah Huseynî di hevdîtinek ya bi ajansa Rojnews’ê re behsa şert û mercên destpêkirina Şoreşa Rojava, deskeftiyên şoreşê û metirsiyên li ser wê dike.
Hûn Şoreşa Rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin?
Fethûllah Huseynî: Şoreşa Rojava ne tenê ji bo kurdên rojavayê Kurdistanê, ji bo kurdên her çar parçeyan bûyerek dîrokî ye. Di tîrmeha sala 2012’an de kurd ne bûn aliyek yê şerê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de. Kurdên Rojava ji beriya şerê Sûriyeyê serî hilbide, yekîtiya xwe çêkiribû û bi vê sayeyê li Sûriyeyê kurd bûn yekane hêza rêxistinkirî û yekgirtî. Ev rêxistin jî bû bingehê çirûska serî hildana Şoreşa Rojava û asoyek nû derxist pêşiya kurdan. Her çendî ku destkeftinên mezin yên şoreşê gelê kurd bû jî, lê bi sayeya vê şoreşê bingehê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate avêtin. Herwiha bi sayeya Şoreşa Rojava nexşeyek nû ya siyasî, nîştimanî, leşkerî û xizmetgûzariyê ji bo hemû gelên herêmê derket holê.”
Huseynî diyar kir ku gelê kurd bi dirêjiya dîrokê daxwaza mafên xwe yên rewa û netewî kiriye, lewra rewşa ku li Rojavayê Kurdistanê serî hilda, mijarek netewî bû, ne ku mijarek malbatî, olî û mezhebî bû û wiha got; “Tevî ku kurdên Rojava tevlî şerê Sûriyê nebûne jî, lê encamên şerê Sûriyeyê bandor li kurdan jî dikir û wê bûba sedema wêranbûnê jî. Lewra kurdan li beramberî van metirsiyên muhtemel, xwe rêxistin kirin, çîrûska şoreşê ku vegeriya agirê azadiyê pêxistin û herêmek azad û xweser ava kirin.”
Şoreşa Rojava çi destkeftî ji bo gelê kurd bi xwe re anîn?
Fethûllah Huseynî: Şoreşa Rojava nasnameya netewî ji bo kurdan bi dest xist ku heta dema şoreşê jî gelê kurd li Sûriyeyê tu nasname û statûyek xwe ya netewî nebû. Ji beriya şoreşê, kurdên Rojava ji mafên herî bingehîn jî hatibûn bêparkirin. Rejîma Baas ya Sûriyeyê mafên wan hemû xwaribûn û hebûna kurdan qebûl nedikir. Axaftina bi zimanê kurdî qedexe bû, hemû rêxistin û partiyên kurd bi awayek veşartî xebatên xwe birêve dibirin. Lê bi saya Şoreşa Rojava, Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat avakirin. Rêxistin û partiyên kurdan bi awayek aşkere û fermî xebatên xwe dimeşînin. Herwiha di xwendingehan û saziyên hikûmeta Rêveberiya Xweser de, zimanê kurdî, zimanê fermî ye.”
Huseynî da zanîn ku sîstema Rêveberiya Xweser niha bi temamî pêşketiye û bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatiye avakirin û got; “Têkiliyên pir baş û girîng yên HSD yên leşkerî bi hêzên leşkerî yên navnetewî re hene. Li herêmê nexşeyek nû derket holê ku ji aliyê kurdan ve pêşengiya wê tê kirin.”
Şoreşa Rojava di kîjan şert û mercan de serî hilda?
Fethullah Huseynî: Ji 2004’ê ve tirsa kurdan ji rejîma Sûriyeyê nema. Şiyan û hêza ji bo têkoşîna li dijî rejîma zilmkar û zordar ya Sûriyeyê peyda kir. Di heman salê de, kurdên Rojava dest bi damezrandina artêşek ya serbazî kirin lê bi awayek veşartî dost û dijminên xwe nas kir. Dikarim bêjim bingehê Şoreşa Rojava vedigere wê salê ku li hemû herêman bi sed hezaran welatî, kadro û welatparêz bi awayek topyekûn dihatin girtin û dixistin girtîgehan. Ev jî bû sedem ku artêşa Rojava sal bi sal bê bihêztir û berfirehtir kirin û sala 2011’yê çîrûska Şoreşa Rojava vede.”
Rewşa Sûriyeyê û gelê kurd li Rojava çawa ye?
Fethûllah Huseynî: Tişta ku li Sûriyeyê tê dîtin, tenê li wan deverane ku aramiya siyasî, civakî û aborî lê heye ku ew jî herêma ku Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lê serwere. Piştî 12 salan ji şerê Sûriyeyê, gelê kurd yekane gele ku li ser xaka Sûriyeyê cihê xwe girtiye. Kurdan karîn li Sûriyeyê pêngavên baş yên siyasî, leşkerî, dîplomatîk, aborî û civakî bavêjin. Destkeftiyên kurdan li Rojava, ji destkeftiyên hemû gelên Sûriyeyê zêdetire. Nexşeya xaka kurdan ji nexşeya pêkhateyên din zelaltire. Proje û siyaseta kurdên Rojava, ji ya pêkhateyên din mezintirin. Herwiha projeyên wan yên leşkerî, serkeftinek bi temamî bidest xistiye û gihiştiye asta navnetewî.”
Çi metirsiyek li ser destkeftiyên Rojavayê Kurdistanê heye?
Fethûllah Huseynî: Her ew dema ku Tirkiyeyê dest danî ser dosyaya Sûriyeyê û piştî aloziyên sala 2011’an me dizanî ku wê dewleta tirk bela xwe ji kurdên Rojava venake û bi tu awayî qebûl nake ku defaktoyek ya kurdan çêbibe. Qebûl nake ku herêmên kurdan, bibin herêmên aram û bi ewle. Ji wê demê ve dewleta tirk ya dagirker dest bi êrîşên xwe yên li ser herêmên herî stratejîk yên Rojavayê Kurdistanê kirine. Niha jî êrîşên dewleta tirk yên hewayî û bejahî li ser Rojavayê Kurdistanê ranewestiyane.”
Huseynî di dewama gotinên xwe de dibêje, ew weke Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re pirsgirêk û aloziyan dernaxin, ya ku pirsgirêka derdixe û bûye metirsî li ser defaktoya wan û bi tu awayî qebûl nake, Tirkiye ye. Rastî û hebûna me înkar dike, gelê me û deskeftiyên me qebûl nake. Lewra bûye metirsiyek mezin li ser destkeftiyên şoreşa me. Lê li dijî vê metirsiyê di parastinê de israrek mezin û bi biryar heye. Hem Hêzên Sûriyeya Demokratîk û pêkhateyên wê yên leşkerî, hem jî kurd û pêkhateyên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dayîna bedelên giran û mezin parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava dikin. Hemû jî bihêvî ne ku projeya wan ya demokratîk hîn mezintir û berfirehtir bibe, herwiha peywendiya wan bi hêzên muxalefetê re ber bi başiyê ve biçin.”
Têkiliya Rêveberiya Xweser niha bi rejîma Sûriyeyê re di çi astê de ye?
Her çendî ku gelek nakokiyên me bi rejîma Sûriyeyê re hebin jî, lê ew neçare di mijarên girêdayî çareseriya pirsgirêkên siyasî de bi Rêveberiya Xweser û Rojavayê Kurdistanê de diyalog bike. Rêya me ya diyalogê ji bo hemû ali û welatan bi taybet jî ji rejîma Sûriyeyê re vekiriye.”
Peyama we ji bo kurdên ku çûne aliyê dijmin û xizmeta dijmin dikin, çiye?
Fethûllah Huseynî: Wek berê jî me balkişand ser metirsiyên ku li ser Rojavayê Kurdistan û destkeftiyên hene, li rexmî Tirkiyeyê, gefên rejîma Sûriyeyê jî berdewamin. Rûsya li rex Îranê û hinek welatên din ji bo razîkirina Tirkiyeyê planên qirêj li dijî Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dadine. Hinek aliyên kurd jî deriyê xwe li ser gelê kurd û pêkhateyên din yên Rojava ve girtiye û nahêlin ew bên Başûr. Ev jî ji bo Tirkiyeyê dibe hêcet ku hinek aliyên kurd jî Rêveberiya Xweser qebûl nakin.”
Huseynî da zanîn ku di vê rewşa niha de pêwîste kurdên her çar parçeyên Kurdistanê û bi taybet jî kurdên başûrê Kurdistanê piştgiriya Rêveberiya Xweser û birayên xwe yên kurdên Rojava bikin ku çawa kurdên Rojava jî di dema şoreşa Başûr de piştgiriya kurdên Başûr kirin û axaftina xwe wiha bidawî anî; “Pêwîste aliyên Başûr bi berpirsyartî û seknek netewî tevbigerin, derî bi ser kurdên Rojava de negirin. Piştgiriya deskeftiyên netewî yên rojavayê Kurdistanê bikin ku di oxira wê de bi hezaran şehîd û birîndar dane. Herwiha dema ku vê yekê dikin, bila bizanibin ku ev xizmete ne tenê ji bo rojavayê Kurdistanê ye, ji bo xizmeta tevayî gelan û pêkhateyan û hemû projeyên siyasî yên Rojava û Rêberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike.”