Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Şoreşa Jîna Emînî şîn dibe!

Mûnzûr Dersîm

Rojhilatê Kurdistanê di roja me ya îro de, dibin desthilatdariya dewleta dagirker a Komara Îslamî ya Îranê de ye. Rojhilatê Kurdistanê, bi rêzê çiyayên Zagrosan ve dibe du parçe. Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê ziman ve pir dewlemend e. Şopên çanda kurdî ya herî kevin, li vê derê tên dîtin. Ji aliyê baweriyê ve jî, rojhilatê Kurdistanê pir dewlemend e. Baweriyên ku li tu deverên Cîhanê tune ne li vê dera Kurdistanê tên dîtin. Zaravayên kurmancî, soranî, hewramanî, lorî, lekî û kelhorî, li vî parçeyî hene. Weke nimûneyeke biçûk a Kurdistanê ye. Hemû tiştên li parçeyên din, li vî parçeyî tên dîtin. Di roja me ya îro de şêniya rojhilatê Kurdistanê, di navbera 10-15 milyonî de ye. Rûpîvana xaka rojhilatê Kurdistanê jî, bi qasî 175.000 km2 e. Li gorî pergala Îranê, bajar tune ne; herêm, ango eyalet hene. Bi giştî, 6 herêmên kurdan hene. Lê ji derveyî herêmên kurdan, nêzî 2 milyon kurd li herêma Xoresanê jiyan dikin. Li paytexta Îranê Tehranê jî, gelek kurd jiyan dikin.

Her wiha, li herêmên din ên Îranê jî, gelek Kurd jiyan dikin. Rojhilatê Kurdistanê jî, ji aliyê rêze çiyayên Zagrosan ên ku ji bakur ve tên, dibe du parçe. Rojhilatê Kurdistanê, ji herêmên weke; Herêma Bakur, Mukriyan, Erdelan, Kirmanşah (Hewreman), Îlam, Lekistan, Goran û Xoresanê ve pêk tê. Parçeyê rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê çand û baweriyê ve jî, xwe parastiye û li hemberî pergala faşîst a Îranê, tim doza azadiya Kurdistanê kiriye. Rojhilatê Kurdistanê, di gelek serhildan û tevgeran de rol lîstiye, heya pêşengên weke; Qazî Mihemed, Simkoyê Şikakî, Qasimlo, Şerefkendî û Ebû Muslimê Xoresanî ji Rojhilat derketine. Farisan, navê herêmên Rojhilat guhertine. Van herêman li gorî şerîetên îslamî û Komara xwe û bi sîstema desthilatdar bi rêve dibe.

Di roja me ya îro de şoreşek binavê “Şoreşa Jîna Emînî” li rojhilatê Kurdistanê serî hildaye. Ev şoreş her ku diçe li bajarên Rojhilatê Kurdistanê li dijî Komara îslamî a Îranê gur dibe û li her derê belav dibe.

Jîna Emînî jinek ciwan ya kurdistanî bû. Di roja 13’ê îlonê de ji aliyê polîsên Komara Îslamî ango rejîma Îranê ve îskenceyek hovane lê hat kirin û di 16’ê Îlonê de tevî hemû hewildanan jî Jîna Mehsa Emînî jiyana xwe ji dest da. Ji wê rojê heya niha li Rojhilatê Kurdistanê bêhna şoreşek nû ku binavê “Şoreşa Jîna Emînî Şîn dibe” tê. Bêguman ev şoreş bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” bi pêşengtiya jinê serî hildaye.

Li vêderê em dikarin bêjim çima Jîna Mehsa Emînî hat qetil kirin, Gelo sedem ji çarşefa reş a li serê wê bû yan jî zêhniyeta desthilatdar ya Komara Îslamî ango rejîma Îranê ya bi salane ya li Rojhilatê Kurdistanê didome ye bû. Bi awayekî giştî em bigirin dest mijara çarşefa reş a li ser serê jinan hemû hêcetên keyfîne. Ji ber ku jinek Kurdistanî bû û navê wê Kurdistanî bû. Ji ber ku jîn bû, jiyan bû û bi hemû hêza xwe dixwest dibin desthilatdariya rejîma faşîst de azad jiyan bike hat qetil kirin. Di kesayeta Jîna Emînî de jiyana tevahî mirovahiyê hat qetil kirin. Di heman demê de ev êrişa ku li dijî jina Kurd pêkhatî ne tenê li dijî Jîna Emînî bû, di heman demê de li dijî şoreşa jinê ya rojavayê Kurdistanê, li dijî jinên Bakûr, Başûr,Rojhilat, Rojava û tevahî jinên cîhanê pêk hatiye.

Şoreşa Jîna Emînî ku niha li rojhilatê Kurdistanê serî hildaye, wek çirûska tekoşîna jinan a ku di nava civakê de wek kole tê bilaranîn bi pêlekê xort serî hildaye. Ev şoreş wê bi hêza şehîdên tekoşer Zîlan, Sema, Sara, Rewşen, Leyla Qasim, Amara, Jiyan û hwd bigihe asta serkeftina tevahî şehîdên Kurdistan û jinên cîhanê.

Ev şoreşa ku jinan mûhra xwe lêxistine, bi fikir û nirxên giran biha ku derbasî her qadê dibe wê hemû gelên bindest ên cîhanê rizgar bike û balbê kişandina li ser wê. Bi mezinbûna Şoreşa Jîna Emînî re wê bandora wê li gelek qadên din yên civakê bike. Şoreşa jinê ya ku niha li rojhilatê Kurdistanê serî hildaye, wê li tevahî bajarên Komara Îslamî ya Îranê belav bibe. Di heman demê de di cewherê xwe de wê wek Şoreşa Jinê bê nas kirin.

Pêkhateya rêxistinkirî ya tevgera jinan a dibin Şoreşa Jîna Emînî de ku jin di înşaya civakê de rola pêşengtiyê bi cihtînin, di çarçoveya  modernîteya demokratîk de bi tevlîbûna hemû jinan re di her qada jiyanê de pîvanên ji nûve jiyanê pêktîne.

Pêvajoya ku em niha tê de derbas dibin pêvajoyekî pir giring û ji bo herkesî derbasdare. Di vê şoreşa ku bi pêşengtiya jinê serî hildayî de çi ji destê kê were divê bike. Ji ber ku divê gelê me baş bizane ger ku ev şoreş bi sernekeve wê Komara îslamî a Îranê bi sedan kesan bi cezayê darvekirinê re rû bi rû bihêle. Lê eger ku ev şoreşa jinê bi awayekî serkeftî bi dome, wê serkeftina şoreşa jinê a Rojhilatê Kurdistanê ku bi “Şoreşa Jîna Emînî” hatiye hildane de wê li tevahî cîhanê bê naskirin û deng bide.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar